PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Çalakiya Leyla ji bo azadiya min e!

Em îro kîjan saziyên ragihandinê yên çapemeniya azad bişopînin em ê bibînin ku nûçeyên sereke der barê çalakiya ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kiriye. Rojeva kurdên azad çalakiya greva birçîbûnê ango daxwaza rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan, hilweşandina faşîzmê û azadiya Kurdistanê ye. Ev gelekî girîng e. Ji ber ku kurd xwe ji pencên dagirkeriyê rizgar nekiribûn, bi giranî rojeva kurdan dagirkeriyê diyar dikir. Lê niha mirov dibînê ku bi taybetî kurd înîsiyatîf girtine. Lê divê mirov hê bêtir baldar be da ku rojeva kurdan neguhere.

Çend sal beriya niha bi saya hevdîtinên ku çêdibûn, rojeva gelê kurd û tirk zêdetir birêz Ocalan diyar dikir. Li gorî azadiya gelan gavên polîtîk, civakî, hiqûqî, exlaqî, werzîşî hwd. diyar dikir. Li ser wê bingehê pergala dewleta tirk jî neçar dima ku hin gavan biavêje. Ji bo wê jî civaka kurd jî civaka tirk jî bi kurtasî hemû hemwelatiyên Tirkiyeyê bi rehetî nefes digirtin. Lê kengî tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd tund bû êdî pergala Tirkiyeyê jî bi temamî guherî.

Bi guhertina pergala dewleta tirk re rengê faşîzmê jî guherî. Faşîzma reş li Tirkiyeyê ji xwe re bingehekê dît û dest bi xwerêxistinê kir. Ket dibistanan, zanîngehan, gundên kurdan û tirkan, karxaneyan, mizgeftan, xaniyan û hwd. Li her derê faşîzm berbelav bû. Mirov pir bi rehetî dikare bibêje ku tecrîd ne bi tenê li Îmraliyê xwe ferz kir, derveyî Îmraliyê jî tecrîd xwe ferz kir. Bi taybetî jî li ser civaka kurd. Ji ber wê jî çalakiya ku Leyla Guven bi pêş dixe daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd û azadiya civaka kurd e. Leyla Guven bi çalakiya xwe dixwaze tecrîdê bişikîne û ji bo vê yekê bedena xwe kir mertal.

Faşîzma reş a ku AKP û MHP xwe li ser gelê kurd ferz dike û ji bo vê yekê jî her behsa hakîmiyeta li ser civakê dike. Lê Leyla Guven bi çalakiya xwe ev yek şikand û ev bersiva ‘Tu nikarî li her derê bi rihetî faşîzma xwe ferz bikî. Ez heme, em ê her tim hebin û azad bijîn’ da faşîzmê.

Loma çalakiya Leyla ji bo azadiya min e! Ji bo azadiya te ye! Ji bo azadiya gelê kurd e! Mirov nikare çalakiya Leyla Guven bêyî vê rastiyê bifikire. Leyla ji bo ku gelê kurd azad bijî vê çalakiyê li dar dixe. Ji ber wê yekê jî li gelek navendan gelê kurd deng da dengê Leylayê û li hemberî faşîzma reş bedena xwe kirin mertal. Hê jî hinek kesên ditîr beşdarî çalakiya greva birçîbûnê dibin. Lê ya girîng ew e ku li dijî faşîzma reş bi çalakiyên cur bi cur mirov bi taybetî êrîşên dewleta tirk bişikîne.

Mirov heke êrîşê li ser gelê kurd nebîne û wê demê dê şîroveyên mirov jî şaş bin. Lê ger mirov navenda êrîşê bibîne, wê rewşa ku Rêberê Gelê Kurd û civaka kurd tê de ye jî bibîne. Wê demê dê mirov wate dide çalakiya Leylayê. Ji bo wê Leyla di vê kêliyê de dibe civak û jina kurd. Ez bawer im hestên Leyla ji ber wê tam li gorî azadiyê bi lêv dibe. Çi name jî bi destê Leylayê dixeriqe li ser kaxizan, bêhna azadiyê dide Kurdistanê. Ger mirov xwe ji nêrîna dewletparêziyê rizgar bike dê bikeve nav liv û tevgerê. Mirov dema çalakiya jinên Amedê dibîne jî heman hest tê mirov. Faşîzma reş nahêle ku du jin bên gel hev lê wekîla Amedê Remziye û çalakgereke ditîr, destê hev girtin û bi vê dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan!’ qêriyan rûyê faşîzmê.

Ger mirov daxuyaniyên rayedarên AKP û MHP’ê guhdar bike fêhm dike ku faşîzma reş ji du tiştan pir ditirse. Yek jin e, ya din jî kolan e. Ger her du bibin yek dê faşîzm newêribe derkeve kolanan. Jixwe kî behsa kolanan dike dîn dibe, dîsa kî behsa azadiya jinan dike kabusan dibîne. Gelek caran me dîtiye ku faşîzm ne wêrek e. Jixwe faşîzma dewleta tirk her ku diçe bi her alî ve hildiweşe. Ne ji aliyê dîplomasiyê, ne aliyê aboriyê û ne jî aliyê civakê ve rêkûpêk nîne. Ger kurd rabin pêyan dê civaka tirk jî ji wan re bibêje êdî bes e. Ji bîr nekin kurd êdî bûne aktorekî girîng ê li Rojhilata Navîn. Bi kirin û gotinên xwe bandorê li derdora xwe dike. Ji ber vê yekê ger civaka kurd çalakiya Leyla Guven mezin bike û bigihîne asta şikandina tecrîdê dê di heman demê de faşîzmê jî hilweşîne. Guhertina rewşa Tirkiyeyê dê bi awayekî giştî bandorê li Rojhilata Navîn bike û statuya civaka kurd jî misoger bike.

Nûçeyên Têkildar