Çalakiya rûniştinê ya parlamenterên HDP’ê ku ji bo bal kişandina ser tecrîdê li meclisê dabûn destpêkirin bi dawî bû
Çalakiya rûniştinê ya parlamenterên HDP’ê ku ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocan û piştgirî bidin Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li meclisê dabûn destpêkirin, bi dawî bû. Parlamenteran li ber derê odeya Serokê Meclisê Mûstafa Şentop çalakiya xwe pêk anî. Dema çalakiyê Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş jî piştgirî da parlamenterên HDP’ê û qasek bi wan re rûnişt.
Hat ragihand ku dê parlamenter çalakiya bi rêbazên cûda bidomînin. ENQERE