Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Canbaz: Hêza me ya guhertinê heye

Parlamentera HDP'ê Dilşat Canbaz, diyar kir ku Tifaqa Azadî Kedê dê di 15'ê çileyê de bi mîtîngekî starta hilbijartinê bide got: "Hêza me ya guhertinê heye û em bi vî îdiayê bi rê dikevin."

AKP’ê 21 sal in bi polîtîkayên şer û netewperestiyê îktîdara xwe diparêze. Di rewşeke kaosê de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê amadekariya hilbijartina sala 2023’yan dike. Li dijî Tifaka Cumhur û Milletê ya bi zîhniyeta serdest a mêr amadekariya hilbijartinê dike, Tifaqa Azadî û Kedê ji bo gelan dibe hêvî. Zextên Tifaqa Azadî û Kedê dê di 15’ê çileyê de li Qada Kartalê starta xebatên hilbijartinê bide.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Dilşat Canbaz, derbarê civîna ku di 5’ê çîleyê de pêk hat û her wiha mîtînga ku dê di 15’ê çileyê de pêk bê de axivî.

‘Di nav şer û qeyrana aboriyê de hilbijartin’

Dilşat, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rêya seyêm û wiha got: “Li dijî bê alternatîfiya Tifaqa Cumhur û Milletê Rêya 3’yem girîng e û Tifaqa Azadî û Kedê alternatîf e. Ev tifaq dê piştî hilbijartinê jî bi hev re bixebitin. Em ê di nava şer, xizanî û qeyrana aborî de bikevin hilbijartinê. Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê kurd, elewî û jin li ser maseyê bicivin û rêya çareseriyê xezbikin. Îqtîdar her tim dibêje me kir û maseya 6 pî jî dibêjin em ê bikin. Belê kî bike. Divê gel bizane ku rizgarî di destê wan bi xwe de ye.”

‘Li dijî êrîşan têkoşîna hevpar hewce dike’

Dilşat, diyar kir di rewşeke kaosê de, di pêvajoya hilbijartinê de hesabên HDP’ê yên alîkariya xezineyê hat blokekirin û wiha axivî: “Doza girtina HDP’ê û Doza Kobanê didome, li dijî qanûnên xwe Dadgeha Bilind biryarek digire û ev biryareke siyasî ye. Alîkariya xezîneyê ne qengciye maf e. Beyî alîkariya xezîneyê dê ev hilbijartin bê kirin. Ji ber ku em hêzê ji gel digirin. Em ne partiyeke tabelayê ne û firk û ramanê me li holê ne. Parlamenteriya partiya me tê betalkirin, doza girtinê tê vekirin û alîkariya xezîneyê tê birîn, lê belê partiyeke 3’yemîn a Tirkiyeyê tenê bi şandina peyamek û temeniyê ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Li dijî her cureyên êrîşan divê têkoşîneke hevpar bê dayîn.”

‘Civînên me dê bidomin’

Dilşat, da zanîn ku Tifaqa Azadî û Kedê ji bo gelan dê bibe hêviyek û wiha bi lêv kir. “Di 5’ê çileyê de me civînek li dar xist. Kurd, sosyalîst, welatparêz û şoreşger tev li civînê bûn û me rojeva Tirkiyeyê bi giştî nirxand. Mijara serokkomariyê, parlamenteriyê û profîla namzetan hatin nirxandin. Bi taybetî li ser em çi daxwaz dikin nirxandin hatin kirin. Civînên me dê heta dawiya çileyê bidomin.”

‘Hêza me ya guhertinê heye’

Dilşat, daxuyand ku tifaq mîtînga yekemîn a hilbijartinê dê di 15’ê çileyê de pêk bîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di nava xizanî û şer de dikevin hilbijartinê. Tifaqa Azadî û Kedê cara yekem bi mîtîngeke mezin dê derkeve pêşberî gel. Em ê bêjin, li dijî kaosê hêvî. Em hêviya xwe ji deskeftiyên jinan, berxwedana karkeran, kurdan û ji hevalên xwe yên girtî digirin. Hêza me ya guhertinê heye û em bi vî hêzê bi rê dikevin. Mîtîngên me yên li Kurdistan û Tirkiyeyê piştî mîtînga Kartalê dest pê bikin. Tirkiye ket nava atmosfera hilbijartinê û em ê jî di 15’ê çileyê de starta amadekariyên hilbijartinê bidin. Ji ber vê sedemê em bang ji 7 salî heta 70 salî welatiyên xwe dikin bila bi me re bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar