Komuna Fîlman a Rojava dê di 13’ê mijdarê de 4’emîn Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî li dar bixe. Heta niha ji her devereke cîhanê herî kêm hezar û 500 fîlm ji komunê re hatine
Mîhrîcana Fîlman a Rojava cara yekemîn ji hêla Komuna Fîlman di 13’ê mijdara sala 2016’an de hate lidarxistin. Di 13’ê mijdarê de ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Sînemaya Amûdê ya di sala 1962’yan de ku 283 zarok hatibûn qetilkirin, çalakî tên lidarxistin. Komuna Fîlman a Rojava, ji meha hezîranê ve dest bi amadekariyên mîhrîcanê kir. Mîhrîcan dê bi sponsoriya Komuna Fîlman a Rojava, Desteya Çand û Hunerê, Tevgera Çand û Hunerê û bi beşdariya kesayetên cîhanî, dest pê bike. Komîteya amedekar heta niha ji rojhilatê Kurdistanê 100 fîlm, ji başûrê Kurdistanê 11 fîlm û ji bakurê Kurdistanê jî 27 fîlm wergirtine.
Di sala yekemîn a mîhrîcanê de tenê belgefîlmên ji Rojava hatibûn pêşandan. Armanca wê pêngavê jî ceribandina Komuna Fîlman a Rojava bû. Di sala duyemîn de fîlm ji derveyî Rojava hatin wergirtin. Komunê nêzî 400 fîlm wergirtin û pêşkêş kirin. Lê di sala sêyemîn de mîhrîcan diyarî berxwedana Kobanê bû. 600 fîlm ji beşdariya çalakiyên mîhrîcana sêyemîn hatin şandin. Lê li gorî îsal, mîhrîcan bi navê ‘Mîhrîcana 4’emîn a Fîlman a Rojava ya Navneteweyî’ hate birêxistinkirin.
Nêzî hezar û 500 fîlm hatine
Der barê mijarê de endama Komuna Fîlman a Rojava û endama komîteya amadekar a mîhrîcanê Safînaz Ebikê axivî û da zanîn ku heta niha nêzî hezar û 500 fîlm û belgefîlm ji wan re hatine. Ebikê wiha dom kir: “Hê jî wergirtin berdewam e. Komîteya amadekar niha li ser vebijartina fîlman li gorî mercên ku dê beşdar bibin, dixebite. Komîteya amadekar a mîhrîcanê her salê fîlmekê ji bo beşdariyê hildibijêre. Mîhrîcan bi giştî der barê çanda gelan de ye. Dê li ser 3 beşan be. Beşa bingehîn, fîlmên biçûk in. Ev beş jî ji hêla beşdarbûnê ve vekirî ye û dê fîlmên piştî 2018’an wergirin. Beşa duyemîn jî belgefîlm in û der barê mijarên berxwedanê de ne. Beşa sêyemîn jî, beşa fîlmên dirêj û romanî ne.”
Ji her devera cîhanê fîlm hene
Ebikê da zanîn ku fîlmên ku tên wergirtin der heqê cihêrengiya pêkhate û gelên parastina çand, folklor û mîraseya xwe dikin de ne û wiha bi dawî kir: “Tişta ku balkêş a mîhrîcana îsal ji mîhrîcanên berê ew e ku fîlman ji tevahiya dewletên cîhanê yên mîna Amerîka, Efxanistan, Hindistan, Tirkiye, Almanya û hwd werdigirin. Ev beşdarî cihê şanazî û serbilindiyê ye. Her wiha ji parçeyên Kurdistanê jî gelek fîlm hatin. Heta niha ji rojhilatê Kurdistanê 100 fîlm, ji başûrê Kurdistanê 11 fîlm û ji bakurê Kurdistanê jî 27 fîlm hatine.”