KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Çalakiya ‘Sefaretxaneya cihaneke nû: Kurdistan’ bi serkeftî dawî bû

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê çalakiya 'Sefaretxaneya cihaneke nû: Kurdistan' ku pîştî gelek peyam û nîqaşên li ser 'Konfederalîzma demokratîk' bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bi dawî bû.

Çalakiya hunerî, çandî û siyasî ya bi navê ‘Sefaretxaneya cihaneke nû; Kurdistan’ bi beşdariya gelek hunermend, siyasetmedar û akademîsyenên ji welatên cuda yên cihanê li bajarê Lozan ê Swîsreyê pêk hat û piştî 3 atolyeyên cuda bi dawî bû.

Çalakî bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û projeya hunermendê Hollandî Jonas Staal li şanoya Vîdy a Lozanê hate lidarxistin. Ji gelek welatan bi dehan mêvan tevlî bûn û du rojan li ser Konfederalîzma Demokratîk nîqaş kirin.

Bernameya destpêkê ya roja duyemîn saet di 10:00 de bi 3 atolyeyên cuda destpê kir.

Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî li ser ‘Jineolojiyê’, ji Sahra Rojava aktîvîst Ahmedna Abdî M’barek li ser ‘Xweparastina li Sahra Rojava’ û ji Lubnanê hunermend û lêkolîner Marwa Arsanîos li ser mijarên polîtîk û hunerê pêşkeşî kirin.

Piştî nîvro jî bi beşdariya Rojîn Mûkriyan a ji rojhilatê Kurdistanê, Ahmedna Abdî M’barek û Marwa Arsanîos atolyeyeke bi sernavê ‘Çandên Piştevaniyê’ hate lidarxistin.

Rojîn Mûkriyan ji rêveberiya Pehlewî û pê ve nêzîkatiya dewleta îranê ya li kurdan nirxand û bal kişand ser raperîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya bi pêşengiya jinan.

Ahmedna Abdî M’barek piştre axivî û anî ziman ku qedera welatê wê dişibe ya Kurdistanê û got: “Dema ku Sahra tê gotin çol tê bîra mirovan. Di sala 1975’an de bi Peymana Madrîdê re welatê me jî mîna Kurdistanê hate parçekirin. Mirovên me neçar man ku koçî welatên cuda bikin. Li kampên penaberiyê demeke dirêj em di nava xizaniyê de man. Li hemberî vê yekê tevgera eniya Polîsarîo destpê kir. Mixabin hêzên navneteweyî ji me re nebûn alîkar.”

Hunermend û lêkolînera Lubnanê Marwa Arsanîos jî fîlmê binavê ‘Kî ji îdeolojiyê ditirse’ ya li ser Rojava vegot û qala çavdêriyên xwe yên li Rojava kir.

Atolyeya dawî jî li ser ‘Konfederalîzma Demokratîk a Cihanê’ bû.

Endama Kongra Star Rûxweş Şêxo û ji Bangladeşê jî Seroka Sendîkaya Karkerên Tekstîlê û damezrînera Weqfa Awajê Nazma Akter pêşkeşî kirin.

Rûxweş Şêxo qala şoreşa li Rojava kir û bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalana di vê şoreşê de.

Rûxweş Şêxo nêzîkatiya hêzên navneteweyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: “Hêzên navneteweyî dixwazin me weke hêzeke leşkerî bibînin. Li ser vê bingehê bi me re tevdigerin, lê belê li dijî sîstema me ne. Li ber radibin ku Konfederalîzma Demokratîk pêk neyê. Dixwazin ku bi hêzên herêmî re bidin şerkirin.”

Nazma Akter jî qala têkoşîna xwe ya li Bangladeşê kir û got: “Şîrketên mezin hêza xwe hene ku cihanê biguherînin. Lê belê ew li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Me karkerên tekstîlê bi rêxistin kir û em têkoşînê dewam dikin.”

Beriya bidawîkirina çalakiyê Dîrektora Şanoya Vîdy Vîncent Baûdrîller, Endama KNK’ê Nîlufer Koç û Hunermend Jonas Staal spasiya beşdarên çalakiyê kirin. Piştre jî beşdar li dora maseya ku nexşeya Kurdistanê li ser bû li hev kom bûn û dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîriyan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar