PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Çalakiyên ‘Dayikên Gerîla’ dewam dike

Çalakiyên dayikên rojavayê Kurdistanê ku hefta borî li Kantona Qamişloyê pêngava bi navê ‘Dayikên Gerîla’ dabûn destpêkirin, didome. Armanca vê pêngavê êrîşên li hember çiyayên Kurdistanê û bêdengiya dewletên navneteweyî ye. Her wiha dayik dê her hefte çalakiyên cur be cur li dar bixin. Îro jî li bajarê Dêrîkê yê girêdayî Kantona Qamişloyê dayikên gerîla rabûn û bi daxuyaniyekê  şerê bê qanûnî yên ku li hember şervanên azadiyê tê meşandin şermezar kirin. Daxuyanî li Qada Şehîdan hat dayîn û bi dehan dayik tev li vê çalakiyê bûn.

Dayika Salîha di destpêkê de diyar kir ku heta şer li dijî şervanan û çiyayên Kurdistanê ranaweste dê  her li ser pêyan bin û ev tişt anî ziman: “Em bi navê dayikan ev şerê bê qanûnî yên ku li çiyayê Kurdistanê li hember şervanên me tê meşandin bi tundî şermezar dikin. Her wiha dewletên navneteweyî li hember ewqas êrîşan bêdeng dimîne, îro êrîşek bê qanûnî li çiyayên Kurdistanê rû dide û hemû cîhan jî dibîne lê belê herkes li hember vê êrîşê ker û lal dimîne. Em ê bi dil û can herdem li ser rêya şehîdên xwe û şervanên azadiyê bin. Em bi navê Dayikên Gerîla serkeftina zarokên xwe silav dikin û dibêjin em wek dewletên navneteweyî ne ker û lal in û em ê herdem li pey doza we bin. Em dibêjin êdî bes e ji êrîş û dagirkeriyê re, em ê her dem di nava çalakiyan de bin û piştgiriya zarokên xwe bikin. Em ê li hember êrîşan li ber xwe bidin û wê serkeftin para me be.”

Daxuyanî bi dirûşma ‘Berxwedan jiyan e’ bi dawî bû. QAMIŞLO 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar