Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Çalakiya Leyla Guven li cîhanê deng veda

Parlamenterên Ewropa û Rojhilata Navîn belavokek belav kirin û piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven daye destpêkirin

Parlamenterên Ewropa û Rojhilata Navîn, belavokek belav kirin û piştgirî dan Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 64 roj in ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.

Parlamenteran, bal kişand ser rewşa Guven ku her diçe xerab dibe. Di rojnameya Gazete Karincayê de hat diyar kirin ku li ser daxwazên Guvenê hatiye sekinandin û tê gotin, ji 11 îlona 2016’an heta niha der barê tenduristiya Ocalan tu agahî nehatiye girtin; ne bi rêya telefonê, ne rû bi rû, ne jî bi rêya elektronîk postayê tu hevdîtin pê re nehatine çêkirin.

‘Em peyama Leyla Guven dibihîzin’

Di danezanê de wiha tê  gotin: “Em peyama Leyla Guven dibihîzin. Em bang li desthilatdariya Enqereyê dikin ku li gorî zagonên xwe tevbigere û Guven demildest berdin. Yekane rêya çareseriyê ya pirsgirêka kurd, diyaloga aştiyane û demokratîk e; tecrîd û girtin nîne.”

Navê parlamenterên Çepgir ên Yekbûyî Yên Ewropayê/Keskên Bakurî (GUE/NGL) ên mohra xwe li danezanê danîne ev in:

“Martîna Anderson (Sinn Féin-Îrlanda), Lynn Boylan (Sinn Féin-Îrlanda), Matt Carthy (Sinn Féin-Îrlanda), Takis Hadjigeorgiou (AKEL-Kibris), Kostadinka Kuneva (Syriza-Yewnanîstan), Liadh Ní Riada (Sinn Féin-Îrlanda), Dimitris Papadimoulis (Syriza-Yewnanistan), Paloma Lopez (İU-Spanya), Sabine Losing (Die Linke-Almanya), Lidia Senra (Serbixwe-Galiçya), Neoklis Sylikiotis (AKEL-Qibris), Ángella Vallina (İU-Spanya), Miguel Viegas (PCP-Portekîz), Raîd Fahmî (Serkreterê Giştî Yê Partiya Komunîst a Iraqê), Aqel Taqz (Partiya Gel a Filîstinê), Aida Touma (Partiya Komunîst a Îsraîlê), Nizar Trabulsi (Partiya Komunîstên Yekbûyî yên Sûriyeyê). AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar