Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çapxaneya Pîremêrd jinûve tê çêkirin

Çapxaneya helbestvan Pîremêrd ku temenê wê 82 sal e û ev 56 sal in nehatiye xebitandin dê jinûve were çêkirin. Dê hinek berhemên Pîremêrd bi awayê berê pê were çapkirin

Pîremêrd yek ji helbestvanên navdarên kurd e. Navê wî Tofîq kurê Mehmud Axa kurê Hemze Axayê Mesref e. Li sala 1867’an li Silêmaniyê ji dayîkbûye. Piştî xwendinê dest bi karê rojnamevanî kiriye, di sedsala borî de xizmetek mezin ji wêje û rojnamegeriya kurdî re kiriye bi taybetî jî bi amêra ku ji beriya 82 salan anî bajarê Silêmanî.

Pîremêrd di gelek rojname û govaran de kar kiriye. Yek ji wan rojnameyên ku herî zêde têde kar kiriye rojnameya Jiyan e. Piştî koçkirina Hisên Nazim Beg wek sêyem rêvebirê rojnameyê li Silêmanî dest bi kar dike. Sernivîsa rojnameyê kiriye, rojname destpêkê ji aliyê şaredariya Silêmanî ve dihate çapkirin, lê ji ber sedema ku şarewanî zêde giringî pê nedida, Pîremêrd hemû karên rojnameyê girt ser xwe û çapxaneyê jî ji şarewaniya Silêmanî bi kirê girt. Piştî vê di 14’ê tebaxa sala 1934’an bû sernivîser û xwediyê rojnameya Jiyan. Lê di 30’yê Tebaxa sala 1937’an de dema bi kirê girtina çapxaneya şarewaniya Silêmanî tije bû û şarewanî jî demê bi kirê girtinê jêre nû nekir. ji ber wê Pîremêrd neçar ma here Bexda çapxaneyek bikire. Di 30’ê îlona sala 1937’an de Pîremêrd jimara 39’an ya rojnameya Jiyanê li çapxaneya xwe çap kir.

Piştî wefata Pîremêrd di sala 1950’an de, her yek ji Cemîl Saîb, Nurî Emîn Beg û Goran Ehmed Ziring di çapxaneyê de karkirin ta sala 1963’an. Jimara herî dawî ya rojnameya Jiyan jimara 1714’bû bi wê çapxaneyê çapkirin.

Di sala 1980’an de bi armanca parastina çapxaneyê wek beşek ji kelûpora kurdî, çapxane li Muzexaneya Entografî ya bajarê Silêmanî ku girêdayî zanîngeha Silêmanî ye de hate danîn. Niha jî çapxane hatiye veguhestin ji bo Navenda Jîn ya li Silêmanî û erkê parastina çapxaneyê navenda Jîn girtiye ser xwe.

Piştî 82 salan çapxaneya Pîremêrd, li navenda Jîn bi alîkariya rêkxirawa Keşkulî ya ser bi zanîngeha amerîkî ku kar diwarê parastina keluporan de dikin, hewil tê dayîn ku amêra çapê jinûve were çêkirin. Rêvebirê Giştî yê Navenda Jîn Sedîq Salih di derbarê çêkirina çapxaneya Pîremêrd de wiha got: “Li gelek welatan ji bo parastina kelûpor û berhemên wêjeyî, çapxaneyên kevnare têne çêkirin û jinûve têne bikaranîn. Ji bo wê jî ji ber heskirina me ya ji Rojnameya Jiyan re me daxwaz ji Wezîrê Rewşenbîrî kir ku çapxaneya Pîremêrd radestî me bikin. Ji bo wê em ê bi alîkariya rêkxirawa Keşkul amûra çapê jinûve çêbikin.”

Her wiha Sedîq Salih aşkera kir ku armanca wan ew e ku beşek kêm jî be ew dixwazin hinek ji helbest û berhemên Pîremêrd bi şêwaz û tîpên kevin bi vê çapxaneyê çap bikin.

Sedîq Salih aşkera kir ku wan niha dest bi çêkirina çapxaneyê kirine, her wiha diyar kir ku hinek ji parçe û tîpên çapxaneyê wenda bûne ew niha hewildidin van parçên wendabûyî ji nûve çêkin.

Têkildarî dema temamkirina çapxanê û kar pê kirinê de jî Sedîq Salih wiha got: “Çêkirina çapxaneyê karekî zehmet e, ji ber wê em nizanin wê kengê temam bibe û em ê kengê dest bi çapê bikin.” SILÊMANÎ

Çavkanî: Firîşte Mehmûd / Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar