Xwepêşandanên başûrê Kurdistanê yên ji bo nan û li dijî rêveberiya hikûmetê dest pê kiribûn kete qonaxeke nû. Di vê qonaxê de kêm jî be ciwan bi rola pêşengî rabûne û daxwazê ji gel dikin ku bi yekdengî rabin ser pêyan û daxwaza mafê xwe yê jiyanî bikin.
Ligel vê jî di xwepêşandanên rojên dawî de ji ber guhnedayîna dengê gel, hinek navendên girêdayî partiyên hikûmet ava kirine yên mîna PDK û YNK’ê dan ber agir û biryardariya xwe ya çalakiyê careke din vekirî dan nîşandan.
Ji ber ku ev ne cara yekê ye xelkê başûrê Kurdistanê li ber hikûmetê radibe û daxwaza pêwîstiyên jiyanî yên mîna nan, av, elektirîk, dahata jiyanê dikin. Di van sê çar salên dawî de tim nerazîbûnên gel bi rengekî cuda û aram dihate kirin. Yek ji mînaka çalakiyan aram ên karker û dîsa mamosteyên nerazî bû, lê tevî her tiştî hikûmetê li şûna guh bide û rê çareyek peyda bike, ji nedîtî ve hat û heta cih nedan mijarên wiha jî.
Herî dawî di nav hefteyê de gel hew karî xwe li vê bigire di serî de li Silêmaniyê navçeyên wê Ranya, Germiyan, Kelar, Seyîdsadiq, Kifrî û dîsa Helebçe, Kerkûk û deverên din xwepêşandan dest pê kirin. Yek du rojên destpêkê çapemeniya girêdayî PDK û YNK’ê weke ku tiştek nebûye cih nedan van xwepêşandan û helwestên gel, lê kengî navend û cihên PDK û YNK’ê hatin şewitandin û gel biryardariya xwe ya çalakiyê nîşan dan, vê carê çapemenî kete dewreyê û hewl dan vê berovajî bikin û di nav civakê de rê li ber wê yekê vekin ku hinek kom dixwazin aramiya herêmê têk bidin, bidin nîşandan.
Dîsa li aliyê din çapemeniya din heye ku bûyeran ji nêz ve dişopînin. Çapemeniya Azad û dîsa çapemeniyên girêdayî hinek alî û hîzban bûyer weke heyî ragihandin. Yek ji van jî televîzyona NRT bû. Ji ber vê yekê hêzên ser bi hikûmetê ve avêtin ser avahiyê û televîzyon girtin. Dîsa zext li gelek weşanên herêmê kirin ku bûyeran neşopînin.
Di van xwepêşandanan de xwîn rijiya. Heta niha 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û hemû jî ciwan in. Ciwanên ku daxwaza dahata xwe dikin. Daxwaza siberojekê dikin. Ev ciwan an wê siberoja xwe dabîn bikin, yan jî wê terka welat bikin. Niha du vebijêrk li pêşiya wan heye. Jixwe nimûneyên berê li ber çav in hê di hafizeya me de zindî ye. Di xwepêşandana Şêladizê de piştî çalakiyê gelek ji wan terka welat kirin.
Herî dawî serokê hikûmetê Mesûr Barzanî li şûna ku guh bide çalakvanan bê ka çi dixwazin, bûyer şiband karên terorîstî û dîsa PKK wek berpirsê xwepêşandanan nîşan da. Heta gelek welatiyên rojavayê Kurdistanê ku ji ber şer û qetlîamên DAIŞ’ê û dewleta tirk xwe li Başûr girtin û bi cih bûne, sûcdar kir. Rasterast xwestin bûyerê veşêrin û wisa nîşan bidin ku ev çalakî ji aliyê PKK’ê û hinek kesên ji rojavayê Kurdistanê hatin tê organîzekirin. Xwest rastiya heyî bi rêya daxuyanî û medyaya xwe ji bo raya giştî ya cîhanî û derve bide berovajîkirin.
Li şûna li şaşiyên heyî yên hikûmetê vegere û çareseriyê peyda bike, berê xwe da PKK’ê. Mîna her bûyerê PKK sûcdar kirin. Nikarin çareseriyekê peyda bikin, dixwazin gel li ber PKK’ê sor bikin. Ji bo vê jî radibin rûdinin PKK’ê sûcdar dikin.
Sûcdarkirina PKK’ê weke ku wê bikaribe dawî li van kêşeyan bîne dixwaze bi medyaya xwe vê dike, lê her kesê li qadan daxwaz mafê xwe dike, gihiştiye vê rastiyê. Ji bo wê zêde wateya van gotinan namîne. Tenê dikarin mejiyên cemidî yên dora xwe bixapîne. Eger ku pirsgirêkên cidî nebe çima gel bikevin kolanan? Eger civak têr be çima wê daxwaza nan bikin? Mamoste û karmed eger ku destvala neçin nav zarokên xwe çima daxwaza mûçeyan bikin? Ciwan eger dahat û siberoja xwe li welatê xwe bibîne çima bikevin ser rêya mirinê?
Divê di serî de rayedarên hikûmetê û dîsa hemû ferdên vê civakê bigihêje vê rastiyê, çareseriya hemû pirsgirêkan diyaloga navxweyî û guhdayîna gel e. Gel hew bi gotinên mezin û vala ku tu encaman naynin, dixape.
Li vir jî divê ciwan baştir serpereştiya çalakiyan bike, bê ku tundîtîjî geş bike, bi rêyên demokratîk û rêxistinkirî daxwaza heqê xwe bike. Jin û ciwan bi yek destî li gorî plansazî û rêxistinên herêmî û demokratîk bikaribin ji rayedarên ku çav, guh û devê xwe ji her cure çareseriyê re digirin, bidin fêmkirin ku xizmetê nekin, cihê wan wê yeke din bên û xizmetê bikin.
Dîsa ji bo ziyanên canî jî pêk neyên, divê çalakî bi pîvan û rêyên demokratîk bên hilbijartin û dûr bin ji bikaranîna amûrên neguncav ku bên bikaranîn. Heta niha bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ev yek dubare nebin, çalakî bigihêjin encamê divê bi biryardarî û rêxistinî bê domandin.
Belawela wê encam negire, wê bê tepisandin. Di çalakiyên tên kirin de em dibînin hêzên ewlekariyê miameleyên ‘terorîstî’ li gel çalakvanan dikin. Ev dê ziyanên mezintir bi xwe re bîne. Ji bo vê jî divê çalakvan û hêzên ewlekariyê baldar bin, kiryarên wisa nekin ku rê li ber bûyerên mezintir bên vekirin.
Bi xwepêşandanan daxwaza mafê xwe kirin, jiyan û dahata xwe kirin, mafê herî rewa ye. Di hemû destûr û pîvanên navxweyî, derve û navneteweyî de cihê xwe heye û heta di çarçoveya demokratîk de bê kirin, encam bigire.
Ji bo vê çalakî çiqasî rêxistinî û demokratîk û girseyî be dê ewqasî bi encam be…