Di 9’ê Çileya 2013’an de sê jinên kurd li Parîsê hatibûn qetilkirin. Di demek kurt de derket holê ku her 3 jinên şoreşger ji alî rêxistina sîxurî ya dewleta tirk ve hatine kuştin. Kujerê wan Omer Guney jî hat girtin.
Lê doz pêşneket. Fransa, wek meseleyek ji rêzê li dozê nihêrî û bi ser de neçû. Di 23’ê Çileya 2017’an de kujer Omer Guney bi awayekî guman mir û piştî mirina wî doz jî hat girtin.
Wekî tê zanîn PKK’ê, di 4’ê Tebaxa 2017’an de du endamên pêşketî ya MÎT’ê li başûrê Kurdistanê girt. Her du endamên MÎT’ê, li der heqê kuştina 3 jinên kurd jî agahî dan. Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel, aşkera kirin ku destê rêvebiriya MÎT’ê di kuştina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de hene. Lê divê were zanîn, rayedarîya MÎT’ê, bêyî ku hikumet destûr bide, nikare biryarek wiha bigire.
Piştî van îtîrafan Fransa dosyeya kuştina her sê jinan carek din vekir. Lê heta niha tu pêşketinek tune ye. Her wiha, agahiyên li dosyê jî hetine veşartin. Fransa, naxwaze têkîlîya dewleta tirk aşkera bibe. Ango careke din berjewendiya dewletan ketiye pêş rastiyê.
Çendê hanê di derheqê kuştina sê jinên kurd îtîrafek din jî çêbû. Li televîzyoneke ser bi dewleta tirk de generalê malnişîn ya ji daîreya sîxurî, ango berpirsîyarê daîreyê Îsmaîl Hakki Pekîn, aşkera got ku her sê jinên kurd bi rêya MÎT’ê hatine qetilkirin.
Pekîn, di vê bernameyê de gotinên xwe temam nekir. Lê Pekîn, hem kuştina sê jinên kurd aşkera kir, hem jî daxwaz kir ku dewlet bi taybet li Ewropayê dest bi kuştinên nû bike.
Piştî vê bernameyê Bariş Boyraz li ser navê televîzyona Medya Haberê li Îsmaîl Pekîn geriya û bilêvkirina ‘Parîs’ê qesta wî çi bû, jê pirsî.
Pekîn ev car bi awayekî vekirî got ku “Qesta min Sakîne Cansiz û hevalên wê ne.” Dû re jî temam kir: “Ez wisa bawer dikim ku ew bi destê MÎT’ê hatine kuştin û divê kuştinên bi vî rengî ji niha şûn de jî pêk werin.”
Yên van gotinan dibêje, kesek ji rêzê nîn e. Berpirsiyarê dezgeya sîxurî ya artêşa tirk e. Gava rayedarek dewleta tirk bêje, ‘Ez wisa bawer dikim…’, divê însan bizane ku ew baweriya xwe nabêje, rast e rast tiştên ku dizane bi awayek ku dewletê sûcdar neke tîne ziman. Ya herî balkêş jî, ev zilama pêşniyar dike ku dewlet careke din dest bi kuştinên bi vî rengî bike.
Pekîn berî ku van îtîrafan bike, ango di 2’ê Sibatê 2021’an de wezîrê dewleta tirk Hulusî Akar, ji bo gerek fermî berê xwe da Almanyayê. Li ser vî gera wî, gelek agahî derketin holê. Parlamenterên alman sedema gera Akar ji hikûmetê pirsîn. Lê hikûmeta alman, got; “Ji ber ku sirê dewletê ye em nikarin agahî bidin.”
Çapemeniya alman naveroka vê sirê nivîsand. Akar, hem ji bo êrîşên Garê alîkarî ji almanan girtî ye, hem jî xwestiye ku dewleta alman, li dijî kurdên li Almanyayê dijîn dest bi operasyonan bikin.
Tiştên li çapemeniya alman derketiye, hikûmeta Merkel negotiye na lê di vê heyamê de jî ne xwestiye ku bi gotinên Erdogan operesyoneke nû li dijî kurdan bide destpêkirin. Lê wisa dixwûye, ew ê li dijî kurdan operasyonek çêbikin.
Ji alî din hin pisporên alman dibêjin ku rayedarên alman ji dewleta tirk daxwaz kirine ku MÎT li welatê wan li dijî mûxalîfan bûyerên kuştinên pêk neynin. Ev jî dide nîşandan ku di hesaba dewleta tirk de, operasyonên kuştinê jî hene.
Ev yek divê bi baldarî were şopandin. Dewleta tirk, ango rejîma Erdogan li hember têkoşîna kurdan bê çare maye û dikare her cûre êrîşan hem li welat, hem li derveyî welat pêk bîne. Dema dest bi operasyonên bi vî rengî bikin, pêşengên kurdan ên li derveyî welat jî dikevin ber êrîşên Erdogan.
Bi gotina kurt ên wekî Îsmaîl Hakki Pekîn bi lêv dikin, ne ji tiştên rêzê ne û ew hêza dewleta tirk heye ku li Ewropayê jî dest bi kuştinên muxalifan bikin.