Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Çapemeniya Azad bikin deng û rengê azadîxwazan’

YRD’ê bi wesîleya şehadeta rojnamevan Karwan Horamî ragihand ku, Çapemeniya Azad bikin deng û rengê azadîxwazan û got: “Têkoşîna Azadiya gelê kurd a bi pêşengtiya Rêber Apo û Tevgera Azadî ya Kurdistanê li dijî hizir û bîra dagirkeriyê têkoşîneke hizrî û felsefe ye.”

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRD) ji ber şehadeta rojnamevan Karwan Horamî daxûyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxûyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Rojhilatê Kurdistanê jî di destpêkê de bi rêya Çapemeniya Azad (Med Tv, Roj Tv, ajans û hwd.) raman û felsefeya Rêber Apo nas kir, tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûn. Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û dîlgirtina Rêber Apo weke êrîşa li dijî navenda raman û vê têkoşînê pênase kirin. Ev yek jî bû sedem ku gelek ciwanên Rojhilatê Kurdistanê yên li zanîngehan dixwendin Tevgera Azadiya Kurd PKK’ê nas bikin û tevlî nava refên têkoşînê bibin.

Hevrê Mihemed Melêkî bi nasnav Karwan Horamî jî yek ji wan ciwanan bû ku sala 2008’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Karwan li gundê Text ê ser bi Jwanro ya Hewreman li ser çand û kevneşopiya netewî mezin bû, ciwanek rewşenbîr, xwedî têgihiştineke kûr a serwext bû. Ev taybetmendî kir ku ji aliyê hevrêyan û kesên nas dike ve were hezkirin û cihê baweriyê be.

Têgihiştina raman û naskirina rêxistinê ya hevrê Karwan a li gel karê rojnamevaniyê wisa kir ku girîngî zêdetir bide vê xebatê û ji destpêka tevlîbûnê ve di qadên cûda yên Çapemeniya Azad de dest bi kar û têkoşînê bike, erk bigire ser milê xwe. Bi hestê berpirsyarî û hevrêtî tevlî nava kar bû, tu demê sedemên tenduristî yên xwe nexist pêşiya erkên xwe. Bi ruhê şoreşgerî yê Apoyî zêdetirî 15 salan temenê xwe ji bo gelê xwe feda kir, beşek mezin a temenê xwe di karê ragihandinê de derbas kir.

Hevrê Karwan Horamî li ser rêya şehîdan, li ser rêya Mazlûm Dogan, Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan, Denîz Firat, Qasim Engîn, Sîrwan Nalî, Dozdar Hemo û hemû Şehîdên Çapemeniya Azad bû û bû yek ji rêwiyên heqîqetê.

Şehadeta hevrêyê me Karwan di demeke welê de ku dijmin bi şerê taybet li dijî gelê me çend qad zêdetir kiriye û dixwaze gelê Kurdistanê tune bike, ji bo Çapemeniya Azad, demokratîk û gelê welatparêz ê Kurdistanê xisareke mezin e.

Em Yekîtiya Ragihandina Azad (YRD) sersaxiyê ji bo malbata şehîd Karwan, gelê welatparêz, Rêber Apo û hemû têkoşerên Çapemeniya Azad re dixwazin. Ji bo parastina ew nirxên ku şehîdan ragihandî ku ji bo bigihêjin armancan, soza xwe di serî de ji bo hevrê Karwan û hemû şehîdên rêya azadiyê dubare dikin.

Her wiha ji bo serxistina Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku îro li ser bingehê raman û felsefeya Rêber Apo bûye şoreşeke cihanî, ala têkoşînê em ê bilind bikin, Çapemeniya Azad bikin deng û rengê azadîxwazan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar