Berxwedana grevên birçîbûnê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin, berdewam in. Di vê çarçoveyê de greva birçîbûnê ya Leyla Guven kete roja 173’yemîn. Di heman demê de sibe jî 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi rojiya mirinê dikin
Bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya Guven di roja 173’yan de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê jî di roja 160’an de didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya 14 çalakvanan a li Strasbourgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê di roja 134’an de û ya koma yekemîn a girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî di roja 135’emîn de bi hemû biryardariya xwe didome. Ji 1’ê adarê ve jî zêdetirî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.
Çalakiyên li Bakur
Bi heman boneyê parlamenterên HDP’ê Dersîm Dag di 3’yê adarê de û parlamenter Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî di 8’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya parlamenteran didome. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî li malên xwe berxwedana xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Sedat Akin a li Êlihe di roja 113’emîn de, ya Gurbet Ektîren di roja 104’emîn de, ya Mahsun Şen di roja 115’emîn de, ya Mûrat Aksin di roja 46’yemîn de, ya Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê di roja 113’emîn de û ya Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî di roja 62’an de berdewam e.
Endamên HDP’ê Îsmet Yilmaz, Salîh Tekîn, Sevîcan Yaşar û Bîlal Ozgezer jî li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan. Niha jî li malên xwe çalakiya xwe didomînin.
Rojiya Mirinê
Di heman demê de li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî Denîz Kaya daxuyaniyek weşand û da zanîn ku 15 girtî dest bi rojiya mirinê dikin. Navên girtiyên ku sibe dest bi rojiya mirinê dikin wiha ne: “Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiyên bi navên Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtiyên bi navên Ardil Çeşme û Asli Dogan, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiyên bi navên Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut û Erol Çelîk û li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê jî girtiyên bi navên Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay dest bi rojiya mirinê dikin.”
Çalakiyên fedaî
Her wiha welatiyê bi navê Ugur Şakar ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê sibatê deli bajarê Krefeld ê Almanyayê bedena xwe da ber agir û di 22’yê adarê jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de girtiyên siyasî Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û Medya Çinar (24) di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan. Girtiya siyasî Yonca Akici jî di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakiya fedaî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyê siyasî Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê û Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.