Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

Çalakiyên tol hilanînê: 4 dagirker hatin kuştin

HPG'ê ragihand ku li herêma Avaşînê ji bo hilanîna tola gerîlayên bi çekên kîmyewî li qadên Girê Sor û Mamreşo şehîd bûn, çalakiyeke berfireh lidar xistin. Di çalakiyê de herî kêm 4 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan û êrîşên artêşa tirk a dagirker daxuyanî da û ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

6’ê cotmehê saet di 13:30’î de li qada Kela Mamreşo ya Avaşînê, li dijî dagirkeran çalakiyeke gerîla ya ji du baskan ve ji aliyê tîmên gerîla yên bi tevger ve hat kirin. Baskê destpêkê ji cihekî nêz ve li 2 çeperan xist. Di vê çalakiyê de her du çeper hatin îmhakirin û herî kêm 4 dagirkerên di çeperan de hatin cezakirin. Baskê duyemîn jî ji nêz ve li çeperekê û dagirkerên li dora çeperê xist. Di vê çalakiyê de çeper û kamera mobesse ya di çeperê de hatin îmhakirin. Hejmara dagirkerên li vê çeperê hatin cezakirin nehate zelalkirin. Dagirkeran piştî çalakiyê kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê birin.

Ev çalakiya berfireh ku di encamê de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin, 3 çeper û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin, ji bo hilanîna tola hevrêyên me yên li Girê Sor û Mamreşo hat lidarxistin ku di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên qedexkirî ve şehîd bûn.

6’ê cotmehê saet di 08:30’î de hêzên me li dijî qereqola Şikêr a li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de sîstemeke kamera ya mobesse hat îmhakirin.

6’ê cotmehê saet di navbera 23:50-00:20’î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qada Mamreşo geriyan.

6’ê cotmehê saet di navbera 08:30-09:30’î de li herêma Zapê qada Çiyayê Reş ji aliyê artêşa tirk a dagirker ve bi çekên giran hate bombekirin.

6’ê cotmehê saet di 13:50’î de li herêma Avaşînê qada Mamreşo ji aliyê artêşa tirk a dagirker ve bi obus û çekên giran ve hat bombekirin.

7’ê cotmehê saet di navbera 09:00-09:20’î de li herêma Zapê, qadên Kunîşka û Sîdayê bi balafirên şer hatin bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar