Li ser navê Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan der barê şewata li Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ye axivî û wiha got: “Tê zanîn ku kitekiteke herî biçûk a li Girava Îmraliyê di bin kontrola dewletê de ye. Ev rewş peyama plansaziya qirkirin, komkujî û îmhakirinê ya li ser Rêbertiya me, gelê me û jinan e. Jixwe êrîşa herî mezin a li azadiya jinan, dîlgirtina Rêbertiya me ya li Girava Îmraliyê ye, ragirtina wî ya di pergala îşkence û tecrîdeke mezin de ye. Rêbertiya me xwe şiband Prometheûs û xwest qala vê rewşê bike.”
Bi domdarî jî Erzîncan da zanîn ku Ocalan beriya her tiştî di şexsê xwe de taybetiyên mêrserwerî kuşt û modeleke nû ya mêrên azad afirand û wiha domand: “Modêla mêrbûna pergala modernîzma kapîtalîst serûbin kir. Li derveyî pergala mêrserwer a pênc hezar salan modeleke jiyan û têkiliyê ava kir. Awayê ‘hezkirina’ ku ked, fikr û bedena jinê desteser dike, anku çanda tecawizê red kir. Rêbaz û pîvana mêrbûna azad di şexsê de şênber kir. Bi azadbûna jinan re civak azad dibe. Ev modêl di şexsê xwe de li ba hemû jin, kurd û bindestan ava kir. Pergala hegemonîk a mêran li hemberî vî tiştî gelekî bi hêrs e. Di şexsê Rêbertiya me de şênber dike. Evîn, hezkirin û lêgerîna jiyana azad a Rêbertiya me, rê li ber artêşa jinan, partiya jinan, jineolojî, YPJ, pergala hevserokatî û temsîliyeta wekhev vekir. Heta ku teoriyên hevjiyana azad, îdeolojiya rizgariya jinan, teoriya veqetînê û berdana heta hetayê neyê fêmkirin, heqîqeta Rêbertiya me jî nayê fêmkirin. Ez bang li hemû jinan dikim ku bêhtir xwedî li xeta azadiyê û felsefeya jiyana azad a Rêbertiya me derkevin. Çalakiyên 8’ê Adarê divê bi têkoşîna azadbûna Rêbertiya me re bibin yek.”
‘Divê em yekitiya hêzan ava bikin’
Di berdewamê de jî Erzîncan ev tişt anî ziman: “Jinên Rojhilata Navîn zû û bi lez ji hev hînî tiştan dibin û yekitiya jinan ava dikin. Jixwe têkoşîna azadiyê ya jinan di nav civakê de berfireh dibe. Beşeke girîng a mêran jî hewldana wan a azadbûnê tê dîtin. Refên têkoşîna azadiyê ya jinan berfireh dibe. Têkoşîna jinan wê tevî têkoşînên demokrasî, ekolojî, kedkar, çepgir û sosyalîst bibe yek pêşengtiyê ji têkoşîna azadî û demokrasiyê re bike. Divê em têkoşîna xwe bikin yek. Divê em yekitiya hêzan ava bikin.”
‘Jinên kurd pêşengtiyê dikin’
Erzîncan qala gerîlatî û artêşa jinan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe kir: “Di têkoşîna azadiyê ya kurdan de jin di nava artêşa jinan de cih girtin û pergala xwe ya xweser û hêzên xwe yên biryarê ava kirin. Bi vî awayî di warê parastina xwe, jin û welat de rola xwe ya stratejîk bi cih tînin. Ne pêkan e ku jin di nav artêşa mêran de kesayetî û jinbûna xwe biparêze. Artêşên netewe-dewletê nijadperest û zayenperest e. Bi çanda tecawizê re teşe girtine. Ji ber vê jî gerîlatiya jinên kurd û artêşa wan gelekî dîrokî ye. Li hemberî pergala pênc hezar salan a mêran serhildanek e. Li Kurdistanê bi tevlêbûna jinan a nav gerîlatiyê hemû sextekariyên pergala mêran hate fêmkirin. Gerîlayên jin di warê nîşandana heqîqeta jinan a dîrokî rola wan gelekî li pêş e. Bi nasname, rêxistinbûn û îradeya xwe bi tarzeke demokratîk û azadîxwaz tev li gerîlayan dibe. Gerîlayên jin ên kurd çavkaniya serbilindî û hêzê ya gelê kurd, jin û gelên Rojhilata Navîn e. Helwesta gerîlayên jin bi kesayetî û jiyana xwe, navenda hilberandina jiyana azad e.”
Têkoşîna jinan a li çar parçeyan
Têkildarî rewşa rêxistinbûna jinan a li her parçeyên din ên Kurdistanê jî Erzîncan wiha got: “Helwest û pergala jinê ya li Rojava fikareke mezin li ser pergala modernîteya kapîtalîst çêdike. Mêraniya hegemonîk naxwaze ku jin azad bibe, ji rewşa mal û milkbûnê derkeve û naxwaze ku li ser hîmê wekheviyê tev li nava jiyana civakî bibe û ji ber vê sedemê jî ji berxwdaniya YPJ’ê aciz e. YPJ’ê kodên jiyana serweriya nêr- koledariya jinê ku mêraniya hegemonîk ava kiriye parçe kiriye. Hevserokatiya ku xwe dispêrê xweparastinê ya li Rojava bi pergala temsîliyeta wehe û pergala jinê ya demokratîk, konfederalîzma jinê pêk tîne. Li Başûr jî ramanên xwe yên siyasî, îdeolojiyên xwe çi dibin bila bibin em dibêjin ku yekitiyeke mezin a jinê û hezkirina jinê geş dibe. Nêzikatiyên mêraniya serwer a klasîk ku jinê di nav malê de asê dikin, ji siyaset û jiyana civakî dûr dixin, cih nadinê û wan kêm dibînin qebûl nakin. Ev geşedanên pir girîng in. Têkoşîna azadiya jinê ya li Başûr ber bi têkoşîneke zêdetir rêxistinî û hevpar ve gavan davêje. Li gel hemû zext û zordariyan û girtinan jî li Rojhilat geşedanên girîng hene. Berxwedan geş dibe. Jin dixwazin ji xwe re bin û biryarên xwe ew bidin. Jinên Şengalê jî piştî fermanê di rojên kuştin û komkujiyan de xwerêveberiyên xwe, meclisên xwe ava kirin û li gel dijwariyên mezin jî ji nû ve xwe çêkirin. Jinên Şengalê bîrewer dibin, rêxistinî dibin, xwe didin ber xweparastinê û geş dibin. Ev geşedan wê zêdetir bibe. Di sala 2020’an de azadî û xwedîderketina li Rêbertî rojeva me ya sereke ye.
Yekitiya neteweyî
Herî dawî jî Erzîncan ev tişt destnîşan kir: “Xebatên ji bo yekitiya neteweyî ya jinê îsal jî dê bidomin. Jinên kurd, li ser mijara yekitiya neteweyî û kongreyê dê dîsa bi rola pêşeng rabin. Em ê hemû xebatên xwe yên jinan, konfederalîzma demokratîk gav bi gav geş bikin. Konfederalîzma demokratîk a jinê, ne tenê modêla rêxistiniyê ye. Amûrên afirandina felsefeya jiyana azad a jinê ye. Divê em li ser hîmê felsefeya azadiyê hûr bibin, tercihên xwe yên li ser jiyanê geş bikin, piştre jî ji bo afirandina jiyana nû sazî û rêxistiniya vê ava bikin.” BEHDÎNAN