Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Canfedaya azadiyê: Viyan Soran

Viyan Soran ku ji bo şermezarkirina tecrîd û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2'yê Sibata 2006'an de bedena xwe da ber agir, bi têkoşîna xwe ya li ser xeta azadiyê ya jinan, bû pêşeng

Fermandara YJA Starê Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) ku di sala 2006’an de li Heftanînê, li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, biryardarî û vîna têkoşînê û evîndariya azadiyê weke mîrateyekê ji hemû jinan re hişt.

Viyan Soran girêdanbûna xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê kurd re di nameya li pey xwe hişt de ev gotibû: “Ev çalakiya min bersiv e li siyaseta înkarê ya li ser gelê kurd û siyaseta tecrîdê ya li ser Serok Apo. Ji bo azadiya gelê kurd û jinan, li dijî zilm û zextê ger tiştekî ji canê min hêjatir hebûya, min ê ew jî bida. Lê belê di demeke bi vî rengî de ku gelê kurd her roj li ser pêyan e û ber bi serketinê ve diçe, fedakirina jineke mîna min gelekî kêm dibînim. Ez jî mîna gelek hevalan xwe deyndarê gel û jinên êşkişandî dibînim.”

Soran keça malbateke ji eşîra Caf e. Ev eşîr yek ji mezintirîn eşîrên li başûrê Kurdistanê ye. Soran li Silêmaniyeyê ji dayik dibe.

Leyla Walî Huseyîn (Viyan Soran) sala 1997’an li gel xwişka xwe biryara tevlibûna nava refên gerîla dide. Malbat dixwaze vegerîn û li ser vê Viyan wiha dibêje: “Ez bi tu awayî bi we re nayêm. Ez diçim cihê ku daxwaza xwe ya azadiyê lê bi cih bînim.”

Soran hê salek bû tev li gerîla bûbû, di demek kin û nava zor û zehmetiyan de giha asta fermandariya Yekîneyên Jinên ên Azad (YJA Starê). Soran di her kêliya jiyanê de, di mijara hişmendiya jinan de bi israr û biryardar, bi rola pêşengiyê rabû. Di heman demê de bi fermandariya xwe ya li nava YJA Starê re, di nava PKK’ê de jî bi sekna xwe deng veda.

Salên ku Viyan Soran li çiyan di nava têkoşînê de bûn, komplo li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. Di vê çarçoveyê de bi dehan gerîla û welatparêzî li dijî komploya 15’ê Sibata 1999’an di ser de li girtîgeh û derve bi dirûşma ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ çalakiyên fedayî pêk anîn.

Di sala 2006’an de rêyeke cuda hilbijart. Soran li ser girankirina tecrîa li ser Rêberê Gelê Kurd û bûna parçeyek ji çalakiyên fedayî yên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ destpêka meha sibata 2006’an li Heftanînê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

Name ji malbata xwe re nivîsî

Soran di şeva çalakiyê de nameyekê ji malbata xwe re dinivîsîne û wiha dibêje:

“Beriya her tiştî ez silavan li dayik, bav, xwişk, bira, xizm û hemû dostan dikim. Hêvîdar im wê her tim baş bin û yek bi yek çavên hemûyan maçî dikim.

Malbata min a xoşewîst;

Nêzî deh sal in, ji ber şert û mercên têkoşînê, her wiha ji ber hinekî aciziya xwe ya ji we, min name ji we re neşand. Mijara tevlibûna min a li nav tevgera azadiyê ya kurd a bi pêşengiya Serok Apo û PKK’ê, tevlibûna min a li nava tevgera azadiyê ya jinan, me bi hev baş nedan fêhmkirin, lewma hin pirsgirêk derketin. Hêvîdar im hûn ê piştî deh salan vê rêyê û têkoşîna ku bi hezaran jin û xortên ciwan ên ji çar parçeyên Kurdistanê berê xwe didinê, fêhm bikin. Hûn bixwazin jî nexwazin jî hûn malbateke vê şoreşê ne. Li we nayê ku hûn derî û dilê xwe li hevalan, li nêrîn û armancên bi milyonan mirovan bigirin, ku keça we jî dildara van armancan e!

Dem hatiye hûn jî biryarê bidin; Em hene em ê jî xizmetê bikin

Di nava civakê de cihekî we yê rêzdarî û hêja heye. Hûn ji wan kurdan e ku Helebçe, Enfal, qurbanî û welatparêziya li sirgûnê dîtine. Hûn ji wî gelî ne ku bi felseya ‘şêr şêr e, çi jin e çi mêr e’ têdikoşin. Lewma nabe ku hûn tevlibûna jinekê ji bo çareseriya pirsgirêka neteweyî û hebûna vîna wê, weke cihê şermê û mijara namûsê bibînin. Girîng e hûn êdî nedin dû aliyên paşverû û kevneperest ên civakê û mikur bên ku jin hebûneke civakî ne. Ji ber ku qebûlkirina jinan weke mirovekê tê wateya erêkirina vîna gel û civakê. Eger bi vî rengî nebe, wê jiyan nîvco bimîne. Êdî dem hatiye hûn jî biryarê bidin. Divê hûn jî xwedî li dîrok, berxwedan û lehengiya gel û mirovahiyê xwedî derkevin û mîna her kurdek bi şeref û namûs bêjin ’em jî hene û li gorî hêza xwe em ê jî xizmetê bikin’.

Pirtûkên Serok Apo bixwînin; wê demê fam bikin çima rêyek wiha hilbijart

Dema ez ji we qut bûm 15 salî bûm, niha jî 24 salî me. Rica dikim, hinekî objektîf bifikirin û vê pirsê ji xwe bikin; ‘Ev keça me çi dike û çima û çawa têdikoşe. Gelo ew jî mîna Awaz, Xalit û hinekî din nikarîbû vegeriya û ji bo xwe bijiya?’ Bila ji niha û pê ve heval karibin bên mala we, bên serdana we. Hûn jî biçin serdana hevalan. Nameyên min bixwînin û li jiyana min û ya hevalên min bipirsin. Tim li Roj TV temaşe bikin û li Dengê Mezopotamyayê guhdarî bikin. Pirtûkên Serok Apo bixwînin. Hûn ê hingî fêhm bikin bê çima keça we serî li rêyeke bi vî rengî daye û fêhm bikin, bê çima di nava vê jiyanê de me. Ez nabêjim bi vî rengî yan jî wî rengî bikin, tenê dibêjim destê xwe deynin ser wijdanê xwe û bi xwe biryara xwe bidin.

Ez rojekê jî li nêrîna xiyanetê nefikirîm, min gelek tişt ji PKK’ê girt; serbilind im

Têkildarî xwe ez ê tenê tiştekî bêjim. Ev 9 sal in, ez rojekê bi tenê jî li nêrîna xiyanetê û poşmaniyê nefikirîm. Min gelek tişt ji PKK’ê girt û ji ber vê yekê jî serbilind im. Yek ji rastiyên bingehîn ên min jê fêhm kir; hezkirina dê, bav, xwişk, bira û tevahiya mirovahiyê ye. Ez wextekê gelekî ji we aciz bûbûm û min digot, ‘çima min şaş fêhm dikin, çima xwe li derveyî PKK’ê dibînin’. Bi demê re min fêhm kir ku yê sûcdar ne tenê hûn in. Ji ber ku helwesta we, ji pirsgirêka zîhniyetê û siyasî ya sedan salan, ji kevneperestiya sedan salan dihat. Ji ber ku min îmkan çênekir ku bi we re nîqaş bikim, ez jî di vî warî de kêm mam. Ji ber vê yekê lêborîna xwe ji we dixwazim. Dixwazim hûn zanibin, hem weke malbatê hem jî weke mirovên kurd di dil û mejiyê min de ne. Ji bo afirandina jiyaneke bextewer ez amade me jiyana xwe feda bikim. Bersiva min a li keda we ji bo min dane, wê ne xiyaneta li xwîna şehîdan be, wê xwedîderketina li wan be û fedakirina xwe be.

Çalakiya min bersiv e ji bo înkar û tecrîda li ser Serok Apo ye; xwezî ji canê min hêjatir tiştekî din hebûya ku min bida

Ev çalakiya min bersive ji siyaseta înkarê ya li ser gelê kurd û siyaseta tecrîdê ya li ser Serok Apo. Ji bo azadiya gelê kurd û jinan, li dijî zilm û zextê ger tiştekî ji canê min hêjatir hebûya, min ê ew jî bida. Lê belê di demeke bi vî rengî de ku gelê kurd her roj li ser pêyan e û ber bi serketinê ve diçe, fedakirina jineke mîna min gelekî kêm dibînim. Ez jî mîna gelek hevalan xwe deyndarê gel û jinên êşkişandî dibînim.

Li pêş keç û xortan nebin asteng

Dil dixwest ji bo we hemûyan gelek tiştan binivîsîne û yek bi yek ji bo we tiştan bêjim. Lê belê ji bo pêkanîna çalakiyê çend saet man e. Ji ber wext kêm e, ji vê zêdetir nikarim binivîsînim. Ji ber ku xwişk û birayên min, mirovên me yên ku divê ji bo wan, bi qasî we û ji we bêhtir tiştan binivîsnim, hene. Herî dawî dixwazim tiştekî bêjim. Eger hûn li ser bingeheke rast ji hev hez dikin, rica dikim ji we ku armanc û rêbaza min rast fêhm bikin û şaş nenirxînin. Ji ber ku ez ji bo vê jiyam û ji bo vê jî di destê min de plana min a şehadetê heye. Wasiyeta min e ku Awaz careke din tev li nava refên gerîla bibe, rahêje çeka min û li hembêza çiyayên azad veger. Ji ber ku ez gelekî jê hez dikim. Ji ber ku ew hêja ye ku di nava hevrêyên xwe de be. Wekî din li pêşiya keç û xortên din jî nebin asteng ku xwe û siberoja xwe nas bikin û bibin xwedî vîn. Herî dawî silav, hezkirin û hurmetên xwe pêşkêşî we dikim, hêvîdar im hûn ê her tim bextewer û serbilind bin.

Bi silav û hurmetên xwe… Keça we Leyla Walî Huseyîn – Viyan Soran 01 Sibat 2006.”

Nameya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Nameya Şehîd Viyan Soran a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsiye wiha ye;

“Ji roja ku min navê te bihîst û nas kir, jiyanê hîs dikim, dizanim ku ez kî me û divê çawa bijîm. Yanê hizir û ramana te min, bi min da nasîn û ez hîn kirim ku bi wate bijîm. Te ez fêrî alfabeya azadî û serbestiyê kir. Di dibistana te de çi qas min zehmetî jî kişandibe, tu rojek ji rojan min dudilî û poşmanî nejiya. Ji ber ku min ji te hêza wateyê kifş kir, hêza raman û hêza mirov jî. Pir kêm be jî min fêm kir ku tu tiştekî ne pêkan nîne û bi şertê ku mirov di armanca xwe de cidî be û pê bawer be, dê mirov her dem bigihêje armanca xwe. Min wek jinekê û wek kurdekî azadî kir armanc û ji dil pê bawer kir. Ji bo vê jî ez bi hesreta vêya bûm ku tenê ji bo keliyekê be jî te ji nêz ve bibînim, te hembêz bikim û bêhnek bidim, paşê jî tişta ku di dilê min de ye derbarê azadiya xwe, jin û gelê xwe de bi te re guftûgo bikim.

Tu bû mêvanên xewna min

Lê belê di sala 1998’an de komploya qirêj a navneteweyî ji hundur û derve de ketin navbeyna te û min û bi hezaran kesên wekî min ku ji bo dîtana te di heman hest û heviyê de bûn. Dîl ketina te di min de zêdetir hejandineke bi hêz û biryara azadiyê çêkir, min hêvî û bêrîkirina dîtina te tu car winda nekir. Lê min her dem hewl dida ku pir ji nêz ve te hîs bikim. Lewma min gelek caran di hundurê xwe de bi te re diyalog dikir û min hîs dikir ku tu wek deng û enerjiyekê dikevî hinavên min û min jê îlham digirt. Çend car jî tu bûyî mêvanê xewnên min û ez pir pir pê kêfxweş bûm. Bi rastî jî ez nikarim bi tevahî hest û ramanên xwe derbarê we de bilêv bikim.

Lê belê ji sala 1999’an şûn ve her dem rastiyekî di mejiyê min de deng vedida ew jî ev e ku min nekarîbû dîl girtina mirovekî mezin wekî te dahurînim û min digot ev mirov ew der heq nekiriye. Bêguman ez berpirsiyarên dîlgirtin, tecrîda rêberê gelekî û rênasê mezin ê mirovatiyê tenê dewletên rûreş ên cîhanê nabînim. Bi qasî sextekarî, durûtî û xiyaneta dewletên desthilatdar lewazî û nebesiyên hevaltiya xwe û hevalên dîtir jî berpirsyar dibînim. Lewma her dem li hemberî te, gel û jinên ku bengiya xwe ya azadiyê bi te ve girêdane, xwe şermezar didîtin.

Bi agirê bedena xwe dixwazim peyamekê bidim

Îro jî di 15’ê Sibata 2006’an de, em dikevin salvegera heştemîn a dîl ketina Rêber Apo. Komplaya navnetewî pêvajoyeke nû û bi metirsî li ser Îmraliyê û Kurdistan bi giştî destpê kiriye. Dixwazin hemû ked, xebata aştî û demokrasiyê ya Rêber Apo û gelê kurd vala derxin û pir aşkera bangawaziya radestbûn û dev ji Rêber Apo berdanê dikin. Dixwazin me kedî bikin û me fêrî jiyaneke bê Rêber Apo, bê bîrdozî û bêvîn bikin. Ji bo vê îro gelê kurd li her çar aliyê cîhanê li dijî siyaseta qirkirinê ya ku li ser Serokatî tê meşandin nerazîbûna xwe nîşan dide. Ez jî mîna şagirtekî te li hemberî wan êrîşên ne rewa dixwazim di 15’ê Sibata îsal de, di nava gelê xwe de wekî jinekê girêdana xwe ya bi te re dubare bikim û germahiyekê bidim çalakiyên berxwedana gelê me. Bi agirê bedena xwe dixwazim peyamekê bidim mejî û dilên qeşagirtî ya şaristaniya civaka çînayetî. Mîna gelek mirovên din jî dixwazim di dadgeha dîrokê de bibim şahidekî ji bo dest nîşan kirina zordarî û derewkariya sîstema dadê û mafê mirovê yê rojava.

Hûn bûne malê dîrok û civakê

Rêberê min! Ev çalakiya ku ez lidar dixim tevî ku nerazîbûn û serhildaneke li dijî ew neheqiya ku ji aliyê dewletên serdest ve li hemberî te û gelê kurd tê meşandin, di heman demê de rexnedaneke hevaltiya kêm û lewaz e û li pêşiya dîrok û gelê xwe ji hesta şermezarî û bêrûmetiyê rizgarbûna min e. Asta îdîa û baweriya min heta ku kesek jî bimîne ev felsefe û xeta te ya jiyanê dê her bijî û biser bikeve. Gelek kes dibêjin û dihizirin ku birdoziyê di kesayetiya te de tune bikin û nehêlin. Lê ez vê pir cidî nagirim û wekî îdîayeke pir vala dibînim. Ji ber ku êdî tu di dil, mejî û hucreyên di milyonan kesan de bi taybetî jî di dilê jinan de bi cih bûyî. Tu bûyî malê dîrok û civakê. Te her car girêdan û rastgotina jinan bi me da nasîn.

Îro jî ruxmê hemû kêmasî û lewaziyên me dixwazim rexnedana xwe bidim û biryarbûyina xwe di xeta sosyalîzma zanîstî û demokratîk û pradigmaya nû de nîşan bidim. Pir kêm jî be peyamekê bidim paşverûtiya hundurîn û êrîşên ji derve. Gelek caran min jî wekî hevalên şehîd digot; “Xweska ji canê min buhatir tiştekî din hebûya ku min di rêya azadiya Serok, gel û jinên bindest de gorî bikira” Piştî girtina te di sala 1999’an de jî her dem biryara li darxistina çalakiyeke wisa di mejiyê min de hebû. Lê ji ber ku şert û merc ji tiştekî wisa re ne guncaw bûn, bi taybetî jî ji bo ku te aciz nekim min hewl da di jiyanê de duristbûyin û girêdana xwe ya bi te re nîşan bidim.

Evîndarbûna min jî ev e

Îro jî dizanim ku dibe tu vê çalakiyê nepejirînin û rexne bikî, lê çi bikim Serokê min? Hinek evîndar dibin destê hevûdu digirin û direvin, ê evîndarbûna min jî ev e. Dilê min bêyî te, bê kenîn û zerdekena li ser lêva zarokên welatê min, rehetî nabîne û nahewe. Ji ber ku min biryara xwe di pêvajoyeke wisa hesas de heta sala heştemîn a dîlketin û dûriya te dereng xist, lêborîna xwe dixwazim.

Pir bi hêvî û moral im

Dixwazim vê ya jî bêjim ku pir bi hêvî û moral im. Bi taybetî jî dema ku ji bo diyarkirina komîteya ji nû ve avakirina PKK’ê de te navê min anî ser zimên û pirsa min kir, min hîs kir ku te xelata herî mezin daye min. Ez vê wek rûmetekî pir mezin dibînim. Her dem perspektîfa te ji bo şoreşa Başûr ku te nola ‘şoreşa jinan’ behs dikir, di min de moralekî mezin çêdikir û meyl dida têkoşîna min.

Niha jî di nava vê bêdengiya mirinê ku li Başûr heye de, dixwazim wek jineke ji Başûr pir kêm jî be deyn û berdêla ked û qenciyên te bidim. Pir şad dibim ku encamekî serkeftî bi destxînim. Di dawiyê de silav, hezkirin û hesreta dîtina te ya xwe pêşkêşî te mirovê bêhempa dikim. Ji bîr neke, em pir bêriya te dikin, pir bêriya te dikin…”

Çavkanî: ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar