Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çalakiyên bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê pêk hatin de 8 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên bi pêşengiya YJA Starê de 8 dagirker hatin cezakirin, 2 kamerayên mobesse û çeperek hatin îmhakirin.

Gerîlayên HPG/YJA Starê bi çalakiyên bibandor derbên giran li leşkerên dagirker dixe. Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin, “Hêzên me ji bo bîranîna fermandar hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û silavkirina salvegera 30’emîn a damezrandina YJA Starê gelek çalakî lidar xistin. Di van çalakiyan de ku YJA Starê pêşengî jê re kir 8 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û 2 kamerayên mobesse û çeperek hatin îmhakirin.”

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê bi vî rengî ne:

“Li herêma Heftanînê;

22′yê cotmehê saet di 12:00 de li Qada Girê Şehîd Berxwedan a li Xantûrê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, çeperek û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li herêma Zapê;

23′yê cotmehê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

22′yê cotmehê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û hewldana dagirkeran a ji bo bicihbûna li çeperê hate rawestandin.

22′yê cotmehê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî derb li kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

23′yê cotmehê saet di 01:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî bi çekên giran 2 caran dest li liv û tevgera helîkopteran hate werdan.

23′yê cotmehê saet di 10:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî bi sûîqestê dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

23′yê cotmehê saet di 14:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li liv û tevgera dagirkeran hate werdan, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

23′yê cotmehê saet di 15:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

23′yê cotmehê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî bi taktîka sûîqestê kamerayeke mobesse hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

23′yê cotmehê saet di 16:30 û 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

23′yê cotmehê saet di 17:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî bi sûîqestê dagirkerek hate cezakirin.

22′yê cotmehê saet di 16:30’î de, 23’ê cotmehê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, derb li 4 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

23′yê cotmehê saet di 20:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek birîndar bû.

23′yê cotmehê saet di 22:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa dagirker a tirk ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî ye;

22′yê cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li herêma Zapê, çeperên şer carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

22 û 23’yê cotmehê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 2 caran bi droneyên bombebakirî, çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 25 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin. Teqemeniyên qedexekirî yên hatin bikaranîn bi rengê reş û bi bêhna deterjan bûn.

23′yê cotmehê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî, çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî jî 4 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

18′ê cotmehê qada Stûnê ya herêma Avaşînê 9 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

22 û 23’yê cotmehê herêmên Zap, Avaşîn, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna; Xakurkê û Barzan bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna, Xakurkê û metîna bi topan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar