PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Çalakiya Yagiz sed roj li pey xwe hişt: Em ê Rêber Apo azad bikin

Endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz, bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 100 roj in li Nûnertiya HDP’ê ya Başurê Kurdistan a li Hewlêrê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Rewşa tendirûstî  Yagiz pir girane lê îrade û moralê Nasir Yagiz pir bilind e

Endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz, bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 21’ê mijdara 2018’an ve li Nûnertiya HDP’ê ya li başûrê Kurdistan a li Hewlêrê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Yagiz di roja 100’emîn de bi baweriyek xurt çalakiya xwe didomîne. Yagiz di roja 100’an ya çalakiya greva birçîbûnê de ev peyam da: “Bi dirûşma Tecrîdê bişkîne, Faşîzmê Hilweşîne û Kurdistanê azad bike, em ê Rêber Apo azad bikin. Bijî Serok Apo, Bê serok Jiyan nabe.”

‘Di roja 100’emîn de em xêrhatina biharê dikin’

Endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz wiha qala çalakiya xwe ya 100 rojan kir: “Ji roja destpêkê heya roja 100’an bi heman biryardariyê ez çalakiya xwe didim berdewam kirin. Di 100 rojiya çalakiya xwe de em xêrhatina biharê dikin. Bi vebûna gulan emê pêşwaziya azadiyê jî bikîn. Ev tecrîda li ser Rêber Apo pêwîste em bi hatina biharê re bişkênin û bi Rêber Apo re azad jiyan bikin. Pêwîst e gelê me xwedî li çalakgerên girtigehan derbikevin, ji ber ku derfetên di girtîgehan de pir kêm in. Rêveberiya girtîgehan zilim û zordariyê li girtiyan dikin, beriya ku şahadet çêbe pêwîste gelê me rabe li ser pêyan. Pêwîst e gelê me xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê derbikevin.”

Yek ji wan kesên ku ji roja destpêkê heta niha li gel Nasir Yagiz, Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya başûrê Kurdistan Muzeyen Guneş e.

Muzeyen Guneş, qala biryardayîna Nasir Yagiz ya çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvekir kir û wiha got: “Ji roja despêkê heta niha ku îro çalakiya Nasir di roja 100’an de bi hemû biryardarî û kelecanê berdewam dike. Her cara ku Nasir dihat me jê re digot, here careke din ji xwe re baş bihizire, ji ber ku ev cara yekem e tu dikevî çalakiyeke wiha, here mal careke din ji xwe re baş bihizire. Her cara ku me wisan digot, Nasir guh ne dida me û digot ‘pêwîst e ez ji dengê xwe bi dengê Leyla Guven re bikim yek û em bi hev re vê tecrîda li ser Rêber Apo bişikînin û bi Rêber Apo re azad bijîn.’ Dema ku me li nûnertiya HDP’ê çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin, Nasir jî beşdar bû. Lê di wê demê de Nasir biryara xwe dabû ku beşdarî çalakiya bêdem û bêdorveger bibe.”

‘Rewşa tendirustiya Nasir giran e lê îradeya wî pir xurt e’

Guneş diyar kir ku tenduristiya Nasir giran e, bijîşkan diyar kiriye ku bi Nasir re nexweşiyên weke serêşî, pirsgirêkên çav, hestî dihele û gelek nexweşiyên din bi Nasir re peyda bûne û wiha domand: “Lê rexmê giranbûna tenduristiya wî jî Nasir bi moral e û motîveya wî pir bilind e. Heya niha jî Nasir dudil nebûye û bi dilekî germ moral dide hevalan. Her dem dibêje ez pir kêfxweş im ku niha bi rêhevala Leyla re pêşengiya vê rêyê dikim. Azadiya Rêber Apo azadiya tevahî Rojhilata Navîn e. Pêwîst e gelê kurd bi van çalakiyên me moral bigire û çalakiyan zêdetir bike. Tenduristiya wî çiqas giran be jî lê îradeya Nasîr pir xurt e.”

‘Em sala 2019’an bi berxwedanê tacîdar bikin’

Guneş  di berdewama axaftina xwe de wiha qala îrade û hêviyên Yagiz ji siberojê re kir: “Bi ketina sala nû re moral û motîveya Nasir bilindtir bû. Yagiz her digot ’em ê sala 2019’an bikin sala berxwedanê.’ Kesên ji bo piştgiriyê serdana nûnertiya HDP’ê dikirin jî Nasir ji wan re digot ’em pir kêfxweş in ku bi berxwedanê em ketin sala nû. Pêwîst e herkes vê kêfxweşî û berxwedana me bibîne û  em ê van çalakiyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin. Ji bo wê kesên tê vir piştgiriyê didin me pêwîst e ne bi dilek şewitî temaşeyî me bikin. Ji ber ku em di oxira vê rêya azadiyê de cane xwe feda dikin. Belkî em ê şehîd jî bikevin lê em tu caran ne poşman in ku me ev rê hilbijartiye. Bi me serbilind bin ji ber ku xeta me hilbijartî, xeta heqîqeta rastiya gelê kurd e. Azadiya Rêber Apo azadiya tevahî gelê kurd e.’ Em ê Sala 2019’an bi berxwedanê tacîdar bikin.”HEWLÊR

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar