Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Carek din qeyûm danîn ser şaredariyên Amed Wan û Mêrdînê

Wezîrê Karên Hundir diyar kir ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywirê hatine girtin. Di saetên serê sibê de polîsan avahiyên şaredariyan dorpêç kirin û bi ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de girtin. Li şûna şaredaran qeyûm tayîn kirin

Wezîrê Karên Hundir Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji peywirgê girtin. Piştre polîsan serê sibê avahiyên şaredariyan dorpêç kirin. Deriyên Şaredariyan şikandin. Bi ser avahiya Şaredariya Amedê de girtin. Polîsan bi maşineyên zirxî û gelek maşineyên polîsan bi ser avahiya şaredariyan de girtine û avahî xistine dorpêçê. Şaredariyên ku piştî hilbijartina 31’ê Adarê ji destê Qeyûm derketin û barîyer hatibûn rakirin, polîsan dîsa bariyer danîn dora şaredariyan.

Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu wekî qeyûm tayin kirin, polîsan deriyê şaredariyê şikandin û ketin hundirê avahiyê. Li Mêrdinê jî Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman wekî qeyûm tayîn kirin, polîsan bi ser şaredariyê de girt û polîsan bi maşineyên zirxî û TOMA avahî dorpêç kirin. Destûr nedan ku xebatkarên çapemeniyê jî têkevin hundirê avahiyê. Li şaredariya Wan, Amed û Mêrdînê lêgerin didome.

Piştî serdegirtinan dîsa barîyer danin pêş avahiyên şaredariyan û dorpêç didome. Dema şaredarî di hilbijartina 31’ê Adarê de ketibûn destê HDP’ê, HDP’ê barîyerên li dora avahiyên şaredariyê rakiribûn.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli jî diyar kir ku têkildarî ji peywirgirtinê du tebligat ji wan re nehatiye û wiha got: “Polîsan saed di 06’00’ê sibe de derî şikandine û ketine hundir. Ev yek li dijî hiqûqê ye. Ev helwest li dijî Makeqanûnê û pîvanê hilbijartinê ye. Bi vî rengî hemû kesên li Tirkiye dijîn êdî nikarin xwe di bin sîwana hiqûqê de hîs bikin. Ev nêzîkatiya li dijî HDP’ê li dijî nirxên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ne. Dîsa vîna gel hatiye xezpkirin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar