Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Çalakiyên li dijî tecrîdê pêl bi pêl belav dibin

Li gelek bajaran ji bo balkişandina çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, çalaki pêk hatin. Di çalakiyan de hat xwestin ku polîtîkayên tecrîdê yên li dijî mirovahiyê bi dawî bibin

Navenda Nûçeyan

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, di roja 50’emîn dewam dike. Di serî de li Mêrdîn, Şirnex, Riha, Îzmîr û Enqerê, li gelek bajar û navçeyan, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê çalakî û bernameyên cur bi cur hatin lidarxistin.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay rêveberên rêxistinên bajêr û navçeyan û Dayikên Aştiyê tev li çalakiya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hat lidarxistin bûn.

Di çalakiyê de Dayika Aştiyê ku di heman demê de dayika girtiyan e, Nurê Tarlak axivî û wiha got: “Em dayik in. Em ji aşitiyê zêdetir tiştek naxwazin. Îro zarokên me ji bo tecrîda girankirî ya li ser me hemûyan ketine greva birçîbûnê. Ji bo ku girtî zirarê nebînin, ji bo ku aştî çêbibe û tecrît were rakirin pêwîst e em hemû dest bidin destê hev. Banga min ji dayikan  û hemû kesên bi wijdan re ye. Dengê girtiyan bibihîzin. Heta ku daxwaza zarokên me bi cih neye em ê têbikoşin û xwedî li daxwaza wan derkevin. Daxwa wan daxwaza me ye. Bijî berxwedana zindanan.”

Dûre Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Hêvîdar Dînç, daxuyanî da û wiha  got: “Di sedsala 21’emîn de di erdnîgariya ku em lê dijîn de parastina mafên xwe, meşandina siyaseta demokratîk û tenê aştî xwestin dibe sedema bedelên giran. Ango dad jî û mafên muhalîfetê kirine bin pêyan. Ji 15’yê Sibata 1999’an heta roja îro tecrît li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin.  Îro ji çalekiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîta girankirî ya li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê tê meşandin di roja xwe ya 50’emîn de berdewam dike. Ji bo ku em piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan em li vir amade ne. Pêwîst e ku rewşa girtiyan li ber berçavan were girtin û tecrîda li ser wan were şikandin.”

‘Mafên girtiyan ji wan hatiye girtin’

Dînç bal kişand ser binpêkirinên mafên girtiyan û ev tişt anî ziman: “Di aliyê tendirustî, derûnî  û ewlehiyê de girtî bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Cezayên disiplînê bi awayek kêfî tên birîn û hevalên me di hucreyên yek kesî de tên girtin. Lêgerînên tazî tên kirin, mafên wan yên tenduristî û hevdîtinan tên astengkirin. Nêzîkatiyên ku rûmeta mirov pê dişikînin tên kirin. Di nava tecrîdê de tecrît li ser wan tê meşandin. Geh di hundir de geh jî ji derve kesên muxalîf tên tecrîdkirin. Banga me ji hemû kesên muxalif re ye. Hemû bertekên civakî ji aliyê dewletê ve tên terorîzekirin. Dixwazin hemû civakan li gorî xwe bi teşe bikin û wan bê nefes bihêlin. Ji ber vê sedemê jî em hemû girseya muxalîf vedixwînin têkoşîna demokrasiyê. Werin em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin.”

‘Berxwedana girtiyan berxwedana me ye’

Wekîla HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay jî, axaftine kurt kir û wiha got: “Greva birçîbûnê di roja xwe ya 50’emîn de berdewam dike. Em ji Nisêbînê bang li Tirkiye, hemû gelên muxalif, bang li îktîdarê û kesên demokrat dikin. Girtî 50 roj in di greva birçîbûnê de ne û 2 daxwazên wan hene. Ya yekem û sereke şikandina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Ew daxwaz dikin ku Tirkiye qanûnan pêk bîne. Daxwaza duyemîn jî bi dawîanîna binpêkirinên mafên girtiyan e. Demek dirêj e gef û îşkence li girtîgehan pêk tên. Ji ber pandemiyê jî îktîdarê alîgirên xwe û hemû girtiyên edlî serbest berdan. Bi lez girtîgeh hatin valakirin, lê girtiyên siyasî nehatin berdan.  Li dijî wê hin girtin çêbûn. Ango gef û tundiya li ser wan hat zêdekirin. Îro ji bo em bibin dengê wan amade bûn. Daxwaza wan daxwaza me ye. Divê dawî li tecrîdê were anîn. Ji ber ku tecrît li hemberî demokrasiyê kelepçeyek e. Berxwedana wan berxwedana me ye.”

‘Xwedîderketina girtîgehan erkek exleqî ye’

HDP a navçeya Sîlopiya ya Şirnexê jî li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera HDP’ê Nuran Îmîr û rêveberên HDP’ê yên navend û navçe û malbatên girtiyan, tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê HDP’ê yê Sîlopyayê Kadîr Kunur ve hat xwendin.

Kunur diyar kir ku divê hikûmet demildest guh bide daxwazên girtiyan û wiha got: “Îro li gelek girtîgehan, greva birçîbûnê dewam dike. Hikûmet li şûna rêbazên çareseriyê, tundî û zordestiyê tercîh kiriye. Îro xwedî derketina girtîgehan berpirsiyartiyeke exleqî û wîjdanî ye. Em li cem têkoşîna girtiyan cih digirin û careke din li vir bang li hikûmetê dikin ku berpirsyariya xwe bi demildest pêk bîne.”

Pişt re parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Îmîr jî bal kişand ser çalakiya grevên birçîbûnê û ev tişt anî ziman: “Di girtîgehan de, girtî bi pêkanînên li dijî mirovahiyê re rûbirû ne. Îro Tirkiye bi du lingan tê meşandin. Lingek vê rêbazê qeyûmanane û yê din jî girankirina tecrîdê ye. Bi vê pergalê dixwazin di şexsê girtiyan de, tecrîdê li seranserî Tirkiyeyê belav bikin û bi vî awayî welat rêve bibin. Îro li dijî van pêkanînan, bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Ji bo ku ev pêkanînên li dijî mirovahiyê bi dawî bibin bedena xwe ji birçîbûnê re razandine. Divê hikûmet guh bide daxwazên girtiyan û bi lez vê helwesta xwe terk bike.”

Banga hestiyariyê

Rêxistinên HDP’ê yên Riha, Enqere û Îzmîrê jî bi armanca piştevahiya bi girtiyan re, di heman çarçoveyê de, çalakî li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û daxwaza bi dawî kirina tecrîd û binpêkirinên mafan girtiyan hat kirin. Çalakvanan da zanîn ku daxwazên girtiyan daxwazên wan e û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar