Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çalakvanên li Sêmalkayê: Em li vir in

Çalakiya li deriyê sînor ê Sêmalkayê dewam dike. Çalakvanan li hember girtina deriyê sînor ê Pêşxabûrê bi destê PDK'ê, bertek nîşan da û got ku ev li vir in

PDK bi kiryarên xwe nîşan dide ku li gorî talîmata dewleta tirk a dagirker tev digere û vê carê jî deriyê sînor ê Sêmalkayê girt ku 74 roj in ji bo radestkirina cenazeyên gerîlayên şehîd çalaki lê dewam dike.

Hêzên PDK’ê a di 15’ê kanûnê de bi bombeyên gazê û avê bersiv da çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a li ser sînor û çapemeniya wê jî hewl dide berteka mafdar a çalakgeran krîmînalîze bike.

Televîzyona Rûdaw û çapemeniya din a nêzî wan çalakiya li Sêmalkayê wek ‘çend kes bi darê zorê anîne û çalakiyê pê didin kirin’ nîşan da.

Bi girtina sînor bersiv dan daxwazên wan

Endama meclisa navçeya Dirbesiyê Şêra Merzo ku yek ji çalakvanan e, bi bîr xist ku ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine şehîdkirin, çalakiyê didomînin û wiha got: “Dayikên dilşewat cenazeyên zarokên xwe dixwazin. Lê belê bersiva PDK’ê ya ji bo vê daxwazê, girtina deriyê sînor bû. Em dixwazin li ser navê hevgirtina gavan biavêjin lê ew berevajî vê yekê dikin.”

Şêra Merzo destnîşan kir ku dê dest ji yekitiya neteweyî ya kurdan bernedin û ev tişt anî ziman: “Em hêvî dikin ku dayikên şehîdan cenazeyên zarokên xwe wergirin. Bi vî rengî dilê dayikan dê hinekî êmin bibe. Hêvîdar im kurd li dijî dijminên xwe yên rastîn bibin yek.”

Li ser navê yekitiyê tiştekî naxwazin 

Endamê meclisa navçeya Dirbesiyê Yasîn Mehmûd jî diyar kir ku şehîdên azadiyê xwedî nirxên neteweyî ne û wiha axivî: “Bi nedayîna cenazeyên şehîdên me, li ser navê hevgirtina di nava kurdan de pêşketineke baş naxwazin. PDK her tim dixwaze ji yekitiyê dûr bikeve.”

Mehmûd bertek nîşanê kiryarên PDK’ê yên dawî da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hevalên me yên ciwan li vê derê çalakî li dar xist lê hêzên PDK’ê gule berdan û bi kevir û gazê bersiv da. Pirên li deriyê sînor girtin. Lewma nîşan didin ku ew yekitiya kurdan naxwazin. Çalakiya li vê derê bi rojan e dewam dike. Heta ku em cenazeyên şehîdên xwe wergirin, çi ji destê me bê em ê bikin û çalakiya xwe bidomînin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar