Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Çapemeniya PDK’ê ji çapemeniya AKP’ê derbas kir

Çapemeniya PDK'ê ku êrişa bi SÎHA'yê ya li Bamernê pêk hat û 2 jê zarok 3 kes têde hatin kuştin berovajî kir, ji çapemeniya AKP'ê derbas kir.

Tirkiye bi hevkariya PDK’ê êrişên xwe yên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistanê didomîne û ji baregehên xwe yên li Herêmê Kurdistanê û SÎHA’yê bombardûmaê pêk tîne û kesên sivîl dike hedef. Herî dawî duh li gundê Zewê yê bajaroka Bamernê ya navçeya Amediyê ya Duhokê bi SÎHA’yan 2 jê zarok 3 kesan kuşt. Di êrişê de 2 kes jî birîndar bûn.

Piştî êrişa li Bamernê Yekîneya Antî Terorê ya girêdayî PDK’ê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal êrişê berovajî kir û HPG’ê hedef nîşan da. Piştî demeke kurt şahidên êrişê axivîn û gotin ku êriş ji bargeha Artêşa tirk pêk hatiye. Her wiha di dîmenan de jî ev yek hat dîtin.

Berovajîkirina Rûdawê

Çapemeniya PDK’ê piştî êrişê di weşanên xwe de nûçeyên berovajî weşand. Rûdaw ku ya malbata Barzanî ye, bi vî sernavî “Li Amediyê Artêşa Tirk û PKK’ê topan avêtin hev: 2 zarok jiyana xwe ji dest dan” nûçeyê weşand û êrişê berovajî kir. Di heman nûçeyê de Rûdawê angaşt kir ku HPG’ê jî topan avêtiye û artêşa tirk hewl daye baregeha xwe biparêze.

Keyayê bûyerê vegot sansur kirin

Keyayê gundê Zewê ku êriş lê pêk hat Bîrqî Omer, rexmî ku rastiya bûyerê vegot jî Rûdawê negot ku êriş ji aliyê artêşa tirk a dagirker ve pêk hatiye û keya sansûr kir. Keya Omer, da zanîn ku herêmên Nerwe û Rekanî di bin kontrola Tirkiyeyê de ne û ji êriş ji van herêman pêk hatiye û wiha got: “Dema ku bombardûman pêk hat em bi qasî kîlometreyekê dûrî bargeha Tirkiyeyê bûn û em hatin gund. Ji bargehê êrişî deverên sivîl kirin.”

Kesê ku xizmê xwe di êrişê de winda kir jî got ku êriş ji aliyê balefirên şer ên Tirkiyeyê ve pêk hatiye.

K24 ji AA’yê ne cudatir e

Di weşana K24’ê de şahidekê êrişê ji nûçegîhanê qenalê re ev tişt got: “Weke ku hûn dibêjin nîne dewleta tirk zarokên me bombe baran kirin.”

Dîsa qenela PDK’ê K24 jî daxuyaniya Yekîneya Antî Terorê ya bi vî rengî ” Di êrişa bi roket a ku terorîstên PKK’ê li bajaroka Bamernê ya navçeya Amediyê ya Duhokê pêk anîn de 2 welatiyên me şehîd bûn.”servîs kir. K24’ê jî mîna Rûdawê negot ku êriş ji aliyê artêşa tirk ve pêk hatiye û bi bin nûçeya ku weşand ve bûyereke ku beriya niha pêk hatibû zêde kir.

Çapemniya PDK û AKP’ê dişibe hev

Ajansa Anadolûyê (AA) jî êrişa ku SÎHA’yên Tirkiyeyê pêk anîn kir sutiyê HPG’ê û angaşt kir ku êriş bi roketê pêk hatiye. AA’yê nûçeya K24’ê kopî kir û weşand. Ev jî derxist holê ku çapemeniya AKP û PDK’ê mîna hev weşanê dikin.

Welatiyan rê ji trafîqê re girtin

Welatiyan li Herêma Kurdistanê, êrişa ku Tirkiyeyê bi SÎHA’yê pêk anî şermezar kirin û rêya di navbera Amediyê û Duhokê ji bo demekê ji trafîqê re girtin.

 Beriya niha jî 2 kes hatibûn kuştin

Tirkiyeyê, di 27’ê tîrmeha 2020’an de jî bejahiya Amediyê bombebaran kiribû û welatiyên sivîl ên bi navê Dilovan Şahîn Omer Keşanî û Ebdullah Ehmed kuştibûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar