Çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li seranserê cîhanê belav dibe. Cihê ku xebatên azadiyê li geş bûye yek jê Arjantîne. Ji Parlamenta Arjantînê şêwirmenda Vanini Biasi parlamentera Partiya Karker a Eniya Çep Juliana Cabrera ji bo ‘Projeya Deklarasyonê’ ku weşandine, peyameke bi dîmen parve kir. Di peyamê de projeya ku hemû parlamenterên Eniya Çep mohra xwe danîne binê ragihand.
Di projeyê de ji bo azadiya Rêber Apo û 10 hezar girtiyên siyasî yên Kurd bang hate kirin. Peyama Juliana Cabrera ya li ser ‘Projeya Deklarasyonê’ bi vî rengî ye:
“Birêz Serok,
Abdullah Ocalan 15’ê Sibata 1999’an hate girtin û ji hingî ve li girtîgeha li Girava Îmraliyê di nava şert û mercên giran ê tecrîdê de cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn. Ev rewşa cidî ku bi dehan sal in dewam dike, ji sala 2019’an û vir ve bi qutkirina têkiliya bi malbat û parêzeran re hîn girantir bûye.
Tirkiye ku zêdeyî 20 sal in ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan ve tê birêvebirin, bi rejîmeke otorîter a xurt tê karakterîzekirin. Li ser êşkence, kuştinê raporên bi fikar û guman tên. Rêxistinên mafên mirovan texmîn dikin ku li vî welatî zêdeyî 10 hezar girtiyên siyasî hene. Dewleta Tirk li ser Kurdistana Sûriyeyê (Rojava) û gelên li Kurdistana Iraqê dorpêçeke rojane dimeşîne. Lîderê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tecrîdkirî ye û ji ewlehiya demokratîk bêpar e.
Ji sala derbasbûyî û vir ve ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi pêşengiya rêxistinên siyasî, sendîka û mafên mirovan ji bo afirandina bandoreke xurt a navneteweyî kampanya îmzeyan tê meşandin. Ji çar aliyên cîhanê 69 xwediyên xelata Nobelê tevlî kampanyayê bûn.
Ev îmze wê pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Konseya Ewropayê bêne kirin. Di heman demê de ji bo bala civaka navneteweyî bikişîne ser parastina mafên demokratîk ên bingehîn gelek civînên çapemeniyê û meş hati lidarxistin. Ji ber vê eykê jî ji bo xurtkirina vê daxwaza mafên dmeokratîk em bang li parlamenteran hemûyan dikin ku piştgiriyê bidin vê belavokê.”