Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çalakiyên silavkirina 15’ê Tebaxê: 6 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi armanca silavkirian Pêngava Vejînê ya 15’ê Tebaxê çalakî kirin. Di çalakiya li Heftanînê hat kirin de 6 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“Li herêma Heftanînê di çarçoveya  Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de;

2’yê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li navberna Girê Şehîd Bêrîvan û Şehîd Çiyager operasyona dagirker daye destpêkirin. Hêzên me yekîneyeke operasyonê kontrol kirin û 2 caran bi taktîka sabotajê çalakî kirine. Di encama çalakiyê de ji yekîneya dagirker ku bûyî hedef 4 jê hatine cezakirin. Dagirker, êvarî windahiyên xwe bi helîkoptêrê ji qadê rakirine.

5’ê tebaxê saet 07:00’an li qada Bektorya dagirkerên ku dixwestin ji Girê Sîpan ber bi Girê Kartal ve biçin bi taktîka sabotajê derb li wan hatiye xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin, yek jê jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker windayên xwe ji qadê bi helîkoptêrê rakirine, li qada Keşanê operasyoneke dagirker dane destpêkirin. Ev operasyon heman rojê saet 17:30’an bêyî encamê vekişiyaye.

Hêzên me yên Heftanînê ji bo ku Pêngava 15’ê Tebaxê, Cejna Vejîna Neteweyî ya gelê me silav bikin, di çalakiyan e 6 dagirker ceza kirine û yek dagirker birîndar kirine.

Herêma Avaşîn û Zapê yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagorosê  de;

6’ê Tebaxê saet 15:30’î li dijî dagirkerên li devera Girê Sor a Avaşîn ya xwestin çeper çêbikin, hêzên me ji nêzîk ve li wan da. Li ser mudaxeleya hêzên me dagikeran xebatên çêkirina çeparan dane sekinandin û qedemeyek xwe paş ve dane.

6’ê tebaxê saet 16:30’î hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dijî dagikerên li Kela Bedewê ya Zapê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de hedefên hatibûn diyarkirin li wan hat dayîn.

Artêşa TC a li ber berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê encam nagirin û li ber çalakiyên bi bandoar derbên giran dixwin, li dijî tunelên şer bi zêdahî gazên kîmyewî bikar tîne û bê navber sûcên xwe yên şer didomîne.

6’ê tebaxê saet navbera 07:00-19:00’an li dijî tunelên şer ên li Werxelê ya Avaşîn 8 carî gazên kîmyewî hatiye bikaranîn. Heman rojê saet 21:00’an bi teqemeniyan êrîşî tunelên şer hatine kirin. Li ser herêmê tevgerkî zêde ya dronan heye.

5’ê tebaxê saet 21:30’î dever Girê Şehîdan a Xakurkê, 6’ê tebaxê saet navbera 11:30-12:00’an deverên Girê Şehîd Heqî û Ava Lolan ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirin.

6’ê tebaxê saet navbera 22:40-23:20’î li Mervanos, Tabûra Ereban û Banista yên Avaşînê tevgera helîkopteran pêk hatin. Heman rojê 10:00-10:30’î jî qontara Girê Sor bi çekên giran hatiye bombekirin.

7’ê tebaxê saet navbera 03:00-05:00’an gundên Hirorê, Derarê û Kêste yên girêdayî Kanî Masî ya Amêdiyê ji xetên sînor bi obus û hewanan hatiye bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar