Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin.
Heke gel û netewek, nasnameya wî û hebûna wî neyê naskirin, ji bo tunekirina wî her cûre şêwazên qirkirinê were meşandin, wê gavê girîngiya ziman hîn pirtir derdikeve holê.
Ji ber ku ziman û pêve girêdayî çand, stûna bingehîn a nasnameya gelan e, lewma berî her tiştî ji bo şikandina van stûnan û tunekirina van taybetmendiyên neteweyan êrîşên ewqas xedar pêktên.
Dibe ku di vê derbarê de, li cîhanê mînaka herî li ber çavan a gelê Kurdistanê ye.
Di dîrokê de bi hezaran sal e, li ser ziman û çanda vî gelî êrîşên xidar ên bişaftin, asimilasyon, bi kurtayî ên qirkirinê tên birêvebirin, lê dîsa jî nehatiye tune kirin.
Rêber Apo, ji bo vê siyaset û zihniyeta dewleta tirk a li ser gelê Kurdistanê dide meşandin dibêje; “qirkirina çandî”!
Bêguman ev encam, ji mezinbûn û xurtbûna cewheriya ziman û çanda kurdan tê. Her wiha dibe ku ya herî gîng jî ji kevnariya wî ya di despêka çêbûna mirovahiyê de despêka erdnişîniyê û bûna xwedî berhemdariya li herêma Mezopotamyayê(Kurdistana niha) be.
Bi giranî tê gotin û tê pejirandin ku sedemên êrîşên asimilasyon û qirkirina li ser vî gelî, dewlemendiya erdnigariya Kurdistanê û bidestxistina tecrube û serpêhatiyên dîrokî yên gelê Kurdistanê ye.
Dewleta dawî ya xwedî êrîşên herî xedar jî, dewleta tirk e. Erê her sê dewletên din; Iraq, Îran û Sûriye jî xedar in, lê pêşengê malxerabiyê, her dewleta tirk bû ye û heta niha jî her dewam dike vê qirkeriyê.
Ka em ji çend aliyan ve, bala xwe bidin şêwaz û armancên vê êrîşa qirker û zalimker.
Ji aliyê yasayî, mirovahî û baweriyê ve:
Ji aliyê yasayên mafên mirovan û hema hema hemû baweriyan(olan) ve, tê gotin ku her kes azad e bi zimanê dayîka xwe biaxife.
Lê mirov bala xwe dide dewleta tirk, ji bo raya giştî bi xapîne bi gotin, ji van mafan ra nabêje “na”, lê di kiryarî(pratik) de berovajî tevdigerî û hilwesta qirkerî dide meşandin.
Ji aliyekî din ve, jixwe damezrandina dewlet-neteweya xwe li ser bingeha vê qirkeriyê pêkaniye. Niha jî, ji bo sînorê dewleta xwe berfirehtir bike, vê siyaseta xwe ya dagirker û qirker bênavber û bi hemû dijwariya xwe dide meşandin.
Ji aliyê xwezayî ve:
Ne bi tunê zimanê kurdî yê gelê Kurdistanê qedexe kiriye û ceza dike, belê ji nav û naveroka wan dûr dixe û navê bi tirkî li her tiştî û her deverê dike.
Niha heman zilmê, heman karê dijî mirovahiyê û dijî xwezayê li rojavayê Kurdistanê jî dide meşandin. Wisa diyar e wê heman karê qirêj û qirker li Başûr jî û heke bi destkeve wê li Rojhilat jî bide meşandin.
Ev kar, dişibe mîna ku çawa nav û ziman tê qedexekirin û tê guhertin, heman şêwazî li ser xwezayê û ajalan jî bide meşandin.
Weke mînak, çawa navê Kurdistan qedexe ye û navê bajar, gund, çiya, çem, deşt, gelî, newal û hwd. navê hemû cih û warê Kurdistanê qedexe kirine.
Van mînakan weke; ji şêr re bêje “ tu kûçik(seg) î û lazim e tu weke kûçik bike hewte hewt”!
Ya jî ji mihê re bêje “tu gur î û divê tu weke gur bike zûre zûr”!
Ji ber ku zihniyet û siyaset wan a li ser hatine ava kirin; yek dewlet, yek welat, yek milet û yek, yek, yek e….. Lewma bi hevrejiyanek di nava aştiyê de ya azad a wekhev a pir gel, pir netew, pir ol, pir mezheb û hwd. naxwazin.
Mirov bala xwe didin van hilwest û kiryarên dewleta tirk, bi xwe re li gel dijminatiya navbera gelan, her wiha dijminatiya navbera zimanan û olan(baweriyan-mezheban) jî diafirîne.
Ev siyaset û zihniyeta faşîzan û qirker, derketiye radeyek ewqas bilind, êdî ne bi tenê li dijî mirovan, ajalan û hemû zindiyan e, belê êdî dujminkariyê li ser ax û av û hemû erdnigariya Kurdistanê jî bikar tîne.
Kurt kurmancî bi hemû çekên kuştinê û şewitandinê; tank, top, froke, SIHA, IHA, kimyewî, xazên jehrî û hwd. her cûre çekên klasîk û modern û heta yên nuklerî, êrîşî hemû xwezaya Kurdistanê dikin.
Bê eyb û şerm, Hîtlerê hemdemî Receb Erdogan, di axaftina xwe ya civîna giştî ya 79’an a NY’ê de, xwe dikir dijberê Îsraîlê û berovajî, xwe edaletparêz û xwe dikir parastvanê gelê Filistînê! Şûna xwe Netanyahû dişibîne Hîtler!
De fermo temaşe bikin Recebê faşîst ê serokomarê dewleta tirk! Çawa kumê edaletê û mirovperweriyê dide serê xwe û hewl dide ku çawa kujerî û qirkeriya xwe veşêrê ji raya giştî cîhanê re.
Mîna gotina pêşiyên kurdan; êdî “herkes û şîro xwe”!
Jiyan, bi zimanê dayikê şêrîn e!
Çand û ziman, bi jiyana azad û wekhev xweş e!