Ji avabûna komarê vir ve çapemeniya tirk leşkere dewletê yê bêpîvan û bêexlaq e. Dema serhildana Agiriyê, komkujiya Geliyê Zîlan û Dêrsimê ji bo kurdên asê û mexdûr digotin şakî, haşarat û qatil. Di şerê 40 salan ê çekdarî de gotin, parçekir, cihêxwaz, terorîstên destbixwîn. Der barê têkoşîna gelê kurd çi derew û îftira neman belav kirin. Dewletê di odeyên veşartî de ji bo kurdan çi nav û nûçik ajot ber wan, ew servîs kirin. Belê em ji dîrokeke reş ve zanin ku bê ka çapemeniya tirk xwedî çi wesfî ye.
Tu car derewên wan qet nesekinîn lê van rojên dawiyê ev derew bi awayekî çalak dîsa tên servîskirin. Li Zap û avaşînê timtêla xwe pîvane, çi derewan dikin dizanin mangirekî Osmanî nake. Bala xwe zivirandine ser Rojava, Bakur û Rojavayê Sûriyeyê. Dîsa bi dereweke ku di odeyên tarî de hatibû plankirin ve êrîş birin ser gund û bajarên Rojava, tamtamên mehteran lê xistin, dîsa esil û nesle xwe anîn bîra xwe gund bajar wêran kirin.
Hedefeke dewleta tirk heye, dixwaze Rojava bi temamî dagir bike û destkeftiyên Rojava tune bike. Gefan li ser gefan dixwe, tamtaman bi deng dike ku êdî wê ji aliyê bejahî ve bikevin Rojava. Propogandayeke reş tê servîskirin, dixwazin raya Tirkiyiyê ji bo hilbijartinan amade bikin, bayê serkeftinekê biwezînin. Ji wan re hem moralê hilbijartinê lazim e hem jî derewên xwexapandinê. Bayekî wisa pif dikin ku wan her der fetih kiriye, li meydanê kes nemaye deng û dirûvên wan tenê heye.
Niha borsaya derewên çapemeniya wan wiha li ser kare: Mazlûm Kobanî ditirse, ji hev belav dibin, direvin, ji tirsa artêşa tirk li ber Amerîkayê digerin, haho çûn, çûn neman, dewleta me wê wan saxî bi saxî biqurtîne, em dewlet û artêşeke mezin in, nikarin li ber me bisekinin û ala û bala. Hûn ê bibêjin tiştek nema, tûr û tewes kirin. Erê bila bêjin, ji derewan kes nemiriye. Jixwe sermayeya wan ev e. Lê em vegerin li rastiyê binêrin.
Bi rastî kî ditirse? Ew sê çar kesên ji tunebûnê serî li dewlet û artêşeke hêza pêncan a cîhanê rakirin an ew dewleta ku eşkerebûna leşkerên xwe yên kuştî vedişêre û ji bo neyên dîtin di geliyên kûr de dişewitîne? Kî?
Kî ditirse bi rastî? Ew ên ku li hember çekên kîmyayî û teknolojiya giran keviran dikin palgeh û şer dikin an dewleta ku şehîdên wan ji gorên wan derdixe û li cihên nediyar vedişêre, hestiyên gerîlayan bi koliyan ji malbata wan re dişîne? Ma dewleta ala û bala ji hestiyan ditirse!
Gelo fermandarên HPG’ê yan generale artêşa tirk digotin, bila yekîneyeke gerîlayên PKKê bidine min ez ê dinyayê ser û bin bikim? Yên ku digotin, ev leşker ancax dizanin ber singê dayika xwe razên kî bûn? Dewleta we ji ber çi dev ji leşkerên reş berda û leşkeriya bi peretî anî û her yek ji bo pereyan peymana xwe ya mirinê mohr dike? Ev çi tirs e ku dewleta we her zinarek, her darek kiriye baregeha teknolojiye dîsa jî newêre bê gaz û çekên kîmyayî gavekê bavêje?
Yên bi wêrekî çûne ser mirinê, bombe di singên xwe de teqandine, yên ku artêşa reş a DAÎŞê têk birine, singên xwe her roj ji mirinê re vekirine û bi deh hezaran şehîd dane vê axa pîroz tirs kuştine, qet ditirsin, ma hûn baş nizanin rebenên xwedê? Binêrin di bin çi şert û mercan de şer dikin û pergalek ava kirine. Îdeolojî û baweriya wan de tirs tune ye, wêrekî û lehengî ji bo wan merîfet nîn e, kesayet e. Ma hûn nizanin ew bi dirûşma, “em bi mirinê jiyanê şîn dikin” bûne ew.
Hûn ey çapemeniya leşker, hûn ê kengî ûnîformayên xwe ji ser xwe derxin? Hûn ê heta kengî derewên ku hûn bixwe îcat dikin bawer bikin? Êdî şerm e. Ji ber meterîsên xwe yên derewan derkevin, ne mîna mişkan, mîna kesayetan bijîn. Lê em baş dizanin hûn nikarin wisa bijîn. Ji ber ku hûn weledên komarê ne. Komar li ser bi hezaran derew û îftirayan hatiye avakirin. Hûn seyên ber derê dewletê û leşkeran e. Hûn nikarin bêyî kût û hestiyan bijîn. Kût û hestî ji bo we şanazî ne.
Hûn bê kût û hestî nikarin bijîn, genên we wisa pêk hatine.
Herin mîna xwe, dîsa şanaz bijîn.