Navenda Nûçeyan
Greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem ku girtiyên PKK û PAJK’ê bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dabûn destpêkirin, di roja 43’yemîn de bi biryardariyeke mezin didome.
Ji aliyê din ve çalakiya li Wargeha Mexmûrê ku bi heman armancî hatiye destpêkirin, 22 rojan li pey we hişt. Şêniyên wargehê ji bo piştgirî û moraldayîna çalakgeran bi awayek girseyî serdana Saziya Malbatên Şehîdan a ku çalakî lê tê meşandin, dikin.
Her wiha bi heman armancî kurdistaniyên li Fînlandiyayê, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Greva birçîbûnê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li paytexta Helsînkiyê dest pê kir. Greva ku 5 kes tev li bûne dê 3 rojan dewam bike.