Girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne ragihandin ku divê yên li derve piştgiriyê bide wan û gotin ku tenê bi çalakî û berxwedana wan daxwaz pêk nayên. Her wiha girtiyan dan zanîn ku çalakiya wan ê niha çalakiya şerê faşîzm û azadiyê, hebûn û tunebûnê ye û destnîşan kirin ku heta daxwazên wan neyê qebûl kirin dê çalakiya wan bidome
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 143’yemîn de didome. Her wiha bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî didome.
Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Mehmet Umît ê 19 salî ye. Umît ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ cezayê muebetê lê hatiye birîn ji 16’ê Çileyê ve li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Îzmîrê di greva birçîbûnê de ye.
Umît bi rêya malbata xwe peyam şand. Dayika Umît Salîha Umît diyar kir ku ew di 26’ê adarê de bi telefonê bi kurê xwe re axivî ye û kurê wê ev peyam ji raya giştî re şandiye: “Ger çalakî zêde nebin û derve nebe dengê çalakiyan dê mirin êzde bibin. Divê yên li derve piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Wê bi vî awayî dengê me bilintir derkeve. Tenê bi çalakiya me daxwaz pêk nayên.”
Her wiha dayikê jî diyar kir ku divê demildest gav bên avêtin û daxwaza girtiyan daxwazên wan e û wiha got: “Em naxwazin kes bimire. Leyla Guven û Nasir Yagiz hîn jî çalakiya xwe didomînin. Her roj hin kes dikevin greva birçîbûnê. Daxwaza wan daxwaza me ye. Em dixwazin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Ji bo grevên birçîbûnê bi dawî bibin divê daxwaza girtiyan bê qebûlkirin, parêzer biçin hevdîtinê bi Ocalan re çêbikin.”
‘Divê gelê me ruhê Kobaniyê careke din zînde bike’
Sedat Alçîçek ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê 95 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye, nameyek şand.
Alçîçek di nameya xwe de ev peyam da: “Tecrîd li dijî normên gerdûnî yên mafên mirovan, hiqûq, ehlaq û wijdanê ye. Rêbazeke derî mirovahiyê ye. Bidawîbûna tecrîdê, bi vîn û cewhera xwe ya xweste hebûna gelê qedîm ê Mezopotamyayê ye. Di warê bîrdozî û polîtîk de parastin û rêxistinbûyînê ye. Tecrîd, di şexsê Ocalan de li ser gelan wekî şûrê Demokles e. Heta tecrîd bi dawî nebe, dê li ser her derdorê û malbatê pêk bê. Tu rêgezeke, tu pîvaneke çînî û civakî ya faşîzmê tune ye. Li girtîgehan ez û bi hezaran hevalên xwe jî bi vê yekê re rû bi rû ne. Gelek tê tecrîdkirin. Ji ber ev tecrîd dixwaze têkoşîna demokrasiyê û destkeftiyên çil salan tune bike, li dijî wê di 16’ê Kanûna 2018’an de ketim greva birçbûnê. Ji bo parastina vîn û hebûna xwe ez ketim çalakiyeke wisa.
Heta tecrîd bi dawî nebe bedêl çi dibe bila bibe, mirin jî tê de hebe dê çalakiya min dewam bike. Ev çalakî şerê du vîna ye. Şerê faşîzm û azadiyê ye. Têkoşîna hebûn û tunebûnê ye. Yanî heta daxwaza min pêk neyê wê çalakiya min dewam bike. Daxwaza hevala Leyla daxwaza min e. Em tiştên di qanûnê de heyî dixwazin.
Faşîzm, her kesî tune dike. Ez dixwazim kesên dibên em demokrat, rewşenbîr, sosyalîst, femînîst, hunermend, siyasetmedar û parazvanên civakê me bi hestiyarî tev bigerin û guh bidin vê daxwaza me. Pêşeroja gelên Tirkiyeyê di xetereyê de ye, loma divê di pêvajoyeke wisa de her kes tişta ku dikeve ser milê xwe bike. Dibe ku sibe bi derengî bikeve. Divê gelê me ruhê Kobaniyê careke din zînde bike. Em mafdar in, bibiryar in û hêvîdar in. Teqez em ê bi ser bikevin.
Ji kesên di vê pêvajoyê de xwe gihandin min û silav şandin re silav û hezkirinên xwe rê dikim.”