Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Çalakiyên ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê û tolhildanê: 10 dagirker hatin kuştin

Li Şemzînanê ji bo silavkirina 15'ê Tebaxê çalakî hat lidarxistin û 8 leşkerên tirk hatin kuştin. Li Metînayê jî ji bo hilanîna tola Îbrahîm Hesen ê ji aliyê dewleta tirk ve hat qetilkirin, çalakî hat lidarxistin û 2 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der berê çalakiyên gerîlayan de daxuyanî da û ev agahiyan parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

Hêzên me 14’ê tebaxê saet di 03:00 de li qada Girê Koordîne ya herêma Metînayê li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî kirin. Baskê destpêkê yê çalakiyê li çeperekê xistin ku dagirker tê de bûn. Li vê derê 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî destpêkê sîstema kamera ya mobesse desteser kir, piştre jî îmha kir.

14’ê tebaxê saet di 12:40’î de li qada Girê Kato ya Metînayê bi çekên giran li dijî dagirkeran çalakî hat lidarxistin. Hedefên hatin diyarkirin bi rengekî serketî li wan hat xistin.

Herdu çalakiyên serketî yên li herêma Metînayê ji bo hilanîna tola welatparêzê hêja yê ji başûrê Kurdistanê Îbrahîm Hesen hatin lidarxistin ku Hesen li gundê Dêşîşê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hat şehîdxistin.

14’ê tebaxê saet di navbera 20:30-21:30’î de li qada Qaşûrayê helîkopter geriyan, heman saetê li nehiya Kanî Masî ya Amediyê zeviyên gundê Derarê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

14’ê tebaxê danê sibehê li dagirkeran hat xistin ku dixwestin bombeyan li çeperên şer ên li qada Girê Sor bibarînin.

14’ê tebaxê dagirkeran saet di navbera 10:00-19:00 de li dijî tunelên şer ên li qada Werxelê gazên kîmyewî bi kar anîn.

14’ê tebaxê saet di navbera 22:40-23:00 de tunelên şer ên li qada Werxelê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

15’ê Tebaxê saet di navbera 03:00-08:00 de bombardûmaneke giran li ser tunelên şer ên li qada Werxelê hat kirin û gazên kîmyewî hatin bikaranîn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Geverê;

6’ê tebaxê saet di 10:30’î de 2 wesayîtên leşkerî yên dagirkeran ên ji navçeya Şemzînanê diçû qereqola Gemanê hatin kontrolkirin. Yek ji van wesayîtan, wesayîta leşkerî ya bi tîpa Kîrpî bi rêbaza sabotajê hat teqandin. Di vê çalakiya serkeftî de 8 dagirker hatin cezakirin.

Ev çalakî ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî hat lidarxistin.

Artêşa tirk a dagirker 9’ê tebaxê li qada Mêrgûmarê ya herêma Besta ya Şirnexê li deverên Girê Tenûrê û Girê Gêsinê dest bi operasyonê kir. Ev operasyon hîn jî dewam dike.

15’ê Tebaxê saet di navbera 04:30-05:00 de li herêma Zapê ji qereqolên li ser sînor obus li qada Çemço hatin barandin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar