Çalakvanên greva birçîbûnê Cemal Kobanê, ji ber ku rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû, rakirin nexweşxaneyê. Têkildarî rewşa Kobanê tu agahî nehatin bidestxistin
Welatiyê bi navê Cemal Kobanê, ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sê meh in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Kobanê ku rewşa wî ya tenduristiyê aloz bû, rakirin nexweşxaneyê.
Têkildarî rewşa tenduristiyê ya Kobanê de tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Hêjayî gotinê ye ku çalakvan Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mistefa Tûzak û Şiyar Xelîl li lokala NAV-DEM’ê ya li Berlînê di greva birçîbûnê de ne. Çalakiya Mele Mûstafa Tûzak di roja 107’an de, ya Cemal Kobanê û Omer Bagdûr jî di roja 91’an de ye. Çalakiya Şiyar Xelîl jî di roja 94’an de berdewam dike. BERLÎN