Bi pêşengiya 14 partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê, li ber avahiya Nûnertiya NY’ê ya li Hewlêrê çalakî tê lidarxistin. Di çalakiyê de welatî dirûşmên li dijî dewleta tirk berz dikin
Nerazîbûnên li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk û çeteyên wê ya li dijî rojavayê Kurdistanê yên li başûrê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya 14 partiyên siyasî yên Başûr û bi tevlêbûna gelek welatiyan, li ber derê Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê çalakî dest pê kir.
Di çalakiyê de welatî bênavber dirûşmên li dijî dewleta tirk berz dikin. Çalakiya li ber avahiya Nûnertiya NY’ê berdewam dike. HEWLÊR