Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Çapemaniya azad tu car ji rastiyan tawîz nade’

Zextên li hember rojnamegeran roj bi roj zêde dibin. Di 1’ê adarê de rojnameger Alptekîn Dursunoglu û piştî vê nûçegîhana Rudaw TV Rawîn Stêrt bi hinceta parvekirinên li ser çapemeniya civakî hatin binçavkirin û girtin. Her wiha di OdaTv de di 3’yê adarê de nûçeya bi ser navê ‘dîmenên cezaneyê endamê MÎT’ê yê Lîbyayê ku bêdeng hat definkirin gihişt Odatv hat weşandin û ji ber vê sedemê Midûrê Nûçeyan ê Oda Tv Bariş Terkoglu, nûçegîhan Hulya Kilinç, Gerînendeyê Giştî Bariş Pehlîvan hatin girtin. Dîsa piştî vê ji ber heman nûçeyê Gerînendeyê Giştî yê rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk, Midûrê Karê Nivîsan Aydin Keser û nivîskarê rojnameya Yenîçagê Murat Agirel, hatin girtin. Der barê mijarê de nûçegîhana Arti Tv ya Amedê Bahar Kiliçgedîk, rojnameger Nişmiye Guler û nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Arjîn Dîlek Oncel nirxandin kirin.

Nûçegîhana Arti Tv ya Amedê Bahar Kiliçgedîk diyar kir ku rojnameger demek dirêj in di hedefê de ne û rojnameger ji ber nûçeyên çêdikin tên binçavkirin û girtin û wiha got: “Desthilatdariya siyasî ji ber nûçeyên tên çêkirin û ji heqîqetê ditirsin û neheret dibin û dixwazin rastiyan ji raya giştî veşêrin. Girtinên rojnamegeran bi giştî bi armanca pêşgirtina faliyetên rojnamegeriyê tên kirin. Peyama ‘bêdeng bin, neaxivin, rastiyan nenivîsin’ didin rojnamegeran. Bi vî awayî rojnamegeran tehdîd dikin. Di şexsê rojnamegeran de peyama ‘hûn biaxivin, hûn rexne bikin wê heman tişt bê serê we jî’ didin civakê.”

‘Em ê dengê heqîqetê bidin bihîstin’

Kiliçgedît di axaftina xwe de sansura Fox Tv ya der barê rojanemgerên Yenî Yaşamê de nirxand û wiha pê de çû: “Nêrîna çapemeniya alîgir a li hember çapemeniya muxalîf diyar e. Lê saziyeke wek Fox ku xwe wek muxalîf bi nav dike bi taybet xebatkarên rojnameya Yenî Yaşam nabîne, ev jî nêzîkatiya wan a li hember çapemeniya muxalîf û kurd nîşan dide. Der barê girtina rojnamegerên kurd de hema hema tu nûçe nehatin çêkirin. Mixabin saziyên weşanê yên derveyê çapemeniya muxalîf, bi polîtîkayên netewperest tev digerin. Rojnamegerî her tim komeke pîşeyî bi rîsk bû. Her tim bûye hedefa desthilatdariyê. Tevî hemû zextan wê rojnameger bêdeng nemînin. Em ê her tim rastiyan ji raya giştî re ragîhinin. Em ê dengê heqîqetê her tim bidin bihîstin.”

‘Rojnamegerên rastiyan dinivîsînin tên girtin!

Rojnameger Nişmiye Guler jî diyar kir ku di seranserê desthilatdariya AKP’ê de muxalîf hedef hatine girtin û li aliyê din jî rojnamegerên ku rastiyan radigihînin hedef hatine girtin û ev tişt anî ziman: “Piştî hewldana darbeya 15’ê tîrmehê şûnde bi KHK’yê hatin derxistin 116 saziyên çapemeniyê hatin girtin û gelek rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Piştî hewldana darbeyê şûnde OHAL hatibû îlankirin, her çiqas hatibe gotin ku hatiye rakirin jî, zextên li hember rojnamegeran kêm nebû. Berovajî vê zêde bû. Mînaka dawî girtina 8 rojnamegerên demên dawî ye. Rojnameger ji ber faliyetên xwe sûcdar hatin dîtin û girtin. Rojnamegerên rastiyan dinivîsinin tên girtin.”

‘Li hember çapemeniya azad sansur pêk tînin’

Guler da zanîn ku ji paşerojê heta îro, zîhniyeta desthilatdariyê hewl daye ku rojnameger li hember wan serî bitewînin û wiha domand: “Bi girtina rojnamegeran dixwazin gel rastiya fêr nebin. Zextên li ser çapemeniya azad îro her diçe zêde dibe. Her dengê ku li gorî wan tev nagerin diçewisînin. Ligel vê çapemeniya alîgir, xebatkarên çapemeniya azad ên tên girtin ji nedîtî ve tên. Em matmayî namînin. Gelek caran di nûçeyên xwe de çapemeniya azad wek çavkanî nîşan nadin. Rojnamegerên ku xwe muxalîf dibînin, sansurek wisa li hember rojnamegerên çapemeniya azad pêk tînin. Em vê helwestê ji ya desthilatdariyê cuda nabînin. Her wiha ji bo me rojnamegeran desthilatdariya A an jî B ne girîng e. Çi dibe bila bibe, pênûsa me ya ku rastiyan dinivîse dê tu car nekeve erdê. Em her carê dibêjin ku çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin. Ev ne dirûşme yan jî propaganda ye. Em di vê nokteyê de gotina xwe dikin meriyetê û pîşeya xwe îcra dikin. Em ê wisa jî berdewam bikin. Tevî hemû êrîşan wê tu tiştek bi me şûnde gavê nede avêtin. Ev binçavkirin rojnamegeran natirsînin.”

‘Em xebatên xwe didomînin’

Her wiha nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Arjîn Dîlek Oncel jî destnîşan kir ku hemû rojnamegerên hatine girtin xebatkarên çapemeniya azad in û wiha got: “Her çiqas çapemeniya alîgir xebatkarên çapemeniya azad nebînin jî em ê ewil wan bi bîr bînin. Hevalên me her roj li kolanan rastî GBT’yan tên û tên girtin û binçavkirin. Hevalên me bên berdan jî ev nayê wateya ku azad bûne. Bi hemû hêza xwe berê xwe didin xebatên wan. Biryarên der barê hevalên me de hatine dayîn biryarên siyasî ne. Rojevên şer, krîza aborî û vîrusa korona heye. Li aliyê din jî êrîşên li hember Lîbyayê didomin û geşedanên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hene. Dixwazin ser geşedanên li wir veşêrin û windahî neyên zanîn, neyên dîtin. Ji ber vê jî hewl didin çapemeniya azad bêdeng bikin. Tevî hemû polîtîkayên wan wê xebatkarên çapemeniya azad rastiyan binivîsînin. Hejmara me roj bi roj zêde dibe. Gelek hevalên me hene. Hevalên me yên li girtîgehan nûçeyan çêdikin hene. Em peyama wan digirin û li hember vê xebatên xwe didomînin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar