Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

‘Çand, bedewî û berhemdarî tenê li ser axa welatê mirov mezin dibe’

Pêşangeha bi navê Tabloyên Rûyê Ji Rojava bi dawî bû. Ciwanê bi navê Rodî Tehlo ku bi tabloyên xwe tev li pêşangehê bibû, diyar kir ku xwestiye bi rêya van tabloyan çandan hem zindî bike hem jî nîşanî mirovan bide çand, bedewî û berhemdarî tenê li ser axa welatê mirov mezin dibe

Nêrgiz Ismayîl |

Pêşangeha bi navê Tabloyên Rûyê Ji Rojava (Faces from Rojava) ku di 3’yê hezîranê de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê hatibû destpêkirin, îro bi dawî bû.

Di van sê rojan de gelek kesên ku ev foto ji wan re hatine girtin serdan kirin, çi ji kurdan, ereban, eremeniyan û xiristiyanan. Atmosfereke gelekî rengîn bû. Hin tablo jî hatin firotin û pereyên wan tabloyan jî dê ji bo dermankirina zarokên pençeşêrê bên bikaranîn.

Ezmûna yekem

Têkildarî pêşangehê ciwanê bi navê Rodî Tehlo ku bi tabloyên xwe tev li bû, axivî û hestên xwe anî ziman.

Rodî Tehlo diyar kir ku gelek kes hatine serdana wan ev yek ji bo wî cihê kêfxweşiyê ye û wiha got: “Tenê armanca min a tevlibûna ji vê pêşangehê hebû, ew jî min xwest bi tabloyên xwe xweşikiyên civakê bidim nasandin. Ev ezmûn ji bo min tim bibe peyama her demê ku ez bikaribim wan rastiyên zindî derxim ser rûyê erdê.

Gelekî kêfxweş bûm gava ew kesên ku min ji wan foto girtibûn bi xwe hatin û li tabloyên xwe temaşekirin. Ev jî hêviyekê bedew di dilê mirov de dihêle.”

Tenê çand li ser xaka xwe tê parastin

Tehlo destnîşan kir ku armanca wî ya çêkirina tabloya ew, dixwaze bi rêya van tabloyan çandan hem zindî bike hem jî nîşanî mirovan bide çand, bedewî û berhemdarî tenê li ser axa welatê mirov mezin dibe.

Peyama sereke

Her wiha Rodî Tehlo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rast e pêşangeh bi dawî bû, ev pêşangeha min a bi navê (Faces from Rojava) Rûyên Ji Rojava, armanca wê hemû bi potreyan nîşandayîna ferq û cudahiyên gelan bû, lê dê projeya min a duyemîn jî gelê Kurdistanê be. Ez ê hemû perçeyan bi çandên wan biteyîsînim ser tabloyên xwe. Gelek spas dikim ji wan kesên ku alîkariya madî jî şandin ji bo wan zarokên bi pençeşêrê ketine. Em ê di her qadê de li ber xwe bidin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar