PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Çandinî parçeyeke jiyana me ye’

Jin bi geşkirina çandiniyê û dayîna kedê wateyê didin jiyanê û israra berdewamkirin û lêvegera li çanda resen bi xwe re xurt dike. Gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çandiniyê û xwedîkirina sewalan debara jiyana xwe dikin. Bi taybet jin û dayik vê çandê diparêzin û derbasî nifşên nû dikin. Jinên gundê Mindesayê jî ji van jinên kedkarên çandiniyê ne. Emîna Cilî (37) ev 12 sal in li baxçeyê xwe yê tirî hilberînê dike û li cîranên xwe jî belav dike. Têkildarî xebata xwe Emîne Cilî ji Jinnewsê bi Sergul Şêxo re axivî.

Emîne Cilî got ku ji ber kêmbûna avê pirsgirêk wan çê dibin û wiha domand: “Şêniyên gundê me herî zêde debara xew bi çandiniya ceh û genim dikin. Lê ev zêdetirî 10 sal in em pirsgirêka avê dijîn. Berê me ava xwe ji çemê 17’ê Nîsanê di anî. Lê ev nêzî 10 sal in ku ava çem hişk bûye. Her malbatekê bîrek kolaye. Ji ber ava bi kils nexweşî jî çêdibin. Komun hemû hewcehiyên me pêk tînin. Tenê pirsgirêka avê heye.”

Bi rezên tirî re mijûl e

Bi domdarî jî Cilî diyar kir ku ew herî zêde girîngiyê didin çandiniyê û wiha pê de çû: “Çandiniyê em weke parçeyeke jiyana xwe dibînin. Ev 12 sal in ez bi rezên tirî re mijûl im.  Ji ber ava lêlû û qirêj sal bi sal hilberîna tirî kêm dibe. Tevî hemû zehmetiyan jî bi salan e dixebitim û kêfa min gelek ji xebatê re tê.”

Ji kesên hewcedar re dibin alîkar

Herî dawî jî Cilî ev tişt anî ziman: “Em pelên mêyan hem difroşin û hem jî li cîranên xwe belav dikin. Li malbatên ku pêwistiya wan pê heye jî em belaş belav dikin. Di rojên xweş û reş de em ji hev re dibin hêz. Ne tenê rezê min e, ew yê cîran û tevahî gund e. Em xwedî li hev derdikevin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar