Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çalakiya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ bi hemû hêza xwe didome

Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo diyar kir ku bi çalakiya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ hewl didin fikrên Rêber Apo bi her kesî didin nasandin û wiha got: “Bangawaziya min ne tenê ji bo jinên êzidî ji bo hemû jinan heye xwe li ser fikr û felsefeya Rêber Apo nas bikin, bi rêxistin û perwerde bikin.”

Tevgera Azadiya Jinên êzidî (TAJÊ) di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ de çalakiya ku bi dirûşma ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ dabû destpêkirin, didome. Di çarçoveya vê çalakiyê de jin li gund, navçe û navenda Şengalê mal bi mal digerin, wêneyên Rêber Apo û broşura ku kurtejiyana wî têde tê vegotin, belav dikin. Jin dixwazin bi vê çalakiyê dixwazin bal bikişînin tecrîda li ser Rêber Apo û fikrên wî bidin nasandin. Têkildarî tecrîdê û pêşveçûna çalakiyê endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Şemê Remo bal kişand ser fermanê û diyar kir ku wek pêşdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Şengal ketiye tengasiyê, bi fermanê re rûbirû maye û wiha got: “Ger gotina Rêber Apo beriya fermanê bihata esasgirtin dibe ku ferman bi serê  me ve nehata, keç û jinên me nehatana dîlgirtin û miletê me nehata qetilkirin. Dîsa jî ger di dema fermanê de şervanên Rêber Apo bi me ve nehatana em ê tune bûna. Em îro bi saya fikir û felsefeya Serok li ser piyan e. Îro jî ger karibe dê Iraq bi zext û êrîşan tola DAIŞ’ê ji me bigirta. Bi rastî jî divê miletê me baş zanibe ger ne ji Rêveberiya Xweser, sazî û dezgehên wî, YBŞ-YŞJ û Asayîşê bûna wisa rihet rihet miletê me nedikarî li Şengalê tevbigere dê her rastî zext û êrîşê Iraqê bihatana.”

Şemê Remo der barê tecrîd û armanca çalakiya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ de ev nirxandinan kir: “Tecrîda li ser Rêber Apo roj bi roj girantir dibe û em hemû jî dizanin beriya fermanê hevdîtin kêm be jî bi Rêber Apo re dihat kirin lê piştî fermanê hevdîtinan bi Serok re asteng kirin. Çima, ji ber xayînan Şengal û êzidiyan firotin, xwestin êzidî û kurdan tune bikin lê ev hêviya wan bi saya Rêber Apo pêk nehat, ji ber vê tecrîdê roj bi roj li ser Rêber Apo girantir kirin. Niha temamî bi tu awayî agahî jê nayê girtin û rewşa wî di bin xeterê de ye. Ji derveyî tecrîdê tu tişt di destên Tirkiyeyê de nemaye û nehêle hevdîtin bi Rêbertî re were kirin. Ger hevdîtin bi Rêber Apo re bihata kirin niha rewş ne wiha bû. Niha li her derê însan bi fikrên Rêber Apo doza mafên xwe dikin. Ji ber vê yekê me dît pêwîstî bi hemleyek heye û me dest bi hemleya xwe kir.  Em ê bi vê hemleyê hem balê bikşînin ser tecrîda li ser Serok hem jî fikrên wî bi însanan bidin nasandin û heta dawî jî em ê hemleya xwe bidomînin.

Şemê Remo destnîşan kir ku wan xwestine bi vê çalakiyê hinek be jî bersivê bidin fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tiştek bikin û wiha pêde çû: “Her mala êzidî ku dibêje ez xwedî wijdan im û fermanê ji bîr nake, wêneyê Rêber Apo paşve venagerîne û venagere jî. Ez bawer nakim malek bi tenê jî bibêje ez wêneyê Serok nagirim. Ji ber êzidî baş zanin ku bi saya fikrên Serok ji ferman û qirkirinê xilas bûn. Ji derveyî fermana 74’an kîjan fermanê me ji aliyê dinyayê ve hatiye dîtin. Di wan fermanan de jî keç û jinên me hatin revandin, bi hezaran kes hatin qetilkirin lê ruxmê vê yekê jî tiştek nedihat xuyakirin. Tenê navê fermanan hebû, derveyê wê tu tişt nîn bû. Lê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo hemû dinya hurgiliyên fermana 3’yê tebaxa 2014’an dizane. 7 salî heta 70 salî hemû êzidî dizanin di vê fermanê de çi bûye û dikarin bînin ziman jî. Heta hetayê em dev jê vî fikrî bernadin. Me bi saya fikrên Serok xwe bi rê ve dibin û êdî çi bibe jî em tune nabin.”

Di dawiya nirxandina xwe de Şemê Remo ev tişt anî ziman: “Heta gihîştina hedef û armanca xwe em ê hemleya xwe ya ji bo Rêber Apo bidomînin û fikrên wî bi hemû jinan bidin nasandin. Bangawaziya min ne tenê ji bo jinên êzidî ji bo hemû jinan heye xwe li ser fikr û felsefeya Rêber Apo nas bikin, bi rêxistin û perwerde bikin. Em nabêjin werin raste rast tev li me bibin lê bes divê xwe li ser vî fikrî nas bikin. Em dixwazin fikrên Rêber Apo were belavkirin û naskirin. Em bang li her kesî dikin ku piştgirî bidin çalakiya me û em çalakiya xwe bi ser bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar