Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Çapemeniya azad serî natewîne’

Derbarê binçavkirina rojnamegeran de MKGP û DFG'ê daxuyaniyek da û got: "Hikûmet bi dîmenên wiha ne tenê ji bo rojnamegerên kurd, ji hemû rojnamegeran re peyamekê dide; dixwazin bi zextan bitirsînin, bi binçavkirinan gav paşde bavêjin û rojevê beralî bikin. Em careke din dibêjin ku hemû hewldanên we wê bê encam bimînin."

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, duh li 9 bajaran bi ser malên gelek rojnamegeran de hat girtin. Polîsan li Amedê Habîbe Eren, Derya Ren û li Qosera Mêrdînê jî Oznur Deger, nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Selman Guzelyuz li Amedê, Hakan Yalçin li Wanê, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî li Rihayê, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan û Denîz Nazlim li Enqerê, Midûra Karên Nivîsan a Ajansa MA’yê Dîren Yûrtsever li Stenbolê û Mehmet Gunhan ê ku berê stajerê MA’yê bû jî li Manîsayê binçavkirin. Nûçegîhana me Derya Ren jî di çarçoveya lêpirsînek din de hatibû binçavkirin duh hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Amedê.

Derbarê binçavkiran rojnamegeran de Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) li ber avaniya DFG’yê ya Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê JINNEWS, Ajansa Mezopotamyayê (MA), Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Komeleya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), Komeleya Jinan a Rosayê, endam û rêxistinên navend û navçeyan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêxistinên civakî yên sivîn û gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn. Metna kurdî ji hêla berdevka MKGP’ê Roja Metîna û metna tirkî jî ji hêla hevseroka DFG’ê Dîcle Muftîoglu ve hat xwendin. Rojnamegeran dirûşmeyên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û “Em bêdeng nabînin, natirsin û îtat nakin” berz kirin.

‘Hempîşeyên me bi îşkenceyê hatin binçavkirin’

Daxuyaniya ku bi sernavê “Çapemeniya azad serî natewîne” hat dayîn de wiha hat gotin:

“Niha Tirkiye bandora “Zagona Sansurê” nîqaş dike. Di vê demê de ev Zagona Sansurê di bin qilifê “pêşîgirtina dezenformasyonê” de ji meclisê hat derbaskirin. Di vê pêvajoya ku bandorên Zagona Sansurê tê nîqaşkirin de li dijî rojnamegerên kurd operasyon pêk hat. Polîsan deriyê kar û malên kedkarên çapemeniyê şikandin. Mudura Karê Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê Diren Yurtsever, nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê Deniz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Agguz, Bêrivan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahinli hatin binçavkirin. Her wiha nûçegîhanên JINNEWS’ê Habibe Eren, Oznur Deger û Mehmet Gunhan ê di MA’yê de wekî stajyer dixebitî hatin binçavkirin. Hempîşeyên me bi îşkenceyê hatin binçavkirin û çekên bi lûleyên dirêj dan serê wan. Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren jî di çarçoveya lêpirsîneke cuda de hat girtin. Di lêgerînên Buroya Ajansa Mezopotamyayê ya Enqerê de û di lêgerîna li malên hempîşeyên me de polîsan dest danîn ser, alavên nûçeyan ên wekî kompitur, wênekêş, pirtûk, kovar û arşîvên rojnameyan.

Dixwazin rastiyan veşêrin

Operasyona ku li hemberî Çapemeniya Kurd tê kirin tê wateya bêdengkirina rojnameger û veşartina rastiyê. Çapemeniya Azad a ku dijminatiya îktîdarê ya li hemberî kurdan derdixe holê dê tu carî bêdeng nemîne. Nikarin rojnamegerên Çapemeniya Azad bêdeng bikin. Xebatkarên Çapemeniya Azad a ku ji kevneşopiya “Rastî tu carî di tariyê de namîne’ dimeşin çawa duh li hember zextan serî netewandin, îro jî bi xebatên xwe serî natewînin. Em hêza xwe ji Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat, Cengîz Altun, Ferhat Tepe û Nagîhan Akarsel digirin. Em ê wekî rojnamegerên kurd li hemberî êrişan serî netewinîn.

Em natirsin

Wê kes nikaribe pênûsa heqîqetê bişkîne. Hûn ê nikaribin Çapemeniya Azad a ku we di salên 1990’î de bi bombe û qetlîaman bêdeng nekir, bi operasyonên bi vî rengî yên sextekar bêdeng bikin! Bila desthilatdariya zordar, despotîk bizane ku tirs alîkariya mirinê nake. Çi zextan bikin û çi qas zagonên sansurê derxin bila bikin jî, rojnamegerên kurd tu carî ji gef, zext, binçavkirin û girtinan natirsin, dest ji têkoşîna xwe bernadin û serê xwe natewînin!

Berdevkiya hikûmetê nekin

Ji vir jî em bang li medyaya ku xwe muxalîf dibîne û hevalên me dike hedef dikin. Ji aliyekî ve dibêjin dadwerî ne serbixwe ye, ji aliyê din ve dema ku operasyon li dijî Kurdan tên kirin dev ji berdevkiya hikûmetê berdin! Ev dîmen îşkenceya li hempîşeyên me ji aliyê polîsan bi xwe ve hatin servîskirin. Wekî hevalên me yên ku li dijî îşkenceyê serî netewandin em jî ji vir bang dikin wê çapemeniya azad serî netewîne.

Bi têkoşîneke mezin em ê li ber xwe bidin

Hikûmet bi dîmenên wiha ne tenê ji bo rojnamegerên kurd, ji hemû rojnamegeran re peyamekê dide; dixwazin bi zextan bitirsînin, bi binçavkirinan gav paşde bavêjin û rojevê beralî bikin. Em careke din dibêjin ku hemû hewldanên we wê bê encam bimînin. Çapemeniya Azad bi bedelên giran û ti carî ji rastiyê tawîz nedaye hat van rojan. Banga me ji hemû rojnameger û rêxistinên pîşeyî re ye, em hemû bi hev re bi hevgirtin û têkoşîneke mezin li ber xwe bidin. Em ji hemû rojnamegeran re dibêjin azadî, wê çapemeniya azad bêdeng nebe!”

Îktîdar di her aliyê de êrîşê çapemeniyê dike’

Piştre Nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmût Oral axivî. Mahmût jî destnîşan kir ku îktîdar li welat li dijî çapemeniyê şerekî bê wate daye destpêkirin û wiha axivî: “Di demekî nêz de li TBMM’ê tişta ku hat jiyîn di dîroka çapemeniyê ya Tirkiyê ya dema Abdulhamît de nehat jiyîn û bi vê re li meclîsê qanûna sansûrê hat qebûlkirin. Kesên ku îmze avêtin vê qanûnê di ji bo demên pêşerojê de bi wêneyekî wan bike şermê. Dê şerm bikin ji ber ku ev tişt li tu deverê cihanê nehatiye jiyîn. Şerê îktîdarê ya li dijî çapemeniyê tu carî bi dawî nebû. Ji bo ku ji çapemeniyê re asteng bibin di her aliyê de derfetan digerin. Duh hema bêjin li hemû bajaran serdegirtinên malan hatin kirin û 12 rojnameger hatin binçavkirin. Ser malên wan û bûroyên wan de girtin û belavkirin. Kes nizane ku sedema binçavkirinê çiye. Ji ber ku wekî her carê biryara veşartinê danîne ser dosyeyê. Rojnameger dema hatin binçavkirin bi îşkence û nêzîkatiya li dijî mirovahiyê hat kirin. Rojnameger Zemo Aggoz nikare şîr bide pitika xwe ya 45 rojî. Ligel hemû hewldanên parêzeran jî daxwaz bê bersiv ma. Bi vê binçavkirinê îktîdarê carekedin xwe da nîşandan ku çawa îktîdarek zilimkare.”

‘Çapemenî her tim li ser piyan e’

Mahmût, bal kişand ser 16 rojnamegerên ku di 8’ê hezîranê de hatin binçavkirin û girtinê û wiha domand: “Wê demê jî 20 rojnameger hat binçavkirin û 16 ji wan hatin girtin. 140 roj derbas bû jî di holê de îdîaname tuneye. Me wê demê jî li dijî binçavkirinan çalakiyên xwe li dar xistin û me got kes nikare dengê çapemeniyê qût bike. Em carekedin dîsa dibêjin çapemeniya azad bêdeng nabîne. Ev operasyon heta dawiyê bidome jî çapemeniya azad heta dawiyê li ser nigan bisekine.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ku hatin berzkirin bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar