KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Çalakiyên ji bo bîranîna Akîf Yilmaz û Delal Nûrhak çalakî hatin li darxistin

Di çalakiyên tolhildanê de yên ji bo bîranîna Akîf Yilmaz û Delal Nûrhak hatin lidarxistin de, 4 dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

“Ji pêşengên Berxwedana 14’ê Tîrmehê, sembola sekna mînak a dilsoziya bi doza azadiyê ya gelê me û partiya me PKK’ê, ewladê leheng ê xelkê me yê Serhedê û şoreşê mezin hevrêyê xwe Akîf Yilmaz di salvegera 40’emîn a şehadeta wî de bi rêz û minet bi bîr tînin. Sekna lehengî ya hevrê Akîf a li dijî dijmin, dilsoziya wî ya bi doza azadiyê, sekna wî ya li dijî zext, îşkence û zilmê wê ji bo me timî bibe mînak û em soz didin ku armancên wî bi ser bixînin.

Di encama çalakiyên tolhildanê yên hêzên me de ku ji bo bîranîna hevrê Akîf Yilmaz û Delal Nûrhak hatin lidarxistin, 4 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Teqemeniyên ku dagirkeran ji bo bombekirina çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê amade kiribûn jî hatin îmhakirin. Artêşa tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 6 caran bi bombe û çekên kîmyewî, 18 caran bi balafirên şer, 26 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan carî jî bi obus, hawan û çekên giran bombebaran kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakî û êrîşan wiha ne; Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

14’ê îlonê saet di 13:50’î de li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li qada Şehîd Bahoz, bi rêbaza sabotajê çalakî hate lidarxistin û herî kêm dagirkerek hate cezakirin. Piştî çalakiyê dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

14’ê îlonê saet di 16:40’î de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya li Çemço xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

14’ê îlonê saet di 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemço tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

14’ê îlonê saet di 22:50’î de li Qada Berxwedanê ya Saca, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

14’ê îlonê saet di 12:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi sabotajê li dagirkeran xistin ên berê xwe dabûn çeperên şer. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Di heman demê de teqemeniyên ku dagirkeran ji bo bombekirina çeperên me yên şer amade kiribûn, hatin îmhakirin.

15’ê îlonê saet di 04:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger dagirker xistin bin kontrola xwe û piştre bi çekên giran lê dan.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi bombe û çekên kîmeywî;

14’ê îlonê çeperên şer ên li Qada Berxwedanêya Şikefta Birîndara û çeperên şer ên li qada Şehîd Bahoz 6 caran bi çekên kîmyewî û bombeyan hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

14’ê îlonê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Sîda û Saca 18 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

14’ê îlonê Qadên Berxwedanê yên Saca, Kurojahro, Şehîd Fedakar, Girê Hakkarî, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê 26 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

14 û 15’ê îlonê, Qadên Berxwedanê yên Sîda, Girê Hakkarî, Girê Cûdî û Girê FM bi obus, hawan û çekên giran bi dehan carî hatin bombekirin.

14’ê îlonê artêşa tirk a dagirker hewl da bi kepçeyan tunel û çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.

14’ê îlonê drone li ser Qada Berxwedanê ya Girê FM geriya.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar