PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Can: Em ê di ber Rojava de bimirin

Endamê Konseya Giştî ya HBDH’ê Ferzad Can derbarê êrîşan li ser Rojava axivî û wiha got: ”Me bi şer Rojava azad kir, hewce bike di ber de bimirin û berevaniyê lê bikin.”

Endamê Konseya Giştî ya HBDH’ê Ferzad Can got Şoreşa Rojava sembola şoreşên sedsala 21’emîn e û êrîşa Hîtler a li ser Şoreşa Sowyet û êrîşa qirker a dewleta tirk a li ser Şoreşa Rojava şibande hev û wiha got: “Şoreşa Rojava nûnertiya jiyana gelparêziya pêşî ya sedsala 21’emîn e, jiyana wekhev û azadiya jinê daye ser milê xwe, dewleta tirk û hevkarên wê jî nûneriya dij şoreşê dane ser milê xwe.”

Can her wiha got ku hêzen şoreşê û dijşorejê hatine pêşberî hev û êrîş her wiha êrîşa li ser şoreşa yekbûyî ya gelan e û wiha domand: “Dewleta tirk a faşîst bi êrîşa li ser Rojava ne tenê êrîşê dibe ser gelên Sûriyê û Şoreşa Rojava, her wiha êrîşê dibe ser Şoreşa Kurd, pê re girêdayî êrîşê dibe ser şoreşa yekbûyî ya Tirkiyeyê û şoreşa herêmê jî.”

Can destnîşan kir ku heke Şoreşa Rojava were paşxistin dewletên herêmê yên paşverû wê dîsa xurt bibin, rejîmên şefîtiya faşîst wê polîtîkayên zexta giran deynin û got ku ji ber vê jî divê gelên kurd û tirk û herêmê ji bo berevaniyê li Şoreşa Rojava bikin piştevaniyê xurt bikin.

Dixwaze temenê xwe dirêj bike

Can bi berdewamî da zanîn ku rejîma AKP-MHP’ê hegemonyaya xwe ya li ser çewisandiyan jî ji dest daye, nema dikare xwe jî rê ve bibe. Can li ser Erdgogan got, “Hîtlerê qelp” û da zanîn ku bi êrîşa li ser Rojava dixwaze temenê desthilata xwe zêde bike, krîza aborî ya ku faşîzmê ava kiriye dixwaze bi vî şerî veşêre û fatoreya krîzê dixwaze li ser gelan bihêle.

Can bi berdewamî ev tişt anî ziman: “Ên ku li dijî vê dagirkeriyê xwe dimirînin, bêdeng dimînin û temaşe dikin, ên ku ji wan weye wê ji hêrsa şefê faşîst xilas bibin, li bara dîrokê wê bi teqezî hesab bibin û heta mirinê wê şerma bêdengiyê bijîn. Ên ku bi balafirên şer ji sibehî heta êvarî Rojava, çiyayên Kurdistanê bombe dikin, bi avantajên teknîk û çekan komkujiyan dikin, ên ku li bajarên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê îşkenceyan dikin, terora destgîrkrin û girtinê dikin, hemû rêveber û hêzên milîtarîst ên rejîma faşîst ku şoreşgeran dikujin. Divê zanibin wê hesabê komkujî û sûcên wan were pirsîn. Ên ku li dijî vê dagirkeriya qirker li ber xwe didin wê bi rûmeta xwe carekê bimirin lê yên ku bêdeng mane ew jî bi bêrûmetiya xwe bi hezaran caran wê bimirin.”

Divê hêzên HBDH’ê bi rola xwe rabin

Can her wiha got ne bi tesadûfî 9’ê Cotmehê ji bo destpêkirin êrîşê hilbijartina û wiha got: ”Ên ku erîşa dagirker anîne ser salvegera 9’ê Cotmehê divê 17’ê Cotmhehê jî ji bîr nekin. Hêzên HBDH’ê li hemû qada ku lê dimînin divê bersivê bidin êrîşên dagirker ên dewleta tirk a faşîst. Li ser rêya Denîz, Mahîr, Îbrahîm, Delal, Mercan, Baran, Ulaş, Atakan, Taylan, Firat û Ozanan divê bi misyona xwe ya dîrokî rabin. Roja roja hesabpirsînê ye. Me Rojava bi şer azad kir, hewce bike di ber berevaniya wê heta mirinê şer bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar