Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Çalakvanên li Strasbourgê: Ocalan mîsogeriya jiyana bi hev re ya azad e

14 çalakgerên li Strasbourgê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan 161 rojan di greva birçîbûnê de, îro bi daxuyaniyekê dawî li çalakiya xwe anîn. Çalakgeran grevên birçîbûnê weke serkeftineke dîrokî pênase kirin û ev serkeftin diyarî şehîdan û dayikan kirin

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Strasbourgê bi tevlêbûna 14 çalakgeran di 17’ê kanûna sala 2018’an de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir. Çalakgeran îro piştî peyama Ocalan ku dixwest dawî li çalakiya xwe bînin, bi daxuyaniyekê dawî li çalakiya xwe anîn.

Di daxuyaniyê de bi dehan kesên ji bajarên cuda yên Ewropayê hatin jî amade bûn. Li ser navê çalakgeran jî hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk-Ewropa (KCDK-E) Yuksel Koç daxuyanî da. Koç grevên birçîbûnê weke çalekiyeke dîrokî pênase kir. Koç diyar kir ku hezkirin û hurmeta wan a ji bo Ocalan bê dawî ye. Koç gotina Ocalan a ‘divê hûn bi têrkerî bi min re bimeşin’ bi bîr xist û soza pêkanîna vê da.

‘Ocalan mîsogeriya jiyana bi hev re ya azad e’

Piştî Koç jî Mustafa Sarikaya axivî û ev tişt destnîşan kir: “Em di pêvajoyeke girîng û dîrokî de ne. Me qonaxeke girîng a pêngava berxwedanê li pey xwe hişt. Berxwedanê encameke girîng bi dest xist. Serkeftina kampanyayê jî ya şehîdên canbexşane ye. Ocalan ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo hemû Rojhilata Navîn bûye mîsogeriya hêvî û aştiyê. Rêber Apo mîsogeriya jiyana bi hev re ya azad e. Hewcehiya hemû gelan bi Rêber Apo heye.”

Serkeftin diyarî dayikan kir

Ji çalakgeran Gulîstan Îke jî daxuyand ku di şexsê Leyla Guven de jinên kurd pêşengiya çalakiyê kirine. Îke diyar kir ku li dijî polîtîkayên tecrîdê û faşîzmê berxwedana mezin dayikan daye û serkeftin diyarî dayikan kir. Îke daxuyaniya xwe wiha domand: “Berxwedana me ji bo azadiya Rêbertî ye, ji bo azadiyê, ji bo azadiya Kurdistanê ye. Ev têkoşîn û berxwedan dê bi rengekî mezintir û berfirehtir bidome.”

Navên çalakgeran

Piştî daxuyaniyê hate gotin 14 berxwedêrên ku ev 161 roj in di greva birçîbûnê de ne, dê bikevin ber kontrola bijîşkan. Navên kesên di greva birçîbûnê de wiha ne: “Gulistan Îke, Dîlek Ocalan, Nûrgul Başaran, Mûstafa Sarikaya, Yuksel Koç, Mehmet Nîmen Sevîm, Mohamed Ghaderî, Agît Ûral, Denîz Surgut, Ekrem Yapici, Kardo Bokanî, Ramazan Îmîr, Kerem Solhan û Ayvaz Ece.” STRASBOURG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar