Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çalakiyên YJA Starê: 10 dagirker, wesayîtek û stasyoneke bazê hat îmhakirin

Gerîlayên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Egîdên Botanê de li navçeya Şaxê ya Wanê çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de 10 dagirker, wesayîtek û stasyoneke bazê hatin îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyanî da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Egîdên Botanê de;

6’ê tebaxê saet di 05:00 de li navçeya Şaxê ya Wanê stasyoneke bazê ya dewleta tirk a dagirker a li gundê Şaminisê ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat îmhakirin. Piştî çalakiyê leşkerên artêşa tirk a dagirker bi 2 wesayîtan hatin qada çalakiyê û ji aliyê hêzên me ve hatin şopandin. Wesayîteke bi tîpa Transît a dagirkeran a dihate kontrolkirin, 7’ê tebaxê saet di 16:00 de bi rêbaza sabotajê hate îmhakirin û 10 dagirker hatin cezakirin.

Hêzên me yên YJA Starê yên li eyaleta Botanê, ev çalakî ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê li dar xistin ku cejna me ya Vejîna Neteweyî ye. Di vê çalakiyê de bi giştî 10 dagirker hatin cezakirin, wesayîtek û stasyoneke bazê hatin îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêmên Xakurkê, Zap û Avaşînê;

6’ê tebaxê serê sibehê li herêma Xakurkê bi çekên giran li dagirkerên li ser Girê Şehîd Şahan hat xistin. Di vê çalakiyê de bi rengekî serkeftî li hedefên hatin diyarkirin, hat xistin.

7’ê tebaxê saet di 11:00 de li herêma Zapê hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Cîloyê Biçûk xistin. Hejmara dagirkerên ku di vê çalakiyê de hatin cezakirin nehate zelalkirin.

8’ê tebaxê saet di 10:00 de li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên ku hewl didan çeperan li qada Girê Sor çêbikin çalakî hat lidarxistin. Di encama destwerdana serkeftî ya hêzên me de dagirkeran dest ji çêkirina kozikan berdan û bi qedemekeyekê xwe vekişandin.

7’ê tebaxê saet di navbera 22:15-03:40’î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser Girê sor, Girê Spî, Tabûra Ereban, Girê Silêman û Mamreşo geriyan.

7’ê tebaxê saet di navbera 21:00-02:30’î de li herêma Avaşînê tunelê şer ê li qada Werxelê bi teqemeniyan û helîkopterên êrîşê hatin bombekirin. Saet di navbera 10:15 û 11:00 de tunelên şer ên li qada Girê Sor û quntara Girê Sor bi çekên giran hatin bombekirin.

Heman rojê artêşa tirk a dagirker 5 caran bi gazên kîmyewî êrîş bir ser tunelên şer. Liv û tevgera zêde ya Droneyan a li ser qadê dewam dike.

Di van êrîşên artêşa tirk a dagirker de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar