Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Çalakiya rojiya mirinê ya Gokçek di roja 304’emîn de ye

Endamên koma Grup Yorum Îbrahîm Gokçek û Hêlîn Bolek ji bo rakirina qedexeya li ser konserên wan, derxistina endamên koma wan a di ‘lîsteya terorê’ de, ji bo polîs êdî bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de negirin, endamên wan ên girtî bên berdan û ji bo dozên der barê wan de bên betalkirin, li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kiribûn û piştre çalakiya xwe veguherandibûn rojiya mirinê. Hêlîn Bolek di 3’yê nîsanê di roja 288’an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dab. Çalakiya Gokçek jî di roja 304’emîn de didome.

Têkildarî mijarê ji endamên Grup Yorumê Seher Adiguzel axivî û wiha got: “Rewşa Îbrahîm Gokçek her ku diçe xerabtir dibe. Daxwazên wan ên rewa hêj nehatine qebûlkirin. Hêlîn Bolek ji bo van daxwazan jiyana xwe ji dest da. Gokçek jî ji ber vê pir hêrs bûye. Vê yekê Gokçek pir westand. Daxwazên wan pir hêsan dikarin bên çareserkirin. Lê belê AKP an jî wezîrê karên hundir ev daxwaz red kirin.”

‘Ji bo jiyanê li ber xwe dide’

Bi domdarî jî Adiguzel diyar kir ku Îbrahîm Gokçek di axaftinên xwe yên berê de got ku mafê jiyanê ji wî re nehatiye hiştin û ji bo parastina xwe, bi çalakiya rojiya mirinê jî di asta herî jor de berteka xwe nîşan daye. Adiguzel destnîşan kir ku Gokçek dixwaze bijî û ji bo jiyanê jî li ber xwe dide. Adiguzel wiha domand: “Kekê Îbrahîm dibêje ku dê heta dawiyê li ber xwe bide û heta noqteya dawî jî dê hilberîne.”

‘Ne em, Soylu mirovxwer e’

Adiguzel anî ziman ku ji bo jiyana Gokçek berpirsyarî dikeve ser milê her kesî û wiha domand: “Ev berpirsyarî roj bi roj zêdetir dibe. Divê her kes zextê li wezareta dadê bike. Wezîrê karên navxweyî Soylu ji me re dibêje ‘mirovxwer.’ Di esasê xwe de mirovxwer ew in. Ji ber ku cenazeyê Hêlînê revandin û nehiştin em merasîma dînî li dar bixin. Cenazeyê me di wesayîteke seyar de, bi aveke cemidî dan şûştin.”

Herî dawî jî Adiguzel ev tişt anî ziman: “Îktîdarê nehêla ku em wesiyeta dawî ya Helînê pêk bînin. Di wesiyeta xwe ya dawî de gotibû; ‘Dema ez şehîd bûm, cenazeyê min danin ortê û li dora min govendê bigerînin.’ Lê nehiştin û me nekarî wesiyeta wê bi cih bînin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar