Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çarenûsa guloka ji Medan heta Apoyiyan

Em niha bi wê serkeftinê dîrokê ji hibira pênûsa berxwêderan, latê şikeftên çiyayên Kurdistanê bi meşela 27'ê Mijdarê dineqişînin bêdawiyê

Yêzda Havîn |

Di dîrokê de têgîna Med, Kurd, Kawa, Agir, Çiya, azadî, serîrakirin, îxanet û berxwedan di rehê axa Kurdistanê de, tovê jiyanê di eynî guloka çarenûsê de reşandî ye. Lê rengê guloka Kurdistanê her carê bi têgînekê reng guherî ye. Rengê her têgînekê tekiliyê dem- wext û qarekterê kesayetekî temsîl dike. Ev jî ji xwezaya kurd û Kurdistanê bêtir bi bandora hêzên desthilatdar, dagirker, qirker û mêtînger ên wekî îngîlîz, Fransa, Rûsya, Amerîka, tirk, Îran, Irak û Sûriyeyê de çêbûye. Sedemê wê dewlemendiya çavkaniya sererd û binerd ku divê teqez herkes jê payeke bilind zevft bike hicûm kirine. Bi vê re welatê zîv û zêra, civaka bi xêr û bêr, gelê zindî û herikbar bi rêngê perda spî, sor û tarî û bi qurbankirina kurdan li ser xaka Kurdistanê raxistine. Êdî Kurdistan bibû meydan a şer; carna bi agirê şerê persa, car bi agirê şerê osmanî, car bi agirê şerê ereba û car bi agirê şerê hêzên hegemonîk dişewite. Bi hezaran zilamê kurd tên qetilkirin, jinên kurd tên revandin û tecawizkirin û zarokên kurd di dibistanên razayî de hatine hilandin. Kurd jî serî netewand li beraberî hêzên êrîşkar, dagirker û siyaseta qirker li Rewandûzê, li Botanê, li Agirî, li Colamergê, li Dêrsimê û pêderpê tavilê eşîra ji bo parastina xweseriya xwe 28 caran serî rakirine. Her 28 serîrakirin jî ji aliyê hêzên êrîşkar bi şêwazê hovanê hatine perçiqandin, hatine tepisandin û herî dawî hevkar û nokerê kurd Îsmet Înonu bi gotina ‘Kurdistana Xeyalî li vê derê medfune’ bi encam kirin û heta 27’ê Mijdarê sala 1978’an damezirandina PKK’ê domand. Rengê perda tarî û grî bi şêwazê komkujiya spî di nava ewrê reş de zevt kirin, kolekirin û bê bandorkirin. Êdî gotinek aîdê kurd û kurdistana bi ‘Kurdistan a Xeyalî li vê derê medfune’ bi çanda xwe, bi zimanê xwe û bi hebûna xwe hat qedexekirin. Piştî 1938’an nifşê zarokên kurd di şevên reş û tarî de bi van çîrokan mezin bûne. Êdî di şûna kurd û Kurdistanê de tirkîtî, erebtî, farsîtî bi tirs kuştin û îşkencê bicih kiribûn.

27’ê Mijarê roja damezirandina PKK’ê rengê spî, sor û tarî çirand û weke şewqeke tîrêja rojê li ser xaka Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê hilat. Êdî xaka Kurdistanê bi rengê kesk, sor û zer xemilî û bi wata tovê azadî, serfirazî û hebûnê şitil da. Bi xweşî û şadiya xemla biharê ruhê koletî têk bir, dilê xemgîn coşand, vîna şikestî bihêz kir û her ber bi zanebûna pêşerojê ve dahf da. Li Zindana Amedê di şexsê berxwedana Mazlûm, Xeyrî, Ferhad û Sarayan de bingehê hêvî û baweriyê hat avêtin, li Dihê û Şemzînanê bingeha şerê azadiyê hat destpêkirin û li ser vê mîratê meşala 27’ê Mijdarê ji destê gerîlayên azadiyê li her çar perçê Kurdistanê geriya û her şev bû balyoza tolhildanê ku bi ser dijmin de biteqe enerjîk bû. Ev roj ji bo gelê bêdeng bû deng, ji bo gelê ker bû guh, ji bo gelê kor bû çav, ji bo gelê lal bû ziman û gelekî ku hebûna wî tune dihat hesibandin, heyî kir. Ev roj bû tolhildan, bû hêvî, bû bawerî, bû destan û bi kelecana vê rojê ruhê mirî zindî bû, dilê vemirî pêket, mejiyê cemidandî şixulî û êdî çerxa koletiyê veguherand azadiyê. Û çarenûsa guloka ji Medan heya Apociyan şewq da. Lewma 27’ê Mijarê roja serfirazî, serbilindî, şanazî û şerefê ye ku kelecana wê mirov bêkeser dihêle. Ji ber cehwera xwe dispêre bîranînên duh, roja tê de dispêre heqîqetê, siberojê dispêre xeyalê pêşerojê. Bû pirek ji medan heya Apociyan ku dîrokek ji lehenga, ji fedayiyên nemiran ji mêrxasan, ji wêrekan beridî. Ev meşale îro li Behdînan, li Zapê, li Avaşînê li beraberî dijmin felsefa binketinê ku li ser kurdan ferz dike pûç kir û felsefa serkeftinê bi ser xist. Em niha bi wê serkeftinê dîrokê ji hibira pênûsa berxwêderan, latê şikeftên çiyayê Kurdistanê bi meşela 27’ê Mijdarê dineqişînin bêdawiyê.

27’ê Mijadarê roja damezirandina PKK’ê 43 salan li pey xwe dihêle û dikeve sala 44’an de, gelo 43 sal çawa derbas kir? Çi hat jiyîn? Ji wê rojê û bi vir bi israra serkeftinê bi zor û zehmetiyên mezin rûbirû ma. Çavkanî: ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar