Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîdê li Silêmaniyê dewam dike. Çalakvanên jin bang li jinên başûrê Kurdistanê kirin ku bi rengê xwe tev li çalakiyan bibin
Ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li seranserê Kurdistan û Ewropayê çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin. Gelê kurd û dostên wan bi van çalakiyan daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan dikin. Bi vê boneyê çalakiya greva birçîbûnê ya li Silêmaniyê jî bi komên nû dewam dike.
Di koma nû ya çalakiya greva birçîbûnê de 2 dayik hene. Yek ji wan Zîlan Rojhilat (38) xelkê bajarê Selmas ê rojhilatê Kurdistanê ye. Dayika Zîlan dayika 2 gerîlayane û nêzî 12 sal e li başûrê Kurdistanê dijî. Ya din jî jina bi navê Fatme Ehmed e û 2 keçên wê jî di nav refên PKK’ê de ne. Her 2 çalakvanên jin li ser armanc û girîngiya çalakiyên greva birçîbûnê ji ajansa RojNews re axivîn.
Ew êdî tecrîdê qebûl nakin
Zîlan Rojhilat diyar kir ku ew wekî dayikek piştgiriya xwe ji bo Leyla Guven, Nasir Yagir û hemû çalakgerên din radigihîn û xwest hemû jinan ji bo piştgiriyê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan tev li çalakiyan bibin.
Rojhilat bang li hemû jinên rojhilatê Kurdistanê kir da ku xwe perwerde bikin û jiyanek azad bidestbixin û got ku ew êdî tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin.
Bang li jinên Başûr kir
Jina bi navê Fatme Ehmed ku 2 keçên wê din av refên PKK’ê de ne jî ev tişt anî ziman: “Ez bi nasîna tevgera PKK’ê gelek kêfxweş im. Zarokên min di nava refên PKK’ê de ne û ez jî niha di greva birçîbûnê de me. Ez bang li jinên başûrê Kurdistanê dikim da ku bi rengê jinan tev li çalakiyan bibin.”
Hêjayê gotinê ye çalakiya greva birçîbûnê ya Komeleya Karkerên Mezopotamya a li Silêmaniyê ji bo şikandan tecrîda li ser Ocalan di roja xwe ya 91’an de dewam dike. Çalakî bi koma 46’an dewam dike. SILÊMANÎ