Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Cangoriyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn

Bi munasebeta 82’yemîn destpêkirina Komkujiya Dêrsimê, bi tevlêbûna nûnerên partiyên siyasî, civaka sivîl û demokratîk li Dêrsimê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de hat gotin ku li Dêrsimê ji 7 salî heta 70 salî her kes hat qetilkirin

Di 4’ê gulana sala 1937’an de li ser biryara ‘Tevgera Tenkîl a Tunceliyê’ ya hikûmeta dewleta tirk, li dijî gelê Dêrsimê êrîşa qirkirinê dest pê kir. Ji pitikên di dergûşê de heta kal û pîrên temen mezin, zêdetirî 70 hezar dêrsimî bi hovane hatin qetilkirin. Bi dehhezaran dersimî hatin sirgûnkirin, bi hezaran zarok ji malbatên wan hatin qetandin û dan malbatên leşkerên ku di komkujiyê de xizmên wan qetilkirin.

Ji bo bîranîna cangoriyên di Komkujiya Dêrsimê de hatine qetilkirin, bi tevlêbûna gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û demokratîk li qada Marçikê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de hevserokên Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) Selda Guneş û Mûsa Kulu û şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu tev li bernameya bîranînê bûn.

‘Êşa Dêrsimê mîna roja destpêkê teze ye’

Di bîranînê de hevserokê DAD’ê Mûsa Kulu axivî û bang li rayedaran kir ku li Dêrsimê pitik, kal, pîr û zarok hatin kuştin û wiha domand: “Bêyî cudahiyê têxin nava wan, di komkujiyê re hatin derbaskirin. Kesên kuştin cenazeyên wan avêtin çemê Munzurê. Zêdetirî 80 salin êşa vê komkujiyê mîna roja destpêkê, teze ye. Ji bo ronîkirina vê komkujiyê hêj jî tu gav nehatine avêtin.”

Piştî axaftinê nûnerên parti û komeleyan qurnefilên sor avêtin çemê Munzurê û loqme belav kirin. Piştî bernameyê saet di 19.38’an de dê li Qada Seyîd Riza bernameya bîranînê pêk bînin. DÊRSIM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar