Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...
Cuma - 6 Eylül 2024

Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Çare yekitiya bêyî PDK’ê ye

Dîroka hevkariya di navbera PDK’ê û dewleta tirk de gelekî dûvedirêj û kûr e. Carnan bi dizî û gelek caran jî bi rengekî aşkere ev têkilî, hevkarî û peymanên di navbera herdu aliyan de derdikevin holê.

Em dest ji kûrahî û dîroka vê têkliyê berdin û tenê li dîroka nêzîk jî binerin ew hevkarî êdî aşkere û bê şer û fedî berdewam dike.

Di dema amadekariyên dagirkirina Efrînê de PDK bi riya alîgirên xwe ENKS ji her kesî bêtir rola amadekirina vê dagirkeriyê kir, bi riya kampaniya reşkirin û bêbextiyan rêveberiya Xweseriyê ya ku bajarê xwe birêve dibir kiribû hedefa xwe û gelek çeteyên wan jî yên wekî (Ketaib Meşal Temo) raste rast tev li êrîşa dewleta tirk a dagirkirina Efrînê bûn.

Di dorpêçkirina rojavayê Kurdistanê de li gorî daxwaza dewleta tirk gelek caran sînorê vekirî yê bi tenê ango sînorê Sêmalka ê di navbera başûr û rojava de li ser daxwaza dewleta tirk digirt da ku pêşî li koçberiyê veke û rojavayê Kurdistanê vala bike.

Ji xwe daxwaza dewleta tirk jî ew bû çi biriya êrîşên çeteyan be çi biriya ambargo û dorpêçkirinê be dixwest ku hemû Rojava vala bibe da ku bi rihet dagir bike û demografiya wê biguherîne.

Di vê dema dawî de jî êdî aşkere dide pêşiya artêşa tirk, ji wan re rê û cih vedike da ku xwe li hemû başûrê Kurdistanê bicih bike.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku malbata Barzanî pêşengiya wê dikir, di 31’ê tebaxa 1996’an de bi tankên Sedam Huseyîn Hewlêr dagir kirin. Wê demê ji bo dijminahiya xwe ya li dijî YNK’ê pêşmergeyên xwe li tankên Sedam Huseyin siwar kirin, niha jî wan li tankên dewleta tirk siwar dike da ku hemû başûr bixe bin dagirkeriya dewleta tirk.

PDK’ê hemû van hevkariyên qirêj dike û statiuya hemû Kurdistanê tevî başûr jî dixe nava talukeyeke mezin tenê ji bo berdewamiya desthilatiya partiya xwe û malbata xwe vê yekê dike. Bêguman dewleta tirk li hemberî vê yekê dê hin sozên berdewamiya desthilata wî û hevkariya di şerê li dijî aliyên din ên kurd dabe PDK’ê.

Gelo rayedarên PDK’ê ji bo vê hevkariya dawî ya bi dewleta tirk re hesabên çawa dikin û çawa baweriya wan bi soz û peymanên dewleta tirk tê. Heke ji dîroka dûr û dirêj a vê dewletê ders negirtibin bila bi kêmanî ji dîroka nêzîk dersê bigirin.

Divê her kes ji rayedarên PDK’ê bipirse û bêje tevî we û hevalbendên xwe di her warî de amadekariya dagirkirina Efrînê kir û we digot em ê ji destê Rêveberiya Xweser derxînin û piştî dewleta tirk li wir bicih bibe wê rêveberiya bajêr bide me. We û hevalbendên xwe, xwe ji wiha re amade dikir lê dewleta tirk piştî dagirkirina Efrînê nehişt lingê we bi wî bajarî bikeve.

Li şûna gelê Efrînê yê talan û koçber kir ji her deverê malbatên çeteyên xwe anîn li wir bicih kirin û mal û milkê kurdan li wan parvekir. Niha jî we xwe dîsa li herêma xwe daye tengala artêşa dewleta tirk û hûn dijminahiya Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê dikî.

Bila PDK’ê baş bizanibe çawa ku dewleta tirk piştî dagirkirina Efrînê nehiştin ku ENKS’a ku hevkarî kir derbasî Efrînê bibe dê piştî dagirkirina başûr nehêlin PDK’ê jî derbasî Silêmanî bibe.

Dîsa wekî beriya Efrînê hûn xwe ji bo dewleta tirk li behane û hincetan amade dikin da ku ne tenê êrîşî şervanên PKK’ê lê êrîşî YNK’ê jî bike û wan ji holê rake. Li gorî hesabên we dê piştre rêveberiya hemû başûrê Kurdistanê di destê we de be û hûnê Berzanistanekê ji xwe re ava bikin.

Lê roj bi nîşane û wê demê poşmanî jî feyde nake, dewleta tirk li dijî hemû destkeftiyên kurdan e ne tenê li dijî PKK an jî YNK an jî Rojava ye. Ew li dijî her destkeftiyeke kurdan e û di serî de jî li dijî herêma Federal a Kurdistanê ye ku bi xwîna bi hezaran ciwanên kurd hatiye bidestxistin.

Heke têkçûnek pêk were wê ne tenê beşek ji kurdan têk biçin wê hemû destkeftiyên kurdan li ber lingan biçin. Lewre roj roja yekitî û hevgirtina gelê kurd e, bila ji derveyî PDK’ê hemû partiyên kurd bi hevre eniyekê berfireh ava bikin û ji bo partastina hemû destkeftiyên xwe li her deverê bikevin nava liv û tevgerê. Heke wiha nebe dê dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê hewl bide ku hemû destkeftiyên kurdan ji destê wan derxîne û PDK ‘ê bi xwe jî wê zirara herî mezin ji vê dagirkeriyê bibîne. Herî zêde ew ê rayedarên PDK’ê bikaribin bibin memûr û waliyên ji alî hikûmeta tirk ve tayînkirî.

Mixabin mirov ji bo hevkariya PDK’ê çi bêje vala ye, ji ber ku heta qirkê ew ketiye nava hevkariyê lê hêvî û çareserî di serhildana gelê kurd de ye. Divê hemû rêxistin û partiyên kurd ji derveyî PDK’ê hişyar bin û tev bi hev re li hemberî vê dagirkeriya ku hemû destkeftiyên kurdan ji holê radike serî hildin û pêşengiyê ji bo serhildana gel bikin.

Nûçeyên Têkildar