Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Çalakiya Zîlan manîfestoya jiyana azad e

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Xalîde Engîzek li ser çalakiya fedayî ya Zîlan axivî û got ku Zîlan tola keçên winda yên Dêrsimê hilanî. Engîzek diyar kir ku çalakiya Zîlan mîna gotinên Ocalan manîfestoya jiyana azad e û da zanîn ku çalakiya Zîlan nîşan dide divê çawa bijîn û şer bikin

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Xalîde Engîzek bi wesîleya salvegera çalakiya yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Zîlan (Zeynep Kinaci) ji ANF’ê re axivî.

Xalîde Engîzek bi bîr xist ku Zîlan di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsimê çalakiyeke fedayî lidar xist û di şexsê Zîlan de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê û şoreşê bi rêzdarî bi bîr anî.

Xalîde Engîzek anî ziman ku Zîlan bi xwe biryarê çalakiya xwe dide û wiha got: “Hevala Zîlan bi xwe li çalakiyê difikire, cihê çalakiyê diyar dike, keşif dike, plan dike û piştre jî pêk tîne. Di demekê de ku kes ne li bendê bû, li Dêrsimê di merasîma leşkerî de mîna volkanekê teqiya. Xwîna hevala Zîlan diherike nava Çemê Mûnzûrê. Ruhê hevrêya me dibe çivîk û xwe li ser peykerê Seyît Riza danî û jê re got, ‘Ez tola jin ên ciwan, bûkên xwe ji zinaran avêt hiltînim. Tola bi hezaran dêrsimiyan hiltînim ên li şikeftan hatin kuştin û hestiyên wan hîn jî li şikeftan e. Tola zarokên hatin revandin, asîmîlekirin û bi kujerên xwe ve hatin girêdan hiltînim. Ez tola keçên winda yên Dêrsimê me. Tola Besê, Alîşêr û Zerîfê me. Ez tola zarok û lîderên hatine darvekirin im’. Soza tolhildan û serketinê da Seyît Riza.

Ne tenê ji bo kuştina leşkeran Dêrsim hilbijart. Ji ber ku Dêrsim bûbû meydanek ku zarokên kurd lê dihatin asîmîlekirin. Zarokên kurd neçar dihatin hiştin ku her gavê li qadê bên komkirin û alên tirkan bihejînin, sirûda tirkan bixwînin. Îşkence li zarokan hate kirin ên bi tirkî nizanî bûn. Hevala Zîlan bi vê çalakiya xwe tirsa li dilê kurdan ji holê rakir û bû sembol. Vê çalakiyê dilê her partîzanekî li nava partiyê germ kir. Dijmin jî li pêşberî vê rêbaza nû ya çalakiyê cirifî.”

Komploya 6’ê Gulanê

Li ser pêvajoya wê demê Xalîde Engîzek ev tişt anî ziman: “Li ser Rêber Apo û tevgerê metirsî hebûn. Hevrê Zîlan bi vê metirsiyê hesiya. Van metirsiyan dibîne û pê dihese. Bi berpirsyariyeke mezin nêzî Rêbertî dibe. Zane ku Rêber Apo xwedî li nirxên bi hezaran salî yên Kurdistanê derdikeve. Zane ku Rêber Apo gelê kurd, jinên kurd û bindestan temsîl dike. Pê dihese ku di şexsê Rêber Apo de li dijî tevgera me planeke berfireh a komployê heye. Û zane ku di şexsê Rêber Apo de êrîş li tevahiya nirxên kurdan tê kirin. Sala 1996’an li dijî tevgera me planeke berfireh û tunekirinê di dewrê de bû. Ev plana komployê planeke ji rêzê nebû.

Li Misrê hêzeke mezin li hev civandin. Tirkiye û Îsraîlê tifaqeke mezin kirin. Yekîneyên ji sed hezaran kesî ava kirin. Me zanî bûn ku van li dijî Fîlistînê amade nakin. Ev hêzên qelebalix ên xwedî perwerdeya taybet şandin qada Rêbertî. Ev hemû mijarên aşkera û li ber çavan bûn. Di dawiya dawî de komploya 6’ê Gulanê kirin. Bêguman bi vê komployê re yekser êrîşî Rêber Apo kirin. Nekarîn bi ser bikevin, ew mijareke cuda ye. Lê belê armanc ev bû. Wesayîta bombebarkirî li nêzî akademiyê teqandin lê nekarîn encamê bi dest bixin.”

Zîlan xwest ji komployê re bibe bersiv

Di axaftina xwe de Xalîde Engîzek destnîşan kir ku wê demê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da çapemeniyê û li ser hesasiyet û metirsiya pêvajoyê axivî û wiha domand: “Bal kişand ser metirsiyên ku komploya di şexsê Rêbertî de li ser Kurdistanê tê kirin. Hevrê Zîlan di vê pêvajoyê de bûyeran baş fêhm dike û dixwaze bibe bersiv. Rêber Apo ji bo sekna hevrê Zîlan jî wiha dibêje; Rastiya Zîlan li pêşiya me ye. Ew jineke gelekî hêja ye. Serhildêreke gelekî mezin e. Fikrên xwe nivîsandiye û bi çalakiyeke mezin soza xwe bi cih aniye. Niha ez her roj ji xwe re dibêjim ku li pêşberî jineke wiha hêja xwedî berpirsyarî û cidiyetê me. Dibe ku hûn ji bîr bikin, lê belê wesiyeta wê heye. Wesiyeta wê ji bo me ferman e û em jî şervanên di bin fermandariya wê de ne. Li ser vê bingehê em ê dilsozê wesiyetên şehîdan bin û tu carî dest jê bernedin.”

Çalakiya Zîlan manifestoya jiyana azad e

Xalîde Engîzek destnîşan ku çalakiya Zîlan mîna gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan manîfestoya jiyana azad e û wiha pêde çû: “Ev çalakî manîfestoya me ye ku nîşan dide divê em çawa bijîn û çawa şer bikin. Li dijî xeta rastgir, teslîmkar û baweriya xwe bi serketinê nîne bû bersiv. Nîşan da ku şerê gerîla ne tenê hejmar e. Şerê gerîla îradeyeke xurt û zelaliya di fikir û hestan de ye, dewlemendiya di rê û rêbazan de ye. Ji ber vê yekê em dibêjin ku hevrê Zîlan bi tena serê xwe mîna artêşekê tevgeriya. Mîna artêşeke bi bandor. Ev çalakî mîna sîleyekê li rûyê komploger û xayînan ket.”

Ruhê Zîlan bi gerîla re li Kurdistanê şer dike

Engîzek diyar kir ku ruhê Zîlan niha li Kurdistanê bi fedayiyan re ye, bi gerîla re ye û wiha got: “Ala ku hevrê Zîlan bilind kir, bi têkoşîna jinan her roj mezin dibe. Di partîbûna jinan de kûr dibe, mezin dibe. Piştî wê bi hezaran jin û mêr ên ciwan tev li nava refên partiyê bûn.”

Her wiha Xalîde Engîzek bal kişand ser bandora Zîlan a li ser asta heyî ya têkoşîna azadiyê ya jinan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di mijara birêxistinkirina hevjiyana azad, sîstema hevserokatiyê û parastina xwe bi xwe de, Tevgera Jinan pêşengiyê ji modernîteya demokratîk re dike. Têkoşîn pêşengiyê ji avakirina jiyana komunal a demokratîk re dike. Ji bo jinên cîhanê hemûyan weke mînakek têkoşînê tê dîtin. Salên dawî bi taybetî bi Şoreşa Rojava re têkoşîna jinên kurd bandoreke xurt li jinên cîhanê kir û têkoşîn gihîşt qonaxeke bilindtir. Tevgerên jinan ên li cîhanê, li gel rêxistinên civakî yên sivîl li qadeke teng asê ma bûn. Lê belê salên dawî jinên cîhanê êdî têkoşîna xwe derbasî qadan kirin û li dijî sîstemê sekneke tund nîşan didin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar