Çapemeniya Azad a Jinên Rojava nûçegihan Nûjiyan Erhan di salvegera duyemîn a şehadeta wê de bi bîr anî û got ku dê bibin şopdara rêya heqîqetê ya Nûjiyan
Saziya Çapemeniya Azad a Jinên Rojavayê Kurdistanê ji ber salvegera duyemîn a şehadeta nûçegihan Nûjiyan Erhan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Nûjiyan Erhan dema êrîşên PDK’ê yên li dijî civaka êzidî ya li navçeya Xanesorê ya Şengalê dişopand bû hedefa êrîşa hêzên PDK’ê û şehîd bû û wiha hat gotin: “Jiyan, têkoşîn û rengê hêviyên di çavê Nûjiyan ê de pêşengî rênîşanderiyê dike ku em ê îro û sibê çawan bijîn.”
‘Nûjiyan bi çavên xwe bû şahida îxanetê’
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nûjiyan piştî fermana 73’yan ji bo pêçana birînên Êzidîxanê ji rojnamegerên destpêkê çûyî Şengalê bû û wiha hat domandin: “Her mala ku diçû çîrokên wan bi hîskirina dîrokê bi îro re dikir yek û dinivîsî. Ji dûr ve li çîrokên jiyanê mêze nekir, di her çîrokekê de xwe dît û bi çavên xwe yên biken şahidiya îxaneta li civaka êzidî hate kirin, dikir. Zanî vegotina êş û kêfxweşiyên wan bike. Bi vegotina îxaneta hêzên PDK’ê ku civaka êzidî bê parastin li hemberî çeteyên DAIŞ’ê hişt, hêrsa gel bilind kir. Ji ber wê jî di êrîşa 3’yê Adara 2017’an a ser Şengalê de Nûjiyan ji aliyê hêzên PDK’ê ve hedef hate girtin û şehîd bû.”
Dîrok rastiyê jî îxanetê jî ji bîr nake
Her wiha daxuyanî wiha dewam kir: “Bêguman dîrok emanetên rastiyê jî yên îxanet kirin jî ji bîr nake. Rastiya yên li Dêrazorê DAIŞ’ê di dîrokê de binaxkirin û çirûska di çavê zarokên bi salane destê çeteyan de êsîr mayîn, dema azadbûne pirsa destpêkê ‘Tiştek bi Şengalê hatiye?’ hinek ji heqîqeta Nûjiyan bawer kiriye. Ev pirs weke şeqamekê li rûyê îxanetkaran û tarîtiya cihê qatîlên Nûjiyan bi bîr dixe.
Di van rojan de hevalên Nûjiyan carek din bûne parçeyek berxwedanê. Ji bo rakirina tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berî niha çar mehan berxwedana ku ji aliyê Leyla Guven û Nasir Yagiz ve hate destpêkirin, pêl bi pêl li çar aliyê Kurdistan û Ewropayê belav bûye. Bi pêşengiya grevên biçîbûnê li Kurdistanê dema berxwedanê diyar bûye. Ev dem êdî dema jin û gelan e.
Di vê berxwedanê de li Ewropayê ji yên destpêkê Gulistan Îke û ji zindana Amedê Kîbriye Evren cihê xwe girtin. Ev weke mînaka berbiçav a ku xebatkarên çapemeniya kurd a şerê heqîqetê tenê şahidiyê nakin bi xwe kevneşopiya bûyîna parçeyek ji berxwedanê berdewam dikin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ‘Heqîqeta girêdana wê bi rastiyê re nebe, ji derveyî xwe xapandinê ne tiştek e.’ Jinên kurd ên rojnameger bi hişmendiya azadiyê û bûyîna şervanên heqîqetê tevlibûne. Ew tenê bi vegotinê ne di heman demê de weke parçeyek ji şerê azadiyê cih girtine. Bi pêşengiya Nûjiyan ên li peyî wê tên di rêya wê vekiriye de berdewam dikin.
Em; jinên çapemeniya azad ên Rojava ji duh heya îro, ji îro ber bi siberojê ve, di ferqa rolê xwe yê dîrokî de bihişmendiya girîngiya heyînan, bi cîh û demê re di kesayeta Nûjiyan de hemû şehîdên xwe yên şerkerên heqîqetê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Her wiha bi hişmendiya vê heqîqetê di kesayeta Gulistan û Kîbriye de em vê vîna hezaran kesan a greva birçîbûnê ya pêl bi pêl fireh dibe û di Kurdistanê de li deriyên nû yên berxwedanê digerin silav dikin. Em dibêjin daxwazên wan daxwazên me ne. Em dibêjin em ê di vê rêyê de lêgera xwe ya heqîqetê bi biryardarî berdewam bikin.”