Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Çand kêranê civakê ye, ziman jî stûna çandê ye

21’ê Sibatê wekî roja Zimanê Dayikê tê qebûlkirin û ji bo me kurdan jî ev rojeyek girîng e. Di dîrokê de girîngiya vê rojê, di sala 1952’yan de dewleta Pakistanê deklare kir ku zimanê ûrdî ji bo gelên Bangledaşê jî fermî ye. Li ser vê deklareyê gelên Bangledaşê nerazîbûna xwe nîşan dan. Li hemberî vê hişmendiya Pakistanê gelên Bangledaşê çalakiyên bi navê Tevgera Ziman a Bengalî dan destpêkirin. Polîsên Pakistanê bi awayekî hovane êrîşê van çalakiyan kirin û gelek çalakvanên ku tev li çalakiyan bûn qetil kirin. Ji ber vê bûyerê UNESCO (Saziya Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde, Zanist û Çandê) di sala 1999’an de bi armanca piştgiriya pirzimaniyê, vê rojê ji bo bîranîna wan kesên ku hatin qetilkirin weke Roja Zimanê Dayikê deklare kir. Ji wê rojê şûn de; 21’ê Sibatê weke “Roja Şehîdên Zimanê Dayikê” weke roja zimanên windabûyî weke zimanên qedexekirî yan jî weke zimanên li ber windabûnê yên gelên bindest tê pîrozkirin.

Belê ziman stûna neteweya civakê ye, ziman bingeha avabûna civakê ye û mirov dikare bibêje ziman wateya hebûn û tunebûna civakê ye. Hemû qewm pênaseya neteweya xwe ji zimanê ku pê diaxive digirin. Ji bo neteweyekê serkeftin û pêşketina herî mezin bi xurtbûna çanda wê ve girêdayî ye. Çand jî serkeftina xwe ya piralî ji hêza xwe ya ziman digire. Di vir de tê fêmkirin ku pêşketinên çandî bi hêza ziman ve girêdayî ne. Bi kurtasî ziman hîmê civakê diafirîne û dixe meriyetê. 

Civaka kurd di dîrokê de xwedî çandek dewlemend e. Di destpêka avakirina şaristaniyan de rola xwe ya sereke lîstiye û ji gelek şaristaniyan re bûye  çavkanî. Gelek dîroknas, civaknas û rewşenbîrên cîhanê dibêjin civaka kurd xwediyê çandeke qedîm û kevnare ye. Li gel ewqas nehesibandin û tunekirinê, ev çand bi sed salan bi hezar salan domiyaye û ji cewhera xwe nehatiye xwar. Ev jî bi me dide xuyakirin ku civak xwediyê çandek qedîm be dê tu car dagirker û talanker bi ser nekevin. Her dem tundiyê dijberiya xwe daye avakirin. Li ku derê û li ser kîjan qadê dibe bila bibe cihê ku tundiya civakî lê peyda bûbe, teqez serhildêr û raperînerên xwe jî ava kirine. Bi sedan sal berê nivîskar, alim û rewşenbîrên wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Baba Tahirê Uryan, Ehmedê Xanî û hwd. Bi kurdî helbest, xazel û şîretin nivîsandine û vegotinê di nav civakê de. Di dema xwe de li gel ewqas derfetên kêm xwe gihandine gelek kesî û bi xezel û helbestên xwe civaka xwe hem kêfxweş hem jî hebûna wan bi wan dane hisandin. Her wiha bi vê ferasetê di sedsala 20’an de Celadet Elî Bedirxan û rêhevalên xwe li ser kovara Hawarê ketine rêyek û xwestine daxwaz û vîna gelê xwe bînin cih. Mixabin sed car mixabin dîsa tam negihîştin armanca dilê xwe. Em dikarin bi sedan mînakên rewşenbîrên kurdan ên wiha bidin. Lê tu car kar û xwebata ziman (xwebûn) di nav xweşî û aramiyê de nehatiye kirin heta roja ku em niha tê de dijîn jî. Elbet mafê rewa yê her civakê ye ku zimanê xwe fêr bibe û di hemû qadên jiyanê de bikar bîne, hem jî ji bo dewlemendiya zimanê xwe dikare berheman biafirîne ji bo pêşeroja civaka ku tê de dijî. Lê di civakên bindest de ev tu car bi pêş neketiye. Pêşneketina van civakan jî ne ji qelsbûn û nehayjêûna xwe ye. Bi zanebûn û bi awayekî sîstematîk ji hêla serdestan ve tê organîzekirin. Di faraset û hişmendiya kapîtal-lîberal de kî di xwecihî û di çarçoveya mezin de gerdûnî be xwe payebilind dihesibîne û serdestiya xwe rewa dibîne. Di sedsala 21’emîn de pirsgirêka herî mezin ev e. Bi xwe re hinek çand û civakan derdixe pêş, hinek çand û civakan jî di qetlîaman re derbas dike. Yek ji van qetlîaman jî sosreta li ser ziman e. Zimanê hemû civakên bindest an winda bune an jî li ber windabûnê ne. Zimanê van civakan bi awayekî zanebûn ji hêla dagirkerên wan ve wekî zimanê jaran, nezanan, gundiyan (bi taybetî roja me ya îro ên ku zimanê kurdî li ser piya hiştibin jî gundî ne. Dewlemendiyek çandî ye ku gelek giranbuha ye) û ji zanistê dûr tê hesibandin.

Dewletên dagirker hebûna xwe li ser tûnebûna civakên bindest ava dikin. Di sedsala 21’emîn  ku wekî sedsala zanist û teknolojiyê tê pênasekirin de yek ji van dagirkeran ku ruhê xwe ji faşîzma tûraniyê digire jî faşîzma spî ya tirk e. Hebûn û serkeftina xwe ya di Rojhilata Navîn de li ser tunekirina nirxên kurdan dide meşandin. Di heman demê de ev ruhê faşîzmê tirsek mezin jî dixe dilê wan. Mîna tirsa gurê Manco ku li ser şadî, bextewarî û xemgîniyên zarokan hatibû avakirin. Goya li ser esasên demokrasiyê û ji bo ku li hemberî welatên din zêde şermezar nebin û nemelisin, hinek gavên hiqûqî avêtin. Di nav van pêngavan de mafê hîndariya zimanê dayikê jî hebû. Lê em dizanin cihê ku hiqûq û demokrasî hebe an jî siya wan jî xuya bike cih li faşîzmê teng dibe û dikeve nav lêgerînên bi fen û fût. Faşîzma spî dîsa kete dewrê û hebûna xwe li ser tunekirina nirxên civaka kurd da ferzkirin.

Di van salên dawî de gelek sazî û dezgehên ku hemû çavkaniyên xwe ji dewlemendiya çand û zimanê kurdî digirtin hebûn. Di bin banê navendên çandê yên şaredariyên DBP’ê de gelek xebatên çandî hatin kirin.  Hinek ji van xebatan; pêşdibistanên ku zimanê perwerdehiyê temamî bi kurdî bû hatin vekirin. Di bin banê çandê de Malên Piştgiriyê ên Perwerdehiyê (MAPER) hatin vekirin. Di MAPER’an de waneyên kurdî dihatin dayîn û her wisa hin qursên ku bi zimanê kurdî dihatin dayîn hebûn. Mînak: wêne, şano, sînema û hwd. Enstîtuya Stenbolê, KURD DER a Enqereyê û KURDÎ DER’a Amedê bi 34 şaxên xwe ve kar û xebatên kurdî dikirin. Van komeleyan bi hezaran kesî fêrî zimanê kurdî kirin an jî ên hinek zanibûn baştir fêr bûn. Piştî kar û xebatên ziman ên li van komeleyan gelek cewherên veşartî derketin. Cewherên mîna nivîskar, helbestvan, wêjevan û zimanzan derketin. Bi sedan mamosteyên zimanê kurdî gihandin. Bi sedan berhemên kurdî derketin. Rojnameya Azadiya Welat ku bi serê xwe mîna dibistanekê bû bi kurdî derdiket û kurdan jê sûd werdigirtin. Gelek televîzyonên ku bi kurdî weşanên xwe dikirin hebûn. Gelek kovarên ku bi kurdî dihatin çapkirin hebûn û hwd. Sed heyf ku bi dehan nirxên me yên giranbuha û pîroz hebûn ku em niha dibêjin berê ‘hebûn’. Heke îro van nirxên me bidomiyana dê faşîzma îro tunebuya ango faşîzm têk dîçû. Lê ji ber ku demokrasî panzehîra faşîzmê ye, faşîzmê panzehîra xwe tune kir û rê li pêşiya xwe vekir. Van nirxên heyî hemû tune kir û hebûna xwe li ser ruhê nijadperestiyê kanalîzeyê gelê tirk kir. Me di destpêkê de jî gotibû dagirkerî dijberiya xwe diafirîne. Civaka kurd xwediyê dîrok û çandeke qedîm e. Hebûna civaka kurd gelek caran di qetlîaman re derbas bûye, gelek caran planên tunekirina wê hatine kirin lê ji ber ku xwediyê çandek qedîm e li ser lingan mane.

Her civak bi nêrxên xwe, bi zimanê xwe, bi çanda xwe dibin xwedî rûmet. Çawa dewleta Pakistanê gelê bangledaşî bi tiştek nehesiband û zimanê ûrdû ji bo wan jî fermî îlan kir, heman tişt li serê me jî qewimiye û hîna jî berdewam e. Divê li hemberî vî tiştî civaka kurd nerazîbûna xwe bîne ziman alternatîfan ava bike. Xetereyeke mezin li pêşiya civaka kurd heye. Li gorî hin lêkolînên ku li herêmê hatine kirin di navbera her jenerasyonekê de ji sedî 15 ziman tê jibîrkirin. Kal û pîr ji sedî 100 zanibin, dê û bav ji sedî 85 dizanin, zarok ji sedî  70 dizanin. Ev ji bu guherîna civakekê daneyek pir mezin e. Li gorî zanistê û pedagogan zarokek heta 10-12 saliya xwe dikare fêrî 6-7 zimanan bibe. Wê demê zarok ji sedî 100 dikare zimanê xwe bi awayekî bi rêk û pêk di hemû qadên jiyanê de bê pirsirêk bi kar bîne û hin zimanên din jî fêr bibe. Lê çima em cîhana zarokên xwe ewqas teng dikin û tenê zimanê serdestan li ser wan ferz dikin. Li gorî pedagogan, zimanê ku zarok pê neaxive siberoja wî zimanê tune ye. Divê em di destpêkê de zarokên xwe fêrî zimanê dayika wan bikin. Malbatên me yên kurd zarokên xwe dişinîn dibistanên dewletê û bi zanebûn bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin, dibêjin bila zarokên me bi tirkî baş zanibin da ku li dibistanê serkeftî bin. Ev nêzîkatî ji xizmeta faşîzmê dike, bila em vê baş zanibin.  Gelek caran mirov lê rast tê û ev tişt di nav ciavakê de bicih bûye. Wekî ku li jor  jî tê gotin zanist wisa nabêje û heta 6-7 zimanan rêya hînbûnê heye. Divê em bi destên xwe pêşeroja xwe tarî nekin û zarokên xwe bi xwebûna wan ango bi çanda wan mezin bikin. Ji bîr nekin çand kêranê civakê ye, ziman jî stûna çandê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar