PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê: 6 dagirker hatin kuştin

HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîdkî ragihand ku gerîlayên HPG û YJA Starê li Xakurkê li dijî wesayîteke Reo ya artêşa tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistine û di encamê de wesayît bi temamî hatiye rûxandin û 6 dagirker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan a li dijî dagirkerî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê ya li ser çalakiyên gerîlayan wiha ye:

“Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal; di şeva 18-19’ê gulanê de saet di 12:00 û 12:30’an bi du balafiran li Navenda Baregeha Jet a 8’êmîn a li Amedê du çalakî li pey hev lidarxistin.

Bi balafira destpêkê li avahiyekê hate xistin. Di vê avahiyê de pîlotên dagirker û personelên hêzên hewayî yên tirk tê de bûn. Balafira duyemîn jî li hangara ku balafirên şer tê de bûn xist. Ev herdu çalakî bi rengekî serkeftî pêk hat û di encamê de li Fermandariya Baregeha Jetê ya Bingehîn a dagirkeran teqînên mezin pêk hatin. Hejmara pîlotên dagirker ên hatin kuştin û birîndarkirin, nehate zelalkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

18’ê gulanê saet di 00:30’î de li herêma Xakurkê, wesayîteke bi tîpa Reo ya artêşa tirk a dagirker dema ku di navbera Girên Kevortê û Lêlikanê de diçû, bi rêbaza sabotajê çalakî li dijî wê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de wesayita bi tîpa Reo bi temamî hate îmhakirin, herî kêm 6 dagirkerên tê de hatin kuştin.

Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê hate lidarxistin.

19’ê gulanê li qada bi Tîpa T a li herêma Zagrosê li dijî dagirkerên ku tevdigeriyan çalakiyek hate lidarxistin. Dema ku 4 dagirker li hev civiyan, ji cihekî nêz ve derb i wan hate xistin. Agahiyên berfireh ên li ser vê çalakiyê wê piştre bêne parvekirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

18’ê gulanê saet di 16:30’an de li herêma Metînayê li dijî dagirkerên li ser Girê Azad bi çekên giran çalakiyek hate lidarxistin. Li vê derê 3 roket li kozikên dagirkeran ketin, 2 roket jî li derdora kozikan ketin. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehate zelalkirin.

Piştî vê çalakiyê helîkopterên Skorsky li ser herêmê geriyan, ji qereqolên li ser sînor obus li gundên Dêşîşê û Seraroyê hatin barandin. Ji ber vê bombardûmanê xisar li bax û baxçeyên li herêmê bû.

Di êrîşên hewayî de tiştek bi gerîla nehat

Artêşa tirk a dagirker bi helîkopteran û balafirên şer êrîş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan wiha ne:

19’ê gulanê saet di 12:25 û 16:45’an de Girê Zendûra yê herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.”

19’ê gulanê saet di navbera 22:00-00:00’an de qada Koordîne û Derarê yên herêma Metînayê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Heman saetê bi helîkopterên Skorsky dagirker li Girê Azad hatin danîn.

19’ê gulanê saet di navbera 23:00-03:00’an de gundên Nêrwe û Kinyanîşê, Girê Şehîd Serxwebûn ên herêma Zapê bi helîkopteran hatin bombekirin. Heman saetê helîkopterên Skosky dagirker danîn ser Girê Şehîd Serxwebûn.

19’ê gulanê saet di 12:40’î de qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

19’ê gulanê saet di navbera 20:00-22:10’an de qada Mamreşo ya herêma Avaşînê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar