Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Çalakiya Viyan qîrînek bû

Gerîlaya YJA Starê Dorşîn Rûbar Amed got ku çalakiya Viyan Soran gelekî girîng e, li dijî komployê qîrîna wijdanê mirovahiyê ye

Di salvegera 16’an a şehadeta Viyan Soran (Leyla Walî Hesen) de gerîlayên HPG û YJA Starê ji Ajansa ANF’ê re axivîn û qala wateya çalakiya Viyan Soran kirin.

Gerîlaya YJA Starê Dorşîn Rûbar Amed got ku çalakiya Viyan Soran gelekî girîng e, li dijî komployê qîrîna wijdanê mirovahiyê ye.

Dorşîn Rûbar Amed diyar kir ku çalakiya Viyan Soran dewama çalakiya fedayî ya Zîlan e û wiha got: “Wê demê cezayê hucreyê li Rêberê me dibirîn. Di heman demê de li dijî tevgera me û gelê me êrîşên giran ên înkar û tunekirinê dihatin meşandin. Şehîd Viyan li dijî tasfiyekariya navxweyî bi vê çalakiya xwe sekneke dîrokî nîşan da. Qîrîna azadiyê ya ku bi çalakiya wê hat afirand îro roja me ronî dike, têkoşîna me ronî dike. Eger Şehîd Viyan bi çalakiya xwe wê rojê îradeya Apoyî bi kesayetiya xwe nîşan dabe, îro jî li Werxelê, Girê Sor, Zendûra û Mamreşo di tunelên şer de ev ruh dijmin têk dibe. Weke gerîla, li dijî êrîşên faşîzmê em ê bi ruhê fedayî yê Apoyî heta dawiyê li ber xwe bidin.

Em ê bedela pêwîst bidin

Milîtanên Apoyî her tim bi têkoşîna xwe peyama ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ didin cîhanê. Weke şopdarên Viyan Soran em jî têkoşîna xwe bi vê baweriya xurt dimeşînin. Weke gerîlayên azadiyê li dijî her cûre êrîşên li ser Rêberê me, gelê me û tevgera me, heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê têbikoşin. Me heta niha bedelên gelekî giran dan û dema pêwîst bike em ê hîn jî bidin. Çi dibe bila bibe serketin wê ya me be.”

‘Bi çalakiya xwe rêya têkoşînê nîşan da’

Gerîlayê HPG’ê Dêrsim Sakîne jî diyar kir ku Viyan di tevahiya jiyana xwe de aşiqê azadiyê bû û di vê oxirê de astengî hemû ji pêşiya xwe rakir û tev li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû.

Gerîla Dêrsim Sakîne anî ziman ku Şehîd Viyan hem bi jiyana xwe hem jî bi sekna xwe ya li nava têkoşînê gelekî bandor li wî kir û destnîşan kir ku divê Viyan ji bo xelkê başûrê Kurdistanê, jin û ciwanên li çar parçeyên Kurdistanê weke sembolekê bê dîtin û wiha got: “Çalakiya wê çalakiyeke ji rêzê nebû. Qîrînek li dijî bêdengiyê û neqebûlkirin bû. Çawa ku wê rojê Viyan Soran bi çalakiya xwe rêya têkoşînê nîşanî her kesî da, weke şopdarên wê em jî ji bo bicihanîna erk û wezîfeyên xwe di nava hewldanên mezin de ne. Hevrêyên me yên cihê xwe di pêngavên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê de digirin îradeya Apoyî nîşan didin. Weke gerîlayên HPG’ê em bi îrade û ruhê ku hevrê Viyan Soran nîşan da tev li têkoşînê dibin. Çalakiya Şehîd Viyan Soran peyameke têkoşînê ya herî xurt e ku ji me û her ferdek kurdan re hatiye dayîn. Banga ji bo têkoşînê ye. Em soza xwe dubare dikin ku pêwîstiya vê yekê bi cih bînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar