Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Çalakiyên grevên birçîbûnê çalakiyên şoreşgerî ne’

 Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel k udi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, diyar kir ku li Kurdistanê gelek serdemên dîrokî rû dane û wiha got: “Grevên birçîbûnê yên îro dişibin çalakiyên berxwedana Mezlûm, Kemal û Xeyrî.” Parlamenterê HDP’î Mûrat Sarisaç jî ku polîsan ew derb kir da zanîn ku heta tecrîd neyê pûçkirin dê çalakiya wan dewam bike

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah di roja 123’emîn de ye. Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 110 roj in didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbourg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 84 roj, çalakiya koma girtiyên destpêkê ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kirin 85 roj in didome. Di 1’ê adarê de jî li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin û berxwedana wan di roja 10’an de ye. Di 3’ê adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 7’ê adarê de Parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî ligel du endmên HDP’ê dest bi grevê kirin.

‘Çalakiyên şoreşgerî’

Parlamenterê HDP’êTayîp Temel çalakiyên greva birçîbûnê, êrîş û binçavkirina çalakgeran ji ANF’ê re nirxand. Temel anî ziman ku di dîroka Kurdistanê de gelek serdemên girîng û krîtîk qewîmîne û serdema heyî jî yek ji wan serdemên krîtîk û dîrokî ye. Temel da zanîn ku çakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger qederê diyar dikin û çalakiyên şeroşgerîn e. Temel diyar kir ku ev çalakiyên şoreşgerî di serdemên wiha girîng û krîtîk de derdikevin holê û bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên sala 1982’an. Temel wiha got: “Di sala 1982’an de dema di girtîgeha Amedê de Xeyrî û Kemalan dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin, wê demê derfet tunebû û kurd di bin xetereya tunekirin û mirinê de bû. Tarîtî li ser tevahiya civaka Tirkiyeyê ferz kiribûn. Di wan şert û mercên giran de me tevan dît û dubare ji dîrokê xwend. Berxwedêrên li girtîgeha Amedê bûn ronahî ji civakê re û rêya jiyanê vekirin. Ev çalakiya dîrokî, bû ji nû ve vejîna civakê û têkoşînê. Niha jî ev şert û mercên em tê de ne dişibe serdema 1982’an. Çalakiyên grevên birçîbûnê ji xwe di serdemên wiha krîtîk de têne destpêkirin. Çawa ku rê û derfet tên qutkirin wê demê çalakiyên şoreşgerî tên destpêkirin.”

‘Tifaqa faşîst li dijî kurdan şer îlan kiriye’

Temel destnîşan kir ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bi zordestî û planên tunekirinê dixwaze kurd li ber wan çokan danin. Temel da xuyakirin ku AKP-MHP’ê bi awayek vekirî li dijî kurdan şer îlan kirine û wiha pê de çû: “Di çarçoveya vê polîtîkaya şer de AKP-MHP dixwaze bi hezaran kurd bên kuştin, destgîrkirin, girtin û koçber kirin. Di vê demê de ev plana şer ketiye dewrê. Îro ji Başûr heta Bakur, ji Rojava heta Rohilat di bin xetereyê de ye û Erdogan kolan bi kolan digere û dibêje, ‘divê kurd ji vî welatî derkeve’. Cihê ku qala wê jî dike Kurdistan e û warê kurdan û welatê kurdan e. Niha Erdogan bi vê polîtîkayê koçberiyê li gelê kurd ferz dike. Di vê serdemê de berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Girtîgehan, Hewlêr û Ewropa çalakiyên rewa û mafê xwezayî ye. Çalakger mafdar in û divê rojek ji rojê zûtir tecrîda li ser Rêber Ocalan rabe. Ev faşîzm û tarîtî destpêkê li Îmraliyê hate destpêkirin. Îmrali kengê tarî, îzole û tecrîd kirin di heman demê de welat jî tecrîd kirin. Bi tecrîdê re dest bi zilm, kuştin, komkujî, destgîrkirin û girtinê kirin.”

‘Wezîfeyeke exlaqî û hiqûqî ye’

Temel li ser armanca çalakiyê jî wiha got: “Di 1’ê adarê de li tevahiya girtîgehan dîlên azadiyê, di 3’ê adarê de jî wekîla me Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya HDP’ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 7’ê adarê de jî ez û hevalê xwe yê wekîl Mûrat Sarisaç tevlî vê berxwedanê bûn. Bi hevalên xwe yên wekîl tevî 10 HDP’iyan me dest bi berxwedanê kirin. Bi vê çalakiya derengmayî armanca me ya sereke piştevaniya berxwedêra ne. Em deng bidin bedenên roj bi roj dihelin û pêşî li mirina mirovan bigirin ku darbest ji girtîgehan dernekeve. Ev wezîfeyeke exlaqî û hiqûqî ye. Ev wezîfeya me siyasetmedaran e. Lê belê faşîzmê xwe li vê derê jî nîşan da.”

‘Bi çekên lûle dirêj êrîşî wekîlan kirin’

Temel nerazîbûn nîşanî êrîşa li ser rêxistina wan a Amedê jî da û wiha got: “Berî rojekê bi hezaran polîs û kesên rûyê wan girtî bi çekên lûle dirêj bi ser avahiya me ya Amedê de girtin. Deriyê avahiyê şikandin, çek li wekîlan û çalakgeran kişandin. Bi sedan dildarên HDP’ê hatin ku piştevaniyê bidin çalakgeran, polîsan bi awayekî hovane êrîş kirin û destûr nedan welatî werin partiya xwe. Çi dibe bila bibe wê ev berxwedan bidome, hevalên me yên binçavkirî dê di nava wan şert û mercan de jî berxwedana xwe didomînin. Em jî sê wekîl li avahiya HDP’ê ya Amedê berxwedana xwe didomînin. Ez bang li her kesî dikim ku deng bidin dengê berxwedêran. Armanca vê berxwedanê rabûna li ber bêhiqûqî û bêedaletiya li Îmraliyê ye. Li Îmraliyê sûcê li dijî hiqûqê pêk tê. Divê rêzdar Ocalan bikaribe bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike. Ev daxwazek hiqûqî û rewa ye. Dewlet ji raman û fikrê rêzdar Ocalan ditirse. Têkiliya rêzdar Ocalan û civakê hezim nake û ji bo vê yekê tecrîdê kûr dike û êrîşî gel dike.”

‘Dê dorpêça faşîzmê bê şikandin’

Temel anî ziman, ji ber ku wan ji derve rol û rista xwe pêk neanî, dîlên azadiyê li dijî faşîzmê ketin dewrê û wiha got: “Ji ber ku li derve li dijî faşîzmê em tênekoşiyan û me wezîfeya xwe bi cih ne anî, hevrêyên me yên li girtîgehê ketin dewrê û bedana xwe dane ber mirinê. Her ku çû zilm, zordestî û tarîbûn zêde bû û hevalên me yên li girtîgehan ev yek ji nêz ve dîtîn û li dijî faşîzmê ketin dewrê. Girtîgehan her tim dorpêça faşîzmê şikandine û dê îro jî ev dorpêça faşîzmê were şikandin. Weke her demê îro jî girtîgehan rola xwe ya dîrokî pêk aniye. Ev bangeke ji bo civaka ku berpirsyariya xwe pêk nayne. Ev ji bo siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr, hunermend û mirovahiyê hewar û bang e. Ev hewar dişibe berxwedana Kemal, Xeyrî û Mezlûman.”

Heta tecrîd neyê pûçkirin dê çalakî dewam bike

Piştî parlementerên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û endamên HDP’ê li avahiya HDP’a Amedê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kirin, polîsan êrîşî avahiya HDP’ê kirin, derî û paceyên avahiyê şikandin, parlementerên HDP’î derb kiribûn 7 endamên HDP’ê yên di greva birçîbûnê de jî binçav kiribûn. Di êrîşa polîan de yek ji parlementerên hat derbkirin jî Mûrat Sarisaç bû. Polîsan bi pehînan êrîşî Sarisaç kir û ew derb kirin. Sarisaç li ser êrîşa polîsan ji Ajansa Mezopotamyayê re axifî û dazanîn ku hiqûqa dijminahiyê pêk tê û dewlet veguheriye dewleta qebîleyî.

Sarisaç, destnîşan kir ku çalakiya greva birçîbûnê mafekî demokratîk e û wiha got: “Çalakiya greva birçîbûnê zirarê nade tu kesî, mirov bi bedena xwe doza daxwazên xwe dike. Di qanûna bingehîn de bi tu awayî ne sûc e. Lê êdî bi hikûmeta AKP-MHP’ê re mirov xweziya xwe bi qanûna bingehîn a darbeyê jî tîne. Hevalên me ji ber ketin greva birçîbûnê hatin binçavkirin. Piştî 4 rojan şûnde hatin berdan. Lê careke din bi heman hincetê hatin binçavkirin. Dozgerî jî diyar dike ku ev çalakî ne sûc e. Hatin berdan lê dîsa hatin derbkirin û careke din hatin binçavkirin. Nirxên mirovahiyê bin pê dikin.”

Sarisaç bilêv kir ku zêdetirî hezar polîs avêtiye ser avahiya partiyê û got: “Bi hezaran polîs deriyên me şikandin û ketin hundir. Hevalên me yên parlementer ji bo muzakereyê li ber avahiya partiyê bûn lê belê polîsan ew jî derb kirin. Li hundur jî çek li me kişandin. Em derb kirin û bi pehînan êrîşî me kirin û gef li me xwarin. Li avahiya partiyê tu dever nema ku texrîb nekirin. Hevalên me yên din ên di greva birçîbûnê de jî erdê ve hatin kişandin, hatin derbkirin û hatin binçavkirin.”

‘Encama polîtîkayên faşîzan e’

Sarisaç bilêv kir ku polîsan di hundurê avahiyê de fîşekên plastîk berdane û wiha got: “Êdî daxwaza ji bo mafekî biçûk jî dibe sedema heqaret, derbkirin û binçavkirinê. Ger hûn li Kurdistanê bin, hebikî jî HDP’î bin, hûn tên krîmînalîzekirin. Ev yek dibe sedema girtinê jî. Heta polîsak ji jorê fermanê negire nikare tiştekî wisa bîne serê parlementeram. Polîsekî dît em dîmenê wî dikişînin jî lê bi awayekî berbiçav êrîş kir. Eleqeya vê bi hêrsbûna polîstiyê tune ye. Ev encama kîn û nefreta serokomar û Wezîrê Karên Navxweyî ya ji bo kurda ye. Faşîzm, bîrdoziya dewletê ye. Wezîrê Karên Navxweyî bi daxuyaniya xwe giliyê xwe kir. Nikare erkên xwe li gor hîsên xwe bi kar bîne. Ev sûc e.”

‘Ez dereng jî mam’

Sarisaç destnîşan kir ku çi dibe bila bibe dê çalakiya wan dewam bike û wiha got: “Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan, berdewamiya qirkirinê ye ku li ser gel tê pêkanîn. Tecrîdkirina birêz Ocalan, polîtîkaya ji bo tunekirina gelekî ye. Em li dijî vê derketin. Leyla Guven, ji bo şexsê xwe dest bi vê çalakiyê nekir. Der barê pêşerojê de endîşe lê peyda bûn û dest bi vê çalakiyê kir. Ji bo min dereng jî maye. Di vî warî de xwe rexne dikim. Heta tecrîd neyê pûçkirin û heta daxwaz neyên qebûlkirin wê ev çalakiya me dewam bike.” AMED

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar